Ji bo sê şehîdên çav vekirî yê Newroza Qamişlo!!!
Mirî çawa çavên xwe vekiri dihêlin
Benda çi ne hîna piştî ku laş sar bû rih barkir çû
Benda çi ye xortekî bîst salî di pîrozkirina mirina xwe de çav vekirî
Qey dixwaze li sê tilîyên destê xwe yê nehinekirî binêre
Yan li çavên xezalekê di dema hilma dawî de ziq sekinî
Benda çi ye piştî agirê xwe pê xist û kes tune be vemirîne
Şehîdnooo!!!
Ma we hay tune bû
Newroz helbesteke ku ristên wê kesê bedana xwe da ye ber agir dikare binivîse
Ma bircên Diyarbekir ma keleha Qadifekale bi hemû heybeta xwe şahidê çi ne
Ma we xatir ji diya xwe nexwestibû ji bo sergovendiyê
Ma we ji xwaka xwe ya ku êvarî we yê destek nok û qidam jêra bibira negotibû
Em ê biçin ba zarokên Sînemaya Amûdê ku hîn jî bi hilma diya xwe ya sibehê sekinîne
Emê biçin ba neviya kalê Helebçe piştî heştakê
Ku we hev tu carî nasnekir ji xeynî tixana mirinê
Erê Şehîdnooo!!!
Ma we çawa sînorê nav me ji bîra kir
Ma ne hîna şûna sê meytê apê min heye li nav wî tixubî
Heyhat!!!
Mirin me kedî dike li hember jiyanê
Lê emê çavên xwe negirin!
Ne li Qamişlo ne li Helebçeyê ne li Urmiyê ne jî li Geverê
Bila bizanibin çekên kîmyewî tanq û topên rojavayî fîşekên Bassî
Bila bizanibin
Heta heta hebe jiyaneke azad li ser rihê vê dinyê…


