Diyarname
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen li ser serîlêdanên ji bo pêşberendamtiya mebûsiyê yên ji bo HDP'ê agahî da.
Vaye ji axaftina Bilgen hin not:
1500 serîlêdan
- Bi giştî 1500 kesî ji bo pêşberendamtî serî li me daye ku nêzî nîvê van jin in, 250 ciwan in, 25 jî antengbar in. Ji kesên bi KHK'ê (Biryarnameya di Hukmê Zagonê de) hatine avêtin jî gelek eleqe heye ji bo me.
- Em di nav rewşên awarte de diçin hilbijartinê. Ez tenê 2 mînakan bidim. Ji duh ve zagona rayeyê dide ku ji meclisê derket, ev yek.Ya din ji 16'ê nîsanê ve heta niha salek derbas bûye, di vê demê de ligel ku dem hebû bi zagonan tiştan derxin bi KHK'yan bi rê ve dibin. Ev yek serdema nû nîşan dide. Helwestek kêfî ye. Ev yek nîşan dide ku ji hev cudabûna hêzan çawa têk dibin. Ligel ku dem hebû li meclisê biryaran derxin bi KHK'yan bi rê ve dibin ku ev jî nîşanî me dide piştî 24'ê Pûşperê dê Tirkiyeyê bixin nav rewşek çawa.
- Hilbijartina serokomarê ne hilbijartina ji nav tek mirovan kesek bê hilbijartin. Emê duşemê danezana xwe eşkere bikin, nexşerê nîşan bidin ku ji yek mirovî em çawa dikarni rizgar bibin. Divê em nîşan bidin ku em çawa ji yek mirovî xilas bibin û vegerin ser rejima demokratîk. Em li kesekî rizgarker nagerin.
Eşkerekirina berendaman
- Partiyên siyasî bikevin dû hesabên biçûk dê berdêla wê li sindoqê bidin. Ê me baweriya me bi gel heye. Dê bersivê bidin kesên dixwazin HDP'ê derveyî parlemenê bihêlin. Ambargoya çapemeniyê deynin ser me jî, krîmînalîze bikin jî em dizanin dê gel li cem xwe bersiva van bide.
- Emê roja 22'yê gulanê berendamên xwe yên mebûsiyê eşkere bikin.
- Di dora duyemîn de dê hilbijêrên HDP'ê diyarker bin.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Anketa MetroPOLL'ê: HDP li ser sînor e
- 52 saziyên li Ewropa piştgirî dan HDP’ê
- Ji bo hilbijartina serokomarî 6 berendam çêbûn
- KADEM'ê ji bo 'berendamên jin' bang li partiyan kir
- Demirtaş: 'Dest, mil û dengê min ciwan û jin in
- Konseya Ewropayê: Hilbijartinê bi paş ve bixin
- Partiyên dê beşdarî hilbijartinê bibin diyar bûn
- Ji CHP'ê 15 mebûs derbasî Îyî Partî bûn
- Hejmara mebûsên bajarên kurdan diyar bû
- Kîjan partî dê çiqas pere ji xezîneyê bigire?
- DYA: Ev yek dê ne hilbijartineke adil be


