Meniko
Mijara romanê li Mêrdînê derbas dibe. Nivîskar têkiliyên komek kesên karmend û evîniya bijîşk Şadî û Selînê ji xwe re dike mijar. Di romana xwe de xwestiye vê yekê bigire dest: Eşqa ku jiyanê dike jiyan û jiyana civakê ya rasteqîn a ku li Mêrdînê bi hemû giraniya xwe li ser kesayetiyê didome û diherike; çiqas dikarin tehemûlê hev bikin. Her du lehengên romanê di navbera evîna xwe û cih û warê xwe de nakokî jiyane, alozî xwe li mejiyê wan daye der ku ew dê dev ji evîna xwe berdin an ji cih û warê xwe.
Di romanê de Şadî wiha tê nasîn: bijîşkekî baş, kesekî giran, henûn, jidil, fêmkirê rihê jinan, birçiyê evîndariyê, rûmetgirê civaka xwe, têgihiştî, hezkiriyê av û hewa welatê xwe. Evîndara wî Selîn jî heskireke jidil, birçiya evînê, keça Îzmîrê û xweşik, kesa ku ji jiyana kurd û ereban dûr, xerîba jiyana kurdan, yeke di serî de xwediyê pêşdariziyan e li hember civata Mêrdînê.
Di destpêka romanê de Şadî bi tena serê xwe ye, ji tenêtiyê hez dike. Bi kûrahiya ezmanan re dikeve fikaran, diponije. Bi miriyan re têkildar dibe, li avahiyên dîrokî û xwedî reng in dinihêre û giyana wan dixwîne, bi şev diçe nav xwezayê, bi kurtasî tenêtiyê ew girtiye nav pençeyê xwe. Lê evîndarî dê wî ji vê tenêtiyê xilas bike heta radeyekê. Lê wê rizgar neke. Tirsên wî û bêtecrûbeyîya evînî dê dev ji wî bernedin. Selînê jî şagirtî ji evînê re kiriye lê tê de maye, ilmê xwe bi neyînî kuta kiriye.
Evîn di navbera yeke ku di evînê de şikestî û yekî ku li evînê venebûyî de derbasî ser rûpelên berhema Cîhan ROJ dibe û çiqas ji van her du rihan re dibe derman êdî xwendevan bi dilê xwe…
Li axa qedîm, bajarê dîrokî û çendemolî li Mêrdînê; cihê ku hemû kes bi awayekî di eşq û meşqa xwe de li hev bûne girêkurk, têkiliya evînî dest pê dike di navbera Şadî û Selînê de.
Ji bo lehengên romanê êdî evîn û jiyan gîtara bê têl be jî, dengê ku ji gîtarê diweşe şayanî gengêşiyê ye ku çiqas bûye stran û awaz.
Di dirêjahiya xwendina pirtûkê de xwendevan bi vê yekê re rû bi rû dimîne: Gelo gotina wêjeyî û gotina sohbetan çawa ji hev diqete? Axaftinên rojane çiqas dikarin hunerê pêk bînin? Digel vê jî, roman me dibe ber peravê pirtûkên wêjeyî û wan ji hev diqetîne, dike du bir: Berhemên li pêş civakê û berhemên li paş(dû)civakê.
Lê belê ya girîng herikîn e, ya girîng peyv e. Peyv kevirên qul qulî ne. Wêjeya ku xwe biafirîne wan qulikan tîne taxa hev û tê re diherike û hemû peyvan bi hev ve girê dide.
Wêjenas çiqas xurt be ew qas qulikên keviran li dûşa hev rêz dibin, di peyvekê de çend pêwendî çêdibin. Û di wê sayê de jî peyva ku divê biherike; hest, coş, meraq, rîtm, muzîk û hwd. Li bin guhên peyvan nakevin û tê re derbas dibin. Hevok jî bi vî hawî ne. Deriyek ew çend nepenî di nav wan de heye ku şîfreya kilîta dêrî hew nivîskar dizane an jî hew bêhngirtinek e. Di romanê de her çiqas peyv û hevok ji aliyên rengên xwe yên kurdî ve bi serketî hatibin lê kirin jî (lewre dema ku tu dixwînî geboxa tirkî xwe navêje ser û çavan û nivîskar zimanê xwe gelekî ji tirkî şûştiye) dîsa peyv dibin asteng û kevir nahêlin tu di romanê de biherikî û bitahmijîne.
Divê hunera berhemê hemû hişkiya peyvan bişikêne û bihelîne nav hest û ramanên xwendevan û karibe wan bi xwe ve girê bide û bandorê lê bike.
*Ji kovara Hinar hatiye girtin.
***
Nivîsên eleqedar:
- Cîhan Roj vê carê romanek nivîsî: Gîtara bê têl


