logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Li ser Mem û Zîn û Ehmedê Xanî tiştên din

çima 'Romeo û Juliet', 'Leyla û Mecnûn' jixweber tên ser levan û çima 'Mem û Zîn'a Ehmedê Xanî nayê ser ziman?

  • Dîrok: 03/07/2013
  • Beş: Serbest

Îlhamî SîDAR       

Mêvanên ezîz û bi rûmet,

Di serî de ez dixwazim silav û rêzên xwe pêşkêşî we û kesên ku amadekirina vê panêlê de keda wan derbas bûne bikim. 

Wekî ku tê zanîn heta niha li ser “Mem û Zîn” û Ehmedê Xanî bi dehên pirtûk û bi sedên nivîsar hatin çapkirin. Çi bextewariyeke mezin e ku îro kurd bi saya van dokumentên   dewlemend, di der barê Ehmedê Xanî û “Mem û Zîn”a wî de xwedî gelek agahiyan in. Lê gelo cîhan an jî cîhana wêjeyê çiqasî ji van nirxan agahdar in, ez dixwazim hinek li ser vê bisekinim û bi destûra we hinek tiştên derveyî ji berkirinê bêjim. 

Di cîhana wêjeyê de dema mijar tê ser evînê çima “Romeo û Juliet”a Shakespeare û “Leyla û Mecnûn”a Nizamiyê Gencewî jixweber tên ser levan û çima “Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî di cihana wêjeyê de an di wêjeya cîhanê de di nav van berheman de cih nagire? Aya ev tê wê wateyê ku “Mem û Zîn” ne di asta wan berheman de ye?

Gava ez vê pirsê ji xwe dikim yekser bersiva “na” ji devê min difilite. Lê ev bersîva yekser û yekpeyv ne xwe dispêre neteweperweriyeke lingên wê bi erdê ve nedewisandî û ne jî besta xwe ji nêrîna “Ehmedê Xanî, ramyarekî ji Rousseau û Voltaire pêşvetir û şoreşgerekî ji Robespierre û Danton wêdetir e” digire.

Ev bersîv xwe dispêre xwendinên ji çar aliyên cîhanê; ji Kenzaburo Oe’yê japonî û Aytmatovê kirgizî yên Rojhilatî bigire heya J.D. Salingerê emerikî û Octavio Pazê meksîkî yên Rojavayî; ji J.M.Coetze û Nadine Gordimerê afrikayê başûrî yên Başûrî bigire heya Selma Lagerlöfa swêdî û H.Ibsenê norwêciyên Bakurî û pîvanên wêjeyî û teqez helbestên Xanî yên wek jêr: 

Her dinalim şev û rojan meger ez Eyyûb im ez

Hêstiran her vedimalim, meger ez Ye’qûb im ez

Bigirin dest ji me bêrûn kul û derdan ku yek in

Wer bipêçin bi cefayê xwe ku ez mektûb im ez

Hindekî xem hene daîm li min ev vêk dikevin

Ez nizanim ku bi çav wan çi qewî mehbûb im ez

Xem telebkarê me ye em xo telebkarê diyar

Wek tilismê teleb im ez talib û metlûb im ez

Eceb îqbalî ji bo min nihe “Xanî” ku li bal

Padîşahê xem û derdan wehe ez merxûb im ez

Her dinalim şev û rojan meger ez Eyyûb im ez

Hêstiran her vedimalim meger ez Ye’qûb im ez

Bêyî ku bi musîqayê vê xezelê bêhempa sermest bikevim, çavên xwe li hemû xezel û qesîde, li hemû musemmet û muhemmes û li hemû mesnewî û mersiyeyan digerînim, pê de diçim lê carekî din û carekî din dibînim ku  hunereke gelek bilind a helbestî şaxên xwe li hemû rêz û rêzikên hosteyê mezin lefandine. Her wiha gava em ji vê xezelê tenê li du hêmayan  mêze dikin, em dibinin ku xurtbûna Xanî ya helbestî çawa jixweber dertê holê: 

“Wer bipêçin bi cefayê xwe ku ez mektûb im ez” Li vir dixwaze bêje ku, çiqas kul û derd û cefayê dinyayê hebin tevî li min bar bikin, lewra ez hînbûyiyê her cure jan û eleman im, canê min ii bo hemû êşan wekî stargeheke, an jî ez bi şiyan û talentê xwe dikarim hemû cewr û cefayên cîhanê veguhezînim her menzîlgehê; ji alî tesewwufê ve jî asta vîna xwe ku gihaye ku derê nişan dide û heke ku em bixwazin hinekî din xwe berdin vê bîrê em dikarin wekî rûbaiyên Heyam xwe bigihînin şiroveyên herî bê binî. 

 “Wekî tilsimê teleb im ez talib û metlûb im ez” Metafora ku li vir pêk tîne jixwe xulaseya hemî wehdetu’l wicûdê ye; Xanî li vir xwe hem aşiq û hem jî maşuq nîşan dide, herdu jî ez im dibêje. Em bînin bîra xwe ku Attarê Nişabûrî di “Mûsibetname”ya xwe de ji bo bersivek ji pirsên xwe yên heyînî re bibîne, li pey lêgerînekê, 40 rojî ku muqabilî 40 rawestgehên rûhî dike, derketibû rêwitiyeke hişî û bi vê mebestê bi dorê ji çar melekên mezin dest pê kiribû heya Hz. Nuh û Hz. Muhammed, ji erş û erzê, heya çar anasirên bingehîn li dehên dergehan li bersiva pirsa xwe geriyabû, piştî ku ji hemûyan destvala vegeriyabû, dawiya dawî xwe gihandibû rawestgaha dil û rih ku bersiva lê digeriya li wir jê re eyan bûbû: “Di encamê de heya ku te xwe gihande qeraxa deryayê min belasebeb tu ewqas geriyayî. Tiştê ku tu lê digerî bi te re ye. Ê ku xwe jê vediqetîne dîsa tu bi xwe yî. Were xwe noqî vê behra ku ‘ez’im bike û tê de tune be. Gava Xanî dibêje “talib û metlûb im ez” bêyî ku li çil rawestgehan bigere berê xwe rasterast dide xwe û “maşûq”ê ku lê digere di hinava xwe de dibîne, wekî ku Hellacî Mensûr dibê “ene’l-heq” wekî ku Mewlana dibê “fih-i ma fih”. 

Îro gava em li cîhana modern a îroyîn, guhê xwe didin psikolog û psikiyatristên herî bi nav û deng, wekî encam hemî dibêjin ku; li vê dinyayê her mîrov bêtirî girêdayiyê xwe ye, ronahiya ku mîrov lê digere di nava mîrov bi xwe de ye. Jixwe ne Schopenauer bû ku di aforîzmayekî xwe de digot: “Em vê jî bêjin ku, dostanî, evîn û zewac însanan her çiqas bi nêzikahiyeke germ bigihîne hev jî dawiya dawî tê fêm kirin ku her kesek herî bêtir nêzikî xwe ye.” Yanî wekî ku Xanî digot, di esasê xwe de em hemû “hem talib û hem metlûb” in. Ev herdu metaforên ku di deryaya helbestên Xanî de belkî tenê du dilop bin jî baş nîşan didin ku, berhemên hoste bi çi hunereke bilind a helbestî pêk hatine. Û ez bawerim ne Rimbaud, ne Pound û ne Yeats karibûne mebesta xwe bi zimanekî ew qas hêsan û bi xeyaleke ew qas kûr pêk bînin, li vir divê em bêjin ku ev yek teybetiyeke herî nuwaze ya Shakespeare e jî ku wê li wêjeya cîhanê nemir kiriye.

