Diyarname
Romana nivîskar Yaqob Tilermenî a rêza sêyemîn a "Sêbareya Mêrîdênê" bi navê "Bavfileh" ji Weşanên Do derket.
Tilermenî di sala 2002'yan de dest bi derxistina pirtûka çîrokan kir. Piştî çend pirtûkên çîrokan dest avêt romanê. Yekem romana wî bi navê "Kitim" (2005) ku dê wekî sê rêze derketa ku nav jî "Sêbareya Mêrdînê" li vê rêzeyê kiribû derket.
Piştre beya diduyan a vê sêbareyê "Qerebafon" xwe gihand xwendevanan û niha jî "Bavfileh". Bi "Bavfilehê" Sêbareya Mêrdînê temam bû.
Di "Bavfileh" de gelek nav, gelek bûyer, zimanekî serketî... Tilermenî bi romanê wêneyan cihêreng pêşkêşî ber deriyê fikrê xwendevanê xwe dike. Carinan lehengê wî li Navenda Çanda Mezopotamyayê nîqaş dike, ciranan diçe Giravê Heybelî, carinan bi sernavê rojnameyekê re derbasî xeyaleke din dibe. Bi kurt û kurmancî bergeheke fireh pêşkêş dike "Bavfileh".
Ji wêneyên ku têne pêşkêşkirin yek jê: "Awirên mirûça di wêneyê de bi biryar in. Ligel xwîn dipijiqe ser wê û dipijiqe ser dokeşê jî, awir nahêli destên wê biricifin. Seriyekî jêkirî didest de ye û xwîn jê diniqute û di destê dinê de jî kêreke mezin... Roniya xurt ku ji hêla çepê ve tê dide ser wê, tirsnakiyê zêdetir dike û tarîtiyê ronî dike. Şalikên spî ku li dijberê şalika sor a ser doşekê ye, erjengiya xwîndar a wêneyê dide derveyî wêneyê. Nadyazînê dibêje qey xwîn pijiqiye ser rahnên wê. Dibeje qey bêlimêjbûye... Bêlimêjî çi bêje ye? Ez çima xwîn dibim? Her û were wêneyek û ez jî lê temaşe dikim. Lê ez çima ew qas di kûrahiya wêneyê de asê bûm?"
Yaqob Tilermenî kî ye?
Nivîskar Telermenî di sala 1972'yan de li Qosera Mêrdînê hatiye dinê. Heta niha 6 jê yê wî, çar jî wergerên wî derketine.
Berhemên wî:
- Êşbazî (Çîrok, gulan 2002, Weşanên Sî)
- Bermeqlûb (Çîrok, gulan 2003, Weşanên Elma-Pirtûkên Mîr)
- Ferhenga Sirgunê (Çîrok, mijdar 2004 Weşanên Lîs)
- Kitim (Roman, rezber 2005, Weşanên Lîs)
- Qerebafon (Roman, gulan 2009, Weşanên Do)
- Bavfileh (Roman, Serawez 2009, Weşanên Do)
Wergerên wî:
- Rojda, Ozcan Karabulut (Çîrok, wergera ji tirkî, 2005, Weşanên Lîs)
- Cam û Kevir, Şukru Erbaş (Helbest, ji tirkî, 2005, digel Dîlber Hêma wergerandiye, Weşanên Lîs)
- Bêbaran, A. Hicri Îzgoren (Helbest, ji tirkî, 2005, digel Lal Laleş wergerandiye, Weşanên Lîs)
***
Nûçeyên eleqedar:
- Ji Sêbareya Mêrdînê "Qerebafon" derket
- Yaqob Tilermenî weşanxane guhart û romana wî ya nû dertê
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


