Diyarname
Li Salona Konferansê ya Balyozxaneya Swêdê li ser dengbêj û aşiqan gotûbêjeke hate li dar xistin. Temaşevanên biyanî guh dan klamên kurdî.
Li Salona Konferansê ya Balyozxaneya Swêdê ya Stenbolê li ser aşiqên tirk û dengbêjên kurd gotûbêjeke hate li dar xistin. Di gotûbêjê de lêkolînvan Ercan Aras gotara ku li ser van her du çandan amade kiribû pêşkêşî temaşevanan kir.
Aras aşiqî û dengbêjî dan ber hev, hem yek bi yek li ser wan sekinî, hem aliyên wan ên hevpar anî ziman.
Di beşa aşiqan de ji Koroglu, heta Pir Suldan Abdal, Karacaoglan û heta aşiqên serdema nû hin mînak hatin pêşkêş kirin. Di beşa dengbêjiyê de jî Ercan Aras agahiyên berfireh pêşkêşî temaşevanên kir ku piraniya wan biyanî bûn.
Di gotûbêja ku bi zimanê îngilîzî li dar ket de Aras gotina Yaşar Kemal a ji bo Evdalê Zeynikê ku gotibû, "Evdalê Zeynikê Homerosê kurdan e" bibîr xist, qala aliyên teknîkî û hestiyarî ya dengbêjiyê kir û çîroka Evdalê Zeynikê û Gulê anî ziman.
Aras ku klam wekî klamên evînî, klamên lehengiyê, klamên şînê cureya wan anî ziman, dûre li ser Emînê Zezê ku klamên xwe di heman demê de wekî şanogerekî bi lîstikvaniyê jî tîne ziman sekinî.
Di dawiya gotûbêjê de dengbêj Xeniyê Qereyazî klamên xwe pêşkêşî temaşevanan kir. Dengbêj Xeniyê Qereyazî klamên "Emro" û "Nexweşo" xwend, herî dawî jî di kokteyla ku li dar ket de dengbêj Qereyazî û axifger Ercan Aras bi hev re klam got.
Di gotûbêja ku biyaniyan eleqeyeke baş nîşan da, hin kurd jî lê amade bûn.


