Enqere
Vê êvarê hin kes bi texsiyeke reş hatin ber Navenda Giştî ya BDP'ê û bi tifinga pompeyîn gule berdan navendê. Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş xwest hikumet vê êrîşê şermezar bike.
Li gor agahiyên ku gihîştine ber dest vê êvarê saet li dor 20.30'yan du kes bi erebeyeke reş hatin ber Navenda Giştî ya BDP'ê û ber bi avahiyê ve gule berdan. Polîsên nobedar ên ber deriyê BDP'ê bi guleyan bersiva êrîşkaran da û êrîşkar reviyan. Piştî êrîşê kuçe û kolanên tên ber navenda BDP'ê hatin girtin. Polîsên lêkolîner hatin li ser qewanên vala lêkolîn kirin. Hate gotin ku polîsan plakaya erebeya ku jê êrîş kirine diyar kirine.
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş li ser êrîşê wisa got: "Der barê êrîşê de haya min ji agahiyên berfireh nîn e. Piştî vê saetê Serokwezîr Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Beşir Atalay divê vê êrîşê şermezar bikin. Nexwe wê bikevin wê astê ku piştgirî didin vê êrîşê. Bi daxuyaniyên ku tên kirin partiya me wekî hedef tê nîşandayîn."


