logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Mamoste Qedrî: Alimek û Arifek

Îro salvegera yekem a wefata mamosteyê hêja Mamoste Qedrî ye. Bi vê hilkeftê ji bo xatirê bîranîna wî vê nivîsê dinivîsi

  • Dîrok: 26/03/2022
  • Beş: Serbest

Umran ARAN

Îro salvegera yekem a wefata mamosteyê hêja Mamoste Qedrî ye. Bi vê hilkeftê ji bo xatirê bîranîna wî vê nivîsê dinivîsim.

Mamoste Qedrî alimek bû…

Prof. Dr. Kadrî Yildirim di 5’ê sibata/reşemiya 1959’an de li navçeya Amedê, li Liceyê ji dayik bû û di 26’ê adara 2021’ê de li Amedê koça dawî kir. Mamoste Qedrî di zaroktiya xwe de dest bi medreseyê kiriye û şeş salan li medreseyan perwerde bûye. Li Zanîngeha Sêrtê beşa perwerdeyê qedandiye. Li Zanîngeha Harranê jî li fakulteya îlahiyatê lîsans, master û doktora xwendiye. Sêzdeh salan li xwendingehan mamostetî kiriye. Berî zanîngeha Mardin Artukluyê li Zanîngeha Dicleyê ya Diyarbekirê akademisyenî kiriye û di 2010’an de wekî serokê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardin Artukluyê hatiye peywirdarkirin û her wiha piştî demeke kurt weki cîgirê rektor jî hatiye peywirdarkirin. Xizmeta esasî a Kadri Yildirim li Zanîngeha Artukluyê dest pê kiribe jî, wî hîn ji serê salên 2000’î ve di kovar û rojnameyan de nivîsar nivîsîne û di panel û sempozyûman de teblîxat pêşkêş kirine li ser edebiyata kurdî ya klasîk û zimanê kurdî. Kadri Yildirim dema ku nû dest bi nivîsarên bi kurdî kiriye, navê “Mamoste Qedrî” weki mexles bi kar aniye.

Mamoste Qedrî li Zanîngeha Artukluyê bi fermî cîgirê rektor be jî bi fiîlî rektor bû. Têkiliya wî û rektorê wê demê gelekî baş bû û rektorî piraniya raye û hêzê dabû destê wî. Wî jî ev derfet ji bo kurdolojiyê baş bi kar anî, wî dixwest Artuklu ji bo xebatên kurdî bibe navendeke cîhanî û wisa jî kir. Wî ji her aliyê cîhanê, ji her parçeyê Kurdistanê kurdolog anîn Artukluyê ku demekê hejmara wan nêzî pêncî bûbû. Ew dem ji bo xebatên kurdî li Artukluyê serdemeke zêrîn bû. Dema ku didan ber kurdolojiyên din ên li Tirkiyeyê, xelkê ji bo ya Artukluyê digot Oxforda Kurdî. Vê yekê karîgerî li kurdolojiyên din jî dikir û ji hêla xebatên kurdî ve dibû sedema geşedana xebatên kurdî li akademiyayê. Bi destpêşxerî û teşwîqa Mamoste Qedrî gelek sempozyûm, panel û komxebat hatin lidarxistin. Wî koleksiyona Aleksandre Jaba ya Mela Mehmûdê Bazîdî ji Rusyayê anî Artukluyê û xist xizmeta kurdologan ku heta niha çend xebat li ser wê hatine kirin û hîn jî tên kirin. Mamoste Qedrî hin protokol ligel zanîngehên Herêma Kurdistanê danîn ku vê yekê çûn û hatina akademîk di navbera her du parçeyan de û pêwendiyên kurdan bihêz dikir. Dîsa bi destpêşxerî û hewldana Mamoste Qedrî di 2012’yan de bernameya mastera bêtez hat vekirin bi armanca ku derçûyên wê li xwendingehan hefteyê du saetan dersên kurdî yên hilbijêrkî bidin. Vekirina van dersên han li xwendingehan jî herçend parçeyekî prosesa aştiyê be, encameke hewldana Mamoste Qedrî jî bû ku wî ev yek li rayedarên dewletê pêşniyaz kiribû. Mamoste Qedrî ji bo geşkirina kar û xebatên kurdî wekî dîplomatekî kurdî dixebitî; lingekî wî li Mêrdînê, yek li Enqereyê bû. Bo nimûne bi hewldaneke gelek zêde şazdeh kadroyên vekoleriyê ji saziya xwendina bilind stendin ku siberojê ew kes hemû dê di kurdolojiyên cuda de cih bigirin.

