Diyarname
Ji "Revep Îvedik" heta "Guneşi Gordum", heta "Serdema Qeşayê", vaye fîlmên ku 2009'an de herî zêde hatine temaşekirin.
Li nav sînemaya Tirkiyeyê de sala 2009'an bi kêrî "Revep Îvedik-2" hat. Fîlm îsal 24 hefteyan di vîzyonê de ma û ji aliyê 4 mîlyon û 333 hezar û 116 kesî ve hat temaşekirin ku ev reqem di dîroka sînemaya Tirkiyeyê de reqema herî mezin e. Bi vê reqemê fîlm bû fîlmê ku herî zedê lê hatiye temaşekirin. Her wiha "Revep Îvedik-2" ji van temaşevanan bi giştî 33 mîlyon û 493 hezar û 187 lîra pere bi dest xist.
Piştî vê fîlmê Mahsun Kirmizigul "Guneşi Gordum" bi 2 mîlyon û 491 hezar û 454 kesî di sala 2009'an de li Tirkiyeyê bû duyemîn fîlmê ku herî zêde mirovan lê temaşe kiriye. Rêza sêyem jî bi 2 mîlyon û 418 hezar û 21 kesî "Nefes: Vatan Sagolsun"ê cih girt.
Û fîlmên din ku di sala 2009'an de li Tirkiyeyê zêde hatine temaşekirin:
- "2012": mîlyonek û 461 hezar û 587 kes
- "Serdema qeşayê 3: Berbanga Dînazoran": mîlyonek û 408 hezar û 313 kes
- "Twinlight: New Moon": Mîlyonek û 181 hezar û 930 kes
- "Neşeli Hayat": Mîlyonek û 46 hezar û 908 kes
- "Kurtlar Vadisi: Gladyo": 861 hezar û 755 kes
- "Angels and Demos": 705 hezar û 709 kes
- "Harry Potter and the Half-Blood Prince": 640 hezar û 98 kesz