Niha, wekî ku min di serî de jî gotibû dixwazim hinek jî ji alî çend xalên girîng “Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî û “Romeo û Juliet” û “Othello”ya Shakespeare bidim ber hev. Fermo ji dawiya “Romeoû Juliet” û “Mem û Zîn”ê du beş:

Juliet: Here, zû ji vê derêhere. Ez nayêm.

(Rahîb dertê û diçe)

Ev çi ye? Di nav destê canê min, hezkiriyê min de 

şûşeyek!

Nexwe, mirina dilketiyê min, mirina bêwext ji jehrê ye.

Çiklos! Te hemû vexwariye,

Te dilopek ji bo min nehişt da ez bigihîjim te?

Wê hingê ez ê jî ramûsanê bidim lêvên te,

Belkî li wê derê piçek jehr mabe;

Ew lêvên te yên ku demekê jiyanê dida

Bila vê carê bi dawî bîne jiyana min.

(Maç dike)

Lêvên te hê jî germ in.

Serbekçî: Rê nîşan de kuro, li kîjan alî?

Juliet: Hin kes tên. Divê ez bilezînim.

Ey xencera ku wek Xizir tê hewarê!

(Xencera Romeo hildide)

Kalanê te vê derê ye. Li wê derê zeng bigire.

Û ez jî bimirim.

(Xencerê di singê xwe de diçikilîne û diqelibe ser cendekê Romeo)

                                                  (Shakespeare, Romeo û Juliet, Perdeya V. Sahneya III.)

Zînê ku nema qewam û quwet

Nalî biriyan û ket ji qudret

Rûnişt li ber serê Memê jar

Mem kir bi tekellumê xeberdar

Key malikê mulkê cism û can î

Ez baxçeme û tu baxevan î

Baxê te gihandî bêxwedane

Bê rûyê te ew ji bo çira ne

…

Terkîbê wicûdê cism û can in

Mulkê di tene ne bêxwudan in

Nuqsan bibitin ji husnê mûyek

Belkî ku bikî li min tu sûyek

Gava ku li min bikî îtabê

Zanim ku neşêm bidim cewabê

Nêzîke bibim wekî te medhûş

Ha weqte digel te bim hemaxûş

Layiq ew e tey bikim bisatê

Pakîze bibim ji ixtilalê

Ya qenc ew e her bi vê cemalê

Azerde nekim qe zulf û xalê

Teslîm bikim emanetê heq

Tewfîzê te bim bi xeml û rewneq

Ev rengê eda kirin heqayiq

Bizdandî ji alemê elayiq

Hembêz di merqedê weranî 

Bêzarî numa beden ji canî

Destê xwe ji dil ji canê şûştin

Goya ku şemal bû vekuştin

Rûhê xwe şîhande pêşê barî

Cismê xwe sipare wî mezarî

            (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Beş LVI)

Di van beşan de mirov dibîne ku, Zîn û Juliet ji alî qedera xwe ve wekî ruhcêwiyên hev in. Her du jî ji destê feleka xayîn nalenal in û her du jî dawiyê li pey evîndarên xwe rihê xwe ji dest didin. Jixwe a ku evîna wan nemir dike jî ev e. Lê nêzikayiya Shakespeare û “Mem û Zîn” bêtir di “Othello”de xwe nîşan dide. Lewra çîroka her du berheman jî li ser karakterên navendîyên “dexes û ewan” ên wekî Beko û Îago hatine saz kirin. 

Wekî ku tê zanîn “dexesî û ewanî” yek ji nexweşiyên herî mezin a mirovî ye. Ev nexweşî di “Mem û Zîn” de bi kesayetiya Bekir, di Othelo”de jî bi kesayetiya İago hatiye ava kirin. Di Mem û Zîn”ê de çawa ku Bekir bi fesadî, gelacî û bi dek û dolaban bûbe sedema têkçûna evîna Mem û Zîn û mirina wan, di “Othello” de jî bi heman awayî, Îago dibe sedema têkçûna evîna Othello û Desdamona û mirina wan. 