Li Zanîngeha Artukluyê ev serdema zêrîn heta 2015’an berdewam kir. Di 2015’an de hin derdorên ji xebatên kurdî aciz û dilteng buxtanek avêtin ser Mamoste Qedrî û rektorê wê demê. Dûre her duyan jî bereet kir; hat çespandin ku bêguneh in, lê ji ber ku rektor hat guhertin posta Mamoste Qedrî jê hat stendin. Piştî ku Mamoste Qedrî ji serokatiya kurdolojiyê hat derkirin, HDP’ê teklîf ji bo parlementeriyê lê kir. Wî ev yek pejirand û bawer kir ku dikare li parlementoyê bike ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û li Tirkiyeyê perwerdeya bi zimanê dayikê bi kurdî pêk bê. Li parlementoyê jî dîsa her ji bo vê yekê xebitî, lê mixabin bi taybetî ji 2016’an bi şûn de prosesa aştiyê li Tirkiyeyê xera bû û xeyalên Mamoste Qedrî neçûn serî.[1]

Bi awayekî neyekser jî karîgeriya Mamoste Qedrî gelekî çêbû. Xwendekar û kursiyerên masterê yên Artukluyê bi dehan kovar derxistin û komên xwendinê ava kirin. Bi vî bayê kurdîweriyê piyaseya weşangeran jî geş bû û cara pêşî ew qas kitêbên kurdî hatin firotin û xwendin. Bi kurtasî kêm zêde bi karîgeriya Mamoste Qedrî bi hezaran mirovan bi kurdî xwend, bi hezaran zarokan cara ewil li dibistanan peyva kurdî bihîst, bi sedan xebatên akademîk hatin lidarxistin û atmosfereke geş a kurdeweriyê peyda bû. Ji ber vê yekê bi baweriya min Mamoste Qedrî fîgurê herî mezin bû ku di vî deh salê dawî de çi yekser çi neyekser xizmeta herî mezin ji bo kurdî kir.

Mamoste Qedrî ji hêla xebatên şexsî ve jî gelekî berhemdar bû. Wî di warên wekî perwerdeya medreseyan, edebiyata kurdî ya klasîk, dîroka kurdan û zimanê kurdî de nêzî bîst berheman anîne. Ji ber ku wî bi xwe medrese jî xwendiye, deynê xwe yê wefayê daye û li ser medreseyên kurdan berhemeke ji sê cildên mezin pêkhatî nivîsiye ku çarçoveya wê ji medreseyên mîrekên kurdan avakirî digihîje heta hucreyên mizgeftan. Di warê edebiyata kurdî ya klasîk de li ser kesayetên mezin ên wekî Baba Tahirê Uryan, Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê Koyî berhemên giranbuha dane. Di warê zimanê kurdî de yek li ser rêzimana kurmancî, yek li ser rêzimana soranî du kitêbên wî hene. Di warê dîroka kurdan de du berhemên wî hene ku bi taybetî li ser rojavayê Kurdistanê ne. Di warê dînî de li ser zeradeştiyê û li ser cihê jinan di îslamê de berhem dane. Hin berhemên wî yên li ser cihê jinên kurd di dîrokê de û kêmîneyên dînî yên kurdan yên wekî şebek, feylî bi wefata wî re li weşanxaneyan mane û wî çapa wan nedîtiye. Her wiha çend kitêbên derbarê kurdan de ji erebî wergerandine. Mixabin gelek xebatên wî jî nîvce mane. Mamoste Qedrî dema koronayê ji xwe re kiribû wekî fersendekê û dest bi xebatên berfireh kiribû, belkî di dema xwe ya herî berhemdar de ji nav me koç kiribe.

