Diyarname
Dema polîs kurdan digirin bin çavan bi ya we dibin ku derê?
A- Dibin Kolordiya Amedê.
B- Dibin Navenda Emniyeta Amedê
C- Dibin nav Bexçeyên Hewselê.
D- Dibin navenda Bajêr a APK'ê.
Ger bersiva we ji bilî "D" be we ezmûn derbas nekir. Ger bersiva we D be diyar e ku haya we ji rojevê heye.
Belê bersiv D ye.
Sal: 2011.
Roj: 20.04.2011
Cih: Amed.
Kurd, YSK'eya (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) ku pêşî li namzetên kurdan girtiye şermezar dikin. Wekî her gav polîs êrîşê gel dikin.
YSK pêşî li namzetên kurdan digire. Polîs kurdan digirin bin çavan.
Dema polîs kesekî digirin bin çavan dibin navenda xwe ne? Lê li Amedê wisa nabe. Polîs kesên ku digirin bin çavan dibin navenda bajêr a AKP'ê... (Li gor îdîayên şahidan) Û li wê derê li wan dixin.
Fermo jixwe re şirove bikin.
Wekî notek din, rojnameya Bîrgunê îro (21.04.2011) bal kişandiye ser gotina Serokwezîr ku qala "demokrasiya pêşketî" kiribû û sernavek wisa bikar aniye: "İleri Demokrasi Karakolu: AKP (Qereqola Demokrasiya Pêşketî: AKP).