 Bekir jî Îago jî li dinyayeke rengîn kesên bêreng û kirêt in. Bi gelemperî herdu jî xêrnexwaz, ewan, fêlbaz, paşgo,derewçîn, hilebaz, durû û qaweçî ne û bi çavên xirabiyê li hertişti dinêrin. Aliyên qels ên li der û dora xwe baş bi kar tînin, (Bekir, Mir Zeydîn, Îago jî, Othello, Cassio û Roderigo) Bi çavnebariyeke ku bes ji derûniya wan tê (her çiqas di çîroka resen a Memê Alan de ev hemû xirabî bi sebebekê mentiqî ve hatibin girêdan jî, mixabin karakterên wiha îro jî di hemû civakan de hene ku, ne ji ber tu sedeman, lê bes ji nexweşiyeke derûnî ewanî, çavnebarî û dexesiyan dikin û gelek caran dibin sedemên trajediyên mezin)kesine li hev dihêvojin, weke ku qutê ruhê xwe bistînin. Ka em çend beşan ji Othello û Mem û Zîn bidine ber hev:

Îago: Desdamona çav berdaye yawer.

Roderigo:Cassio? Na Xwedê ji te razî, çawa dibe!

Îago:Huşş!Hêdika!Vê baş bêxe serê xwe, ca bifikire, çawa wisa ji nişka ve dil ketibû Othello. Wî yê lêv deqandî çawa wê bi derewên xwe ji hiş biribû!Desdamona hê çiqas dikare tehemulî wî bike. Tu li vê bifikirî dê baştir be.Jin divê her daim çavê wê têr be, ma dê çi ji rûyê wî zebaniyê fêm bike?(…)

Roderigo:Jineke bi namus e ew, qet tiştekî wiha nake.

Îago:Heke yeka bi namûs bûya qet ji wî Mexrîbiyê hez dikir? Te ne dît ku çawa bi destê wî dilîst!Bala te nekişand qet?

Roderigo:Belê min dît, lê ev tişt tenê bo nezaketê bû.

Îago:Hema bibêje!Riprast doxînsistî bû. Şehwet û fikrên şeytanî dîbaceya tarî ya dîrokê ne.Lêvên wan ewqas nêzikî hev bûbûn û bêhna wan ewqas hev hembêz kiribûn ku. Fikrên tarî, Roderigo!Carek ku dilxwaziyên beramber dest pê kir, berdewama wê jî ji ber xwe ve tê.

(Shakespeare, Othello, Perdeya II. Sahneya 1.)

   Listikên Îago herwiha berdewam dikin, ev xebîs dixwaze ku  di der heqê Desdamona de paşgotiniyan derxe, û bi vê mebestê jî wê ehmeqê(Roderigo) bi kar tîne, û dawiyê derdikeve hizura Othello û binerîn lîstika xwe çawa didomîne:

Îago:(…) Ne bi çavê hesûdiyê lê binerin û ne jî pê ewle bin. Naxwazim ku ji ber kesayetiya wê ya tovrind û pak hûn bên xapandin. Wê raçavînin.Ez bi xuyê însanên welatê me baş dizanim.Li Venisiyayê jin, şeytaniyên ku, ji dilê wan derbas dibin, newêrin nişanî mêrê xwe bidin,şerm nakin ku ji Xwedê veşêrin. Kula herî mezin a wijdana wan, ne kirina gunehan e, lê veşartina wan e.

Othello:Ev tişt hemî rast in?

Îago :Gava bi we re zewicî babê xwe ne xapand û kengî ji awirê we bizdiya û tirsiya herî bêtir ew çax ji wan hez nekir!

Othello: Rast e.

Her wiha dawiya dawî bawerî bi Othelloyê tîne ku jina wî, wî bi yawerê wî re dixapîne, û paşê jî jina xwe(Desdamona) dikuje, lê gava rastî dertê holê û Othello bi listika ku pê hatiye kirin hîn dibe, ewil wî îblîsî û piştî jî xwe dikuje. 