Mamoste Qedrî arifek bû…

Ev karîgeriya ku Mamoste Qedrî li xebatên kurdî kir ji taybetiyên kesayetiya wî ne azade bûn. Mamoste Qedrî ji aliyekî de li medreseyên nerîtî yên kurdan xwendibû, ji aliyekî de jî perwerdeya modern a akademîk wergirtibû. Rêwîtiya wî ji feqetiyê ber bi mamostetiyê, ji wê jî ber bi profesortiyê ve dewam kiribû. Di gelek rê û qonaxan re derbas bûbû. Gelek bir û qismên civakê nas kiribû, bi dab û nerîtên kurdan zanîbû, ilmekî dewlemend berhev kiribû û gihîştibû meqamên bilind. Mamoste alimekî mezin bû, lê her wiha arifekî mezin jî bû ku ev her du bi hev re nabin para her kesî. Lewma mewqî û meqaman tu carî quretî û buxd pê re çênekiribûn, ilm û zanîna wî ew fehş nekiribû, berevajî; kiribû ku têkiliyên wî ligel mirovên ji birên cuda yên civakê baş be û her bi nefsbiçûkiya feqeyekî mabû. Lewma tevî ku li Artukluyê cîgirê rektor jî bû, deriyê wî li her kesî vekirî bû; her rojê bi dehan kes bê randewû û bi hêsanî diçûn serdana wî û her kî biçûya jî Mamoste ji ber wan radibû ser pêyan ku li zanîngehên Tirkiyeyê tiştekî wisa ne mimkûn e. Çawa ku deriyê wî li her kesî vekirî bû, dil û hişê wî jî li her hizir û baweriyê vekirî bû; li gor tu îdeolojî û baweriyê bi mirovan re nedida û nedistend; dîndarekî pihêt bû lê tu carî ev li ser mirovên nedîndar nedikir bar, tu kesî nizanîbû nimêjê jî dike; pîvanên wî însanetî û kurdayetî bûn. Ji ber nefsbiçûkiya xwe ya mezin ji hêla xelkê ve gelekî dihat hezkirin. Tu carî xwe li ser serê kesî mezin nedikir; serokdewletek jî, derwêşek jî biçûya cem wî bi heman hurmetkariyê pê re dida û distend. Mirovekî pir rûnerm bû, dilê kesî nedihişt, peyva xerab nedida rûyê kesî, tim li hêla avakirinê bû, tu carî ne li hêla xerakirinê bû. Mirovekî pratîk bû, rêyên çareserkirinê li cem wî nediqediyan; ku kesek bi bêhntengiyeke mezin biçûya cem wî, bêhna wî fireh dikir û rêyeke çareseriyê li ber dixist. Lê belê di nav ev çend hêwirze û çûnûhatinê de ji xebatên xwe jî nedima. Taybetiyeke wî ya ecêb hebû; dema ku mêvanên wî hebûna li aliyekî bi wan re eleqedar dibû û li aliyekî jî dixwend. Jixwe her dem li ser maseya wî çar-pênc kitêb bi hev re vekirî bûn û çavekî wî timî li ser wan bû. Hafizeya xwe ji medreseyê stendibû; ku carekê tiştek bixwenda, hil dikir.

Belkî mimkûn e gelek mirov pir bixebitin û bibin xwedî ilmekî mezin. Lê yê Mamoste, ne ilm û zanyarî tenê bû. Hin taybetiyên wî hebûn ku li cem kêm mirovan peyda dibin. Mîsal pir xebatkar bû, bê xebat û proje sebra wî nedihat. Ji ber vê yekê jixwe vê gavê gelek xebatên wî nîvce mane. Aûrayeke wî, sînerjî, enerjî û pozîtîviyeke wî hebû û biçûya ku derê ew li derdora xwe belav dikir, bandor li ser mirovan çêdikir. Xwedî karîzma bû; zanîbû xîtabî zarokan jî bike û xîtabî serokdewletan jî bike. Lewma wekî qasid û dîplomatekî kurdî dixebitî û hin derî li ber kurdî vedikirin û hewl dida gelekan veke. Li ser vê rêyê nasnameyeke kurdistanî bi dest xistibû û li her dera Kurdistanê dihat naskirin. Ne belasebeb e ku heta bi Mesûd Barzanî serxweşî da malbata wî û wefata wî li nav bi hezaran kurdan bû cihê xemgîniyê. Ji ber van taybetiyan wî wekî gelek kesan got; Mamoste Qedrî ji kîsê kurdan çû. Ji ber ku di temenekî ciwan de û di dema xwe ya herî berhemdar de çû, çûna wî bêtir bû cihê daxbariyê. Rihê wî şad be. Hêvî dikim ku kurdî li banê gerdûn bigihîje wî cihê di dilê wî yê mezin de.



[1] Piştî çûna Mamoste Qedrî ji Artukluyê, rêveberiya wê demê mamosteyên kurdî yên newelatiyên Tirkiyeyê ji kar derxistin û di 2016’an de jî bi KHK’yan (Qerarnameyên di Hukmê Qanûnê de) dîsa çend mamosteyên kurdî ji kar hatin derxistin. Lewma ji wê demê bi şûn ve kurdolojiya Artukluyê li gor berê hinekî lawaz ketibe jî xebatên xwe didomîne.

 

Foto: Cemil Oguz

 

 

 

*** 

Hin nivîsên Umran Aran ên ku berê di Diyarnameyê de derketine:

- Baş dibe! Baş dibû! Her ku diçû kurmancî şaş dibû! 

- Pirsgirêka Binavkirina “Dersên Hilbijêrkî” 

- Umberto Eco û Remezan Alan yan jî çima Saturn bi ser neket?

- Stratejiyên Cihguhertinê û Hevokên Kompleks di Kurmancî de

- Partîsîp û Raweyên Neragihandinî di Kurmancî de

-

 

 

***

 

YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com         

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Trenda nû: Nivîsa bi deng

ad

5 sal cezayê hepsê dan Mehmet Agar

ad

Şewçilaya newî veciya

ad

Roja pêşî ya Festîvala Kanîreşê

ad

Şanonameyên bi ser ketin hatin eşkerekirin

ad

Li ser 'Gotinên Gunehkar' şêwira xwendinê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname