Diyarname
Di ev rojên ku salvegera îdamkirina Seyîd Riza ye de Platforma Demokrasî û Kedê li Dêrsimê afiş daliqandin lê Walîtî afîş qedexe kirin û rakirin.
Platformê li ser panoyên nêzî Pirê Mamekî afîş daliqadibûn. Di afîşan de wisa hatibû nivîsîn "Cihê gora seyîdên me yên di sala 1937'an de hatine îdamkirin bila bê eşkerekirin" û li jêr jî navên wan hatibû nivîsîn. Platformê biryar dabû ku 15'ê mehê jî bernameyeke bîranîna wan organîze bike. Lê Walîtiya Dêrsimê hem afîş qedexe kirin û ji cihên hatibûn daliqandin rakirin. Hem jî destûr neda bernameyê.