Her ku em teybetiyê Bekirê ewan ên bi vê renge baş bizanibin jî, dixwazim tenê  beşek bi bîra we bixim.

Roja ku Sitî te daye Tacdîn

Wî j’alî xwe dayiye Memê, Zîn

Mîr go: “Çi eceb bi min nekir pirs?

Ya ne wî ne mayiye ji min tirs

Go: “Ma tu nizanî kusane?

Mîrzaye, ciwan e pehlewan e

Meydan diye wî, celew rewaye

Herçî weku ew biket rewaye

Tirsa min ew e:Bi kibr û kînê

Tuxyan biketin ji paşê Zînê

Da’wa nesebe biket bi Xalid

Qesda hesabê biket zewaid

Mîr go: “Me ji dil hebû daxwaz

Zînê bi Memê bikim serefraz

Sondê dixwim ez bi ruhê walid

Hetta bigihite ceddê Xalid

Mehza bi zikûrê neslê Adem

Zînê bi jinîtî ez qe nedem

Herçî ji serê xwe bûye bêzar

Ha Zîn! Û bila bibit xerîdar

Merdê ji ser û ruha xwe têr e

Bê xawf-i bixwazitin, ku mêr e

 (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Beşa 26’ê)

Hîn feylesof dibên “rihê demê” heye, ez jî di heman baweriyê de me; jixwe tevî ku tu hevnasîna wan tune ye jî Xanî û Shakespeare her yek ji aliyekî cîhanê ve heman trajediyê bi heman terh û şêweyê, sêwirandine.

Ev mînak hemû nîşan didin ku, xuy û xisletên însanan li her derî cîhanê yek in; li Venisiyaya Îtalyayê, Îago ji ber çavnebarî û ewaniya xwe çawa tevgeriya be, Bekir jî li Cizira Botan bi heman nihiçkî tevgeriyaye. Teqez nimuneyên bi vî rengi ku Ehmedê Xanî û Shakespearê’i nêzikî hev dikin hê gelek in, lê ji ber mîjara vê nivîsê yê sereke em nikarin zêdetir li wan hûr bibin. Belkî li pêşerojê de em danberheveke hûrtir û kûrtir bikin

Nexwe ev tê wê mahneyê  ku, cudatiya Shakespeare û Ehmedê Xanî ji ber mijar û naverokên berhemên wan tê, ji lehengên ku afirandine an? Jixwe ev argument ji ber ku çîroka Mem û Zîn ji çîrokeke gelerî a kurdan bi navê Memê Alan hatiye girtin jixweber pûç dibe, her wiha, çîroka Othello jî ne a Shakespeare bi xwe ye, Shakespeare jî ew, ji çîrokeke Giovanni Battista Giraldi ji pirtûka bi navê “Hecatomithi” girtiye. Her wiha “İlyada” û Odysseia”ya Homeros û “Şehname”ya Firdewsî jî çîrokên gelêrî a miletê xwe ne. Çîrokên ku di van berheman de cih girtine jixwe bi sedsalan bûn ku li nav Grêkî û Îranîyan de bi devkî dihatine belav kirin. Nexwe teybetiya van berheman ne ji reseniya mijar û honaka wan, lê ji tevnandin û honandina wan tê, ji tenikiya zimanên wan ên astbilind, bi kar anîna hunerên helbestî a bilind tê.

