Amed
"Hevdîtina Rojên Wêjeyê yên Navneteweyî yên Amedê" di navbera 5-7'ê vê mehê de li dar dikeve. Di çalakiyê de nivîskarên, helbestvan û muzîkar dên bên ba hev.
Hevdîtina Rojên Wêjeyê yên Navneteweyî yên Amedê" bi hevkariya Navenda Hunerê ya Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Weşanên Lîsê û Serbalyozxaneya Kraliyeta Hollandayê ya Stenbolê ve tê li dar xistin.
Di çalakiya ku sê rojan dê bidome de nivîskar, helbestvan, siyasetmedar û muzîkar dê bên ba hev. Çalakî dê bi zimanê kurdî, tirkî û îngilîzî li dar bikeve.
Çalakiya yekem dê roja 5'ê mehê li Zanîngeha Dîcleyê, dûre 5'ê mehê li Lîseya Anatoliyê çalakî pêk bê. Heman rojê bi navê "Li Rojhilata Navîn Serencama Kurdî" li Navenda Çanda Diyarbekirê li dar bikeve. Di vê çalakiyê de Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Îrfan Babaoglu, Şêrzad Barzanî, Mueyed Teyib û Azad Zal dê wekî panelîst beşdar bibin.
Di çalakiyên din de kesîn wekî Evrim Alataş, Aslı Erdoğan, Frank Vesterman, İnci Aral, Markar Eseyan, Diana Ferrus, Abdelhay Moudden, Lasana M. Sekou wekî axifger beşdar bibin.
Çalakî bi merasimeke ku li Sumer Parkê bi beşdariya endamên saziyên sivîl û mebûsên DTP'ê li dar bikeve dê bi dawî bibe.


