Amed
Cenazeyên siyasetmedarên kurd Cîhan Denîz û Husnu Ablay îro bi beşdariya dehezaran hatin veşartin.
Siyasetmedarên kurd Cîhan Denîz û Husnu Ablay ku duh dema ji Amedê diçûn Enqereyê di encama qezaya trafîkê ya li 25'emîn kîlometreya rêya daketina Entabê çêbû de jiyana xwe ji dest dan, bi sloganên "Şehîd namirin", "Rêhevalên rojê nemir in" hatin pêşwazîkirin. Cenaze ji bo definkirinê ber bi Goristana Yenîkoyê ve hatin rêkirin û li wir hatin veşartin.
Cenazeyên Deniz û Ablay piştî bicihanîna vecîbeyên olî ji Mizgefta Bayramoglu hatin girtin.
Seroka Koma DTP'ê Emîne Ayna, parlamenterên DTP'ê, rêveberên DTP'ê, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, şaredarên navçeyan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, welatiyên ji bajarên derdorê hatin û gelek kesên din di kortejê de cihê xwe girtin. Piştî cenaze ji mizgeftê hate girtin, bi sîrenan anîn ber avahiya Rêxistina DTP'ê ya Bajêr.
Ji bo Denîz û Ablay, potek reş a mezin li avahiya Rêxistina Bajêr a DTP'ê hate daleqandin.
Li ber avahiya DTP'ê ji 10 hezarî zêdetir kesan cenaze pêşwazî kirin. Cenazeyên ku bi qasî 5 deqîqeyan li vir hatin rawestandin, piştre ji bo definkirinê ber bi Goristana Yenîkoyê ve hatin rêkirin.
Li pêşiya korteja cenaze ciwanên ku kincên reş li xwe kiribûn cih girtin. Bi deh hezaran kes beşdarî meşa ku ber bi Goristana Yenîkoyê ve hate lidarxistin bûn. Cenaze li wê derê hatin veşartin.
Her wiha li Parka Koşuyoluyê cihê şînê hate vekirin û bi hezaran kes çûn serdanê.
DTP'ê jî du roj wekî şîn îlan kir.