Belê heke dabaş xalên mirov û mirovahîyê be, mijar û naverok ji bo mayîndeyiya berheman ji pîvanên  rêzê nayên hesibandin; jiyîn û mirin evîn û nefret, wuslet û hesret, kîn û nefret, xezeb û şefqet, bextyarî û bedbextî, dilsozî û xiyanet, şer û aştî, biratî û neyartî başî û xirabî, spehî û kirêtî, dirustî û dirûtî, dizî, çikûsî, dexesî… Her çi rewşên mirovî hebin wekî dîrokeke serpêhatiya mirovî di berhemeke nemir de teqez hatiye bi goşt û hestî kirin; Homeros şer ûVirgilius aştiyê, Firdewsî mêrxasiyê, Dante dilsoziyê, Flaubert xiyanetê, Cervantes safitiyê, Balzac evînê, Hugo merhemetê, Steinbeck dostaniyê, Gide qelpezantiyê, Genet dizitiyê, Gorkî hevaltiyê Tolstoy dilovaniyê, Dostoyevskî  kujeriyê, Kafka aloziyê, Haşek xêviktiyê, Gonçarov tiraliyê Melwille azweriyê, Proust hevzayendiyê, Joyce rêzitiyê, Yaşar Kemal bindestiyê, Faulkner wekheviyê, Mewlana hezkirinê, Attar razdariyê, Hafiz rinditiyê, Hayyam meyxwariyê, Shakespeare elemê, Baudelaire şehwetê, Rimbaud reşbîniyê, Plath û Furûx melankoliyê di berhemên xwe de bi goşt û hestî kirine û nemir bûne û her wiha Ehmedê Xanî jî bi “Mem û Zîn”a xwe ewanî û zikreşî bi hunereke nuwaze bi goşt û hestî kiriye.

Nexwe, digel ku “Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî berhemeke ew qas nuwaze û layiqî pesindayineke ew qas mezin e û her wiha Melayê Cizîrî wekî ku bi xwe jî: “Ger lu’lu’ ê mensûrê ji nezmê dixwazî / Wer ş’irê Melê bin, te bi Şîrazê çi hacet” dibêje, helbestvanekî ew qas xurt in, çima berhemên wan wekî “Rubaiyat”ên Heyam, “Diwan”a Hafiz, wekî “Mesnewî”ya Mewlana, “Şehname”ya Firdewsî,”Mentiqu’t-Teyr”a Attar, “Leyla û Mecnûn”a Nizamî, “Bostan” û “Gulistan”a Sadî yên Rojhilatî di wêjeya cîhanê de cihê xwe yê heqkirî nagirin. Ez bawerim bersiva vê pirse jî dîsa di nav risteyên Xanî’de veşartî ne:

Ger dê hebûya me jî xwedanek

Alî kerem û letîfe danek

Îlm û huner û kemal û îz’an

Şi’r û xezel û kitab û diwan

Ew cinsê biba li ba wî me’mûl

Ew neqdê biba li nik wî meqbûl

Dê min elema kelamê mewzûn

Alî bikira li banê gerdûn

Gazinca Xanî li vir ew e ku xwedanek ji bo hunerê wî tuneye; heke xwedanek hebûya dê ew ê ala hunerê şi’r û helbestan li banê asîmanan biçikanda.

Mixabin îro jî rewş heman rewş e, ne tu kes û kûs û ne tu dezgeh û sazî xwedî li nirxên xwe dernakeve; heke ne wisa be berhemên hêjayên wekî Cizîrî, Xanî û Feqî heta niha qet nebe di çend zimanên wekî almanî, îngilîzî û frensizi de dê nehatibûyana çapkirin!

Çareserî?

Çareserî mixabin ne di deste min de ye…

*Pêşkêşiya min a di panêla Festivala Ehmedê Xanî ya Bazîdê de

ilhamisidar@hotmail.com

***

Nivîsên Îlhamî Sîdar ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- ŞEVBUHÊRKÊN ŞEHRAZAD
- Ji çiyayê Olymposê bangek / ‘Matmayînên Ronya’

- Rexneya rexneyê û di wêjeya kurdî de pirsgirêka nûjeniyê
-

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Chelsea bi rekor bî şampiyonê Ewropa

ad

Rojnameger 4 rojên din di bin çavan de ne

ad

Mele Budan: Ji bo Medîneyê xendek çibû ji bo Sûr û Cizîrê jî ew e

ad

Bi beşdariya deh hezaran cenazeyên Denîz û Ablay hatin veşartin

ad

Parsûyê girtiyê 60 salî şikandin

ad

DIAŞ'ê piştî Mûsilê Tikrît jî dagir kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname