logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Wergera Sîmultane û rewşa wê ya di kurdî de

Çend kes ji me dizanin ku yê herî zû cîhanê diguherînin kî ne? Bêguman, ji ber sernavê nivîsê bimîne jî hemû kes ji me

  • Dîrok: 25/12/2009
  • Beş: NÎQAŞ

Sîdar Jîr

Çend kes ji me dizanin ku yê herî zû cîhanê diguherînin kî ne?
Bêguman, ji ber sernavê nivîsê bimîne jî hemû kes ji me dê bibêjin; Wergêr in!
Rast e. Ji ber ku êş û janek, kêf û şahiyek, xweşî û nexweşiyek li wî aliyê cîhanê be jî wergêr van hêmayan hemûyan di kêliyê de li ber me ro dike û bi me dide hîskirin. Gelek cureyên wergerê hene… Lê mijara me ya sereke wê wergera sîmultane be. Ji ber ku ev cure jî heta niha êşa zimanê min e!
Di gelek komcivînan de pirî caran Mr. Jack an Mrs. Hillary di kêliyekê de ji bo me dibin wekî Mirze Baran an jî Stî Bêrîvan. Bi saya wan kesên ku di hêwana komcivînan de ku gelek caran em hay ji dirûvên wan çênabin, tenê dengê wan me û kesên ku di komcivînan de diaxivin bêhtir nêzîkî hev dikin û dike ku her kes ji hev fêm bikin.
Sîmultane yan jî wergera komcivînan (wergera bi devkî), wergerandina gotin, peyv û hevokên ku bi zimanekî tê gotin li zimanê din wergerandin e.
Wekî ku ji ravekirina jor jî diyar e, ez ê tenê der barê tekstên nivîskî yan jî der barê deqên edebî ranewest im. Ji lew re mebesta min ew e ku ez balê bikêşim ser cureyê wergerê yê ku em (Kurdên Bakur – bi qasî ku dizanim- ) bi rastî jî tê de gelekî qels in…
Li cîhanê ev cure werger di roja me ya îroyîn de gelekî pêşketî û her wisa gelekî serkeftî dimeşe.
Sê cureyên vê wergerê heye; wergera pêçû, axiftvan diaxive, wergêr li pey wî axaftina wî li zimanê din werdigerîne, wergera hevdemî (sîmultane) wergêr bi axaftvan re di heman demê de dest pê dike. Cureyê din ê vê wergerê jî ku piranî ji bo yek an jî du kesan tê kirin, wergêr li cem yê guhdar rûdine û gotinên yê ku diaxive werdigerîne û bi pistepist (Whispering) di guhê guhdêr de werdigerîne.
Her wekî ku her kes dikare lê hay bibe, dîroka wergerê ne ya vî 50-60 salê dawîn e, her wisa xwe digihîne dema împeratoriya Romayê. Lewma jî rêwîtiya vî karî di nava ciho û rûpelên dîrokê re xwe gihandiye qonaxa me ya îroyîn û di gelek bihûr û demên krîtîk re borîne.  Lewma jî wergêran di rabirdûyê de ne tenê wekî govanan her wisa wekî dîrokeke zindî û şêwekarên dîrokê hatine dîtin.
Bi taybetî li dora salên 1600’î, piştî ku frensewî di dema Luisê XIV’an de di dîplomasiyê de  cihekî girîng girt, wergêr tu caran li civîn û komcivînên fermî ji derdora padîşahan kêm nebûn. Di dema împeretoriya Romayê de wergêr li ciyên ku nû hatine fetihkirin de ji aliyê rêveberiya navendî ve li ciyên nêzî tixûban (ji ber ku bi zimanê xelkên li wir dijiyan dizanîbûn) wekî rêveberê wê herêmê jî dihatin wezîfedarkirin. Yanî ji bo ku çêtir ji wan kesan fêm bike û kar û barê wan û jiyana wan xweştir bike wergêrekî wekî dîplomat didin ser kar.
Mijara me ya sereke sîmultane werger ku çawa dest pê kiriye, ji ku hatiye, diçe ku û tesîreke çawa li jiyana me dike, encax piştî ravekirina hin tiştan, hê nû were fêm kirin.
Wekî ku tê zanîn wergera sîmultane piştî wergera pêçû dest pê dike. Lê wergera pêçû di Komcivînên Aştiyê yên Parîsê û di komcivînên “ League of Nations” (Komela Neteweyan) de hatiye bikar anîn û wan wergêran ji bo dîrokê di gelek waran de roleke gelekî mezin lîstine.  Pêşengên vî karî Paul Mantoux, Jean Herbert, Robert Contino, George mathieu Salvador de Madariga û kesên wekî Eugene Dollman (wergêrê Hîtler), Mme Angeli ( wergêrê Mussolînî) ne.
Cara pêşîn ceribandina wergera sîmultane di şert û mercên gelekî dijwar û xerab de di sala 1928’an de di VI’emîn Kongreya Komunîst a Navneteweyî de tê kirin.
Wergera sîmultane di sala 1935’an de di 15’emîn komcivîna fîzyolojiyê ya Navneteweyî de li Lenîngardê tê kirin. Axaftina Prof. Pavlov ê navdar di heman demê de ji ûrisî li frensewî, almanî û îngilîzî werdigere… Di sala 1944’an de bi amûrên teknîkî yên çêtir li komcivîna Philadelphiyayê tê bikar anîn. Di 1945’an de li Komcivîna San Franciscoyê sîmultane te kirin.
Lê belê wergera sîmultane ji serî heta binî cara pêşîn piştî Şerê Cîhanê yê 2’yemîn li Dadgeha Sûcdarên Şer a Nurenbergê tê bikar anîn (1945-1946).
Niha zanîngehên wekî Cenewre (1941), Wiyana(1943), Georgetown (1949), Sorbon û gelekên din beşên wergerê vekirine û vî karî bi awayekî profesyonel dikin.
Ber bi taliyê ve mirov dikare bi hêsanî bibêje ku, wergera sîmultane ne karê hiş û bîra mirov e. Ev kar karê mejiyekî zindî ye. Yê ku di komcivînan de wergera sîmultane dike, ligel zanîna her du zimanên ku li hev werdigerîne, divê berî her kesî ew hay ji gotinên xwe hebe û dengê wî baş here guhê wî. Divê ji her kesî bêhtir ew têbigihîje ka axaftvan çi dibêje. Wekî mînak, gava ku axaftvanekî ku bi îngilîzî xeber dide got, “It’s raining cats and dogs!” divê bêyî ku wergêr gotinê bibe û bîne, di dêv de divê bibêje, “Mîna ku asîman qelişîbe!”  Yan jî ku gava yekî/ê di axaftina xwe ya bi tirkî de got; “Timsah göz yaşları” divê wergêr di kêliyê de bikaribe wekî “Kenê keftar” wergerîne. Yan ne ku mîna hinek camêr û canik dibêjin wekî “Rondikên çavên cirnîs(tîmseh)”  wergerîne ew ê xwe û wergerê û guhdaran tevde bilewitîne.
Lewma jî li duhêlên cur bi cur wekî ku min li jor jî navên hin zanîngehan dane bi taybetî ji bo karê wergerê dibistan, akademî û beşên fakulteyan jî vebûne. Ne tenê li zanîngehan beş vedibin an jî vebûne…
Li sazî û dezgehên navneteweyî jî ji bo karê wergerê têra xwe pere jî tê veqetandin.
Gava em tên û li civaka kurdan bala xwe didin vê yekê, hema bibêjin bi tu awayî xebat û lebateke derbarê wergera sîmultaneyê nehatiye kirin, tune ye û wisa xuya dike ku heta demeke dirêj jî ew ê tune be. Lê belê bila neyê ji bîrkirin ku ev kar ne karekî takekes e, karekî komîn e. Heger ev cure werger wekî wergera metnên wêjeyî bûya, yan jî bi qasî wergera pirtûkekê bûya bêguman heta niha çend kesên xurt dê derketibûna… Lê mixabin wergera sîmultane bêyî piştgiriyeke xurt a sazûmaneke çandî, hunerî yan jî siyasî ew ê zû bi zû xurt nebe. Ji ber ku wergera sîmultane karekî hem ji aliyê kedê ve gelekî giran e hem jî ji aliyê aborî/malî ve gelekî buha ye.  Wekî mînak li Yekîtiya Ewropayê di sala 2004’an de ji bo wergerê 1.428.000.000 (Mîlyar û 428 mîlyon) TL hatiye veqetandin...
Lewma jî di gelek komcivîn û forûmên van salên dawîn de mirov dikare bibêje xelayeke ji mêj ve ye di nava kurdan de hê jî didome û heger wisa be mixabin ew ê bidome jî.

Îcar der barê vî cureyê wergerê de, di destê kurdan de yan jî ne di destên wan de çend xalên ku mirov dikare wekî sedemên vê yekê yên sereke nîşan bide ev in;
1- Ji ber ku di qada navneteweyî de kurd/kurdî ne xwedî payeyeke bilind e.
2- Ji ber ku perwerdehiya bi kurdî nîn e, ev beş jî jixwe ew ê tunebe.
3- Ji ber ku bazara kurdan/kurdî di qada navneteweyî tune ye (yan jî pir kêm e)
4- Ji ber ku kes bi çavê bazarekê li vî karê nanihêrin (bi taybetî kurdên bakur)
5- Ji ber ku karê wergera sîmultaneyê, profesyonelî û komek an jî komeleyeke xurt jê re divê û ew jî heta niha li ba kurdan peyda nebûye.
6- Ji ber ku tu sazî û dezgehên kurdan ji aliyê teknîkî û aborî ve girîngî nedaye wergêrên/wergera sîmultane…
7- Ji ber ku heta niha tu sazî û dezgehên kurdan tu caran hewl nedane ku komeke wergêrên wergera sîmultaneyê ava bikin… û hwd.

 

Çavkanî:
-Ruth A. Roland, Interpreters as diplomats: a diplomatic history of the role of interpreters ...
-Francesca Gaiba, The origins of simultaneous interpretation: the Nuremberg Trial
-lrc.wfu.edu
-www.inter-pret.org
-Nermi Uygur, Hêza Zimên, Weşanên YKY, 2001, Stenbol.
-conferenceinterpret.com
-www.interpreters.kz
-www.bktd.org
-sciencestage.com
-dti.ieu.edu.tr
-www.aiic.net
-www.cevbir.org

sidarjir@hotmail.com

 

Wêneyê kesên wergera sîmultane dikin ji malpera Zanîngeha Fatîhê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rêxistinên Sivîl yên Başûr: Serkeftina Demirtaş serkeftina gelê Tirkiyê ye

ad

Li ser ‘Şekirê Di Berîka Bavê Min De”

ad

Li Amûdê saloneke sînemaye tê çêkirin

ad

Cockburn: PDK û YNK'ê berî operasyonê li hev kirin ku vekişin

ad

​​​​​​​Radyoya Dîcle dest bi weşanê kir

ad

Klîba Hefteyê: Sebah El-xeyirî Xanim

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname