logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Ji Amedê re riya herî qutebir

Di rojên pêşiya me de wê li TBMM* li ser ‘Pêşîlêvekirina Demokratîk’ were sekinandin û nîqaşkirin. Ev nîqaş, kêm zêde dê

  • Dîrok: 11/11/2009
  • Beş: Serbest

Nabî YAGCİ

Di rojên pêşiya me de wê li TBMM* li ser ‘Pêşîlêvekirina Demokratîk’ were sekinandin û nîqaşkirin. Ev nîqaş, kêm zêde dê ji bo danîna ber çavan ya nexşeya riya hikumetê wê girîng bibe.
Riya hikumetê ya ku heta niha ji bo çareseriyê dişopîne, heme hema dê riya ku ji bo pêşerojê jî bişopîne nîşan dide, ji ber vê yekê, kes surprîzekê di daxuyaniya ku wê hihûmet bike de hêvî nake. Lê, ku surprîz neyê hêvîkirin jî, hikûmet wê di der barê ‘Pêşîlêvekirina Demokratîk’ de cara ewil li pêşberî TBMM’yê nirxandineke bi giştî bike û bi vî awayî di heman demê de wê çarçoweyeke berbiçav jî derxe. Heke pêşveçûnên girîng neqewimin, wê ev çarçove ji bo pêşketinê hêsanî veneguhêre.
Ji ber vê, ji min re, ev rojên ku li berî li ser sekinandina mijarê ya li TBMM’yê girîng dixuyin. Gotinên ku divê di hinek mijarên hesas de bên gotin, bi baweriya min eger di van rojan de bên gotin dibe ku hîn bikaribe bi kêrhatî be.
Gumana hikumeta Ak Partiy ê ji polîtîkaya aştiyê ya der, a ji bo wêrekî û guncanbûna wê ya li gor pêwîstiyên cîhana hemdem ya ku bi konsepteke nû saz kiriye nîn e. Gelekî eşkere ye ku ev polîtîkayê ji niha ve Tirkiye li qada cîhanê biriye cihekî nû û rêzdarî jî dayê ye. Di vê çarçoweyê de ku em bi navê wê ya fermî bêjin, li gor berê ketina nava têkiliyeke nû bi Rêveberiya Herêma Xweser a Kurdistanê re jî rast e û ev nêzîkayiyeke nû ya ku divê jê re pîştevanî were kirinê ye. Pêkan nîn e ku mirov rola erênî ya vê têkiya nû ku wê di çareseriya pisgirêka kurd de bilîze nebîne. Têkilî pê nekirina faktora Barzanî û bêbandorkirina wê û heta polîtîkayên do ku xwe dispêriya bêîstîkrariya Başûrê Irakê ya bi hinceta “ hemnîjadên” tirkmen şaş bûn. Niha dev ji vê şaşiyê tê berdan û bi aştî û li ser pêbaweriya beramber dikevin nava hevkariyekê.
Piştî ku ji vegeran re navber hate dayîn, lezdayîna bipêşxistina têkiliyên bi Erbîlê re, hefteya borî hevdîtina Wezîrê Karên Derveyî Davutoglu ya bi Barzanî re û gav avêtinên ji bo vekirina konsolosxaneyeka li Erbîlê gelekî bi erênî hate pêşwazîkirin, lê hindek pirs jî bi xwe re afirandin.
Yasîn Aktay jî, di rojnameya Yenî Şafakê ya roja 9’ê sermaweza 2009’an de, di bin sernavê “Ji Amedê re riyeke di ser Erbîlê re” de li ser van pirsan disekine. Bi kurtasîkirina min dibêje ku; pêşxistina têkiliyan ya bi Erbîlê re, wê neyê wateya polîtîkayeke ku PKK’ê ji dewreyê derdixe û “rizgarbûna ji feraseta der, ya ku hema hema ji îtîrafkirina navê Erbîlê re jî direve, ne tiştekî hindik e. Em ji bîr nekin ku ev feraset bixwe, wekî pirsgirêkeke asêbûnê li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd gur dike.’’
Ligel tevlêbûna vê şîroveyê ez difikirim ku, dîsa jî divê hindek mijarên hesas neyên paşçav kirin. “Çi heyf û mixabin ku, bûyerên ku me jiyane çûyîna Amedê ya di ser Erbîlê re kiriye awayekî hîn qutebir.” Gava ku dibêjin bûyerên ku me jiyane, vegerên ku mirov jê re nikare bêje ku, ji bo her aliyan baş hatine amadekirin û di ser de sîqilandinên şerdar û tolgir tê fêmkirin.

Qet guman nîn e, di nav aştiyê de daketindayîna yên li çiyê û dengbirîna çekan, gava herî girîng û herî zor a ‘Pêşîlêvekirina Kurd’ pêk tîne. Ji ber neyînîtiyên ku di ceribandina ewil de pêk hatine, qet bawer nakim ku wê pejirandina zivirandina li dora deviyê çareseriyê hêsan  bike.

Ku hîn bi aşkere bêjim, heke ku bi feraseta “Bi tevî Erbîlê çareserî”, “bi tevî kurdên Tirkiyeyê çareserî ” bi awayekî ku ne di nav hev de bin û bi tevî perspektîfa çareseriya siyasî li ser nesekinin, ku bi awayekî dengên çekan were birîn jî, pirsgirêka kurd, ligel gavên vekirinên nû jî, dê ber bi dahatûyê ve wekî pirskirêkeke jandar  potansiyela hebûna xwe bidomîne.
Heke ku em ji dîrokê dersê bigrin, di van rojan de, ji hilweşandina dîwarê Berlînê jî ku ketiye bîst saliya xwe, fêmkirina hindek tiştan pêkan e. Hilweşandina dîwarên fizîkî, nayê wateya hilweşandina dîwarên di seriyan de jî. Bi dirêjiya salan, hestên nîjadperest û tolgir ên ku di bin dîwarên Berlînê de kombûne, îro hemwelatiyên do yên Almanyaya Rojhilat, bi gotina wan, ew kirine “hemwelatiyên rêza duyem.” Dostekî min ê Alman ji min re gotibû ku  “Em ketin rewşa kurdên we. ”
Tiştê ku ez bi baldarî li daxuyaniya hikumetê ku wê di der barê ‘Pêşîlêvekirina Demokratîk’ li TBMM’yê de bike lê bigerim, xala ku li gor xwe hesas dibînim, dê wateya ku di nav xwe de hewandina “ bi tevî kurdên Tirkiyeyê çareserî ” û wê bi taybetî, hebûn û tunebûna gotinên ku DTP jî li ber çavan hatiye girtin nîşan didin bin. Bi şêwazeke din, wekî feraseta ku dişibe “ligel gel ji bo gel” divê feraseta “ligel kurdan çareserî ji bo kurdan” tune be.

Li gor min wekî encam; Mirov dikare di ser Erbîlê re jî biçe Amedê lê, riya herî qutebir ne ev e, ligel her tiştî riya herî qutebir ya Enqere-Amedê ye.

Wergera ji Tirkî:  Sabrî Oymak

*Meclisa Mezin a Gel a Tirkiyeyê

Ji Tarafê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

“Alfabeya Kurdî” a Cemşîd Çîftçî derket

ad

Deniz Naki: Ew cezayê nelîstina 50 lîstikê jî bidin min...

ad

Werger û wergêr -2- (Pêvajoya wergerê; problemên wergerê û paradoksa wergêr)

ad

Fûara Kitaban a Batmanî dest pa kerde

ad

2008, lîsteya pirtûkên kurdî

ad

Paştî bidê kampanyaya Vate

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname