logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Li her derê pîrozbahiya ji bo Roja Zimanê Zikmakî

Di roja 21’ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de li gelek bajar û navçeyan kurdan bi meş, daxuyanî û çalikiyên cur

  • Dîrok: 21/02/2010
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Di roja 21’ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de li gelek bajar û navçeyan kurdan bi meş, daxuyanî û çalikiyên cur bi cur Roja Zimanê Zikmakî pîroz kir, daxwaza xwe ya ji bo perwerdehiya ziman careke din anî ziman. Her wiha sala 2010'an ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve wekî "Sala lihevkirina çandî" jî hatiye diyarkirin û kurdan di vê çalakiya xwe de bal kişand ser vê yekê jî.

 

Amed

Tevgera Ziman û Perwerdehiya Zimanê Kurdî (TZPKurdî) ji bo Roja Zimanê Zikmanî li Amedê, ji ber avahiyê KURDÎ-DER'ê heta parka Koşuyoluyê meşeke girseyî pêk anî. Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Metîn Kilavuz, şaredar û siyasetmedarên kurd, nivîskar û rewşenbîr jî têde girseyeke mezin beşdarî meşê bû. Li dor 8 hezar meşvanî dowîzên ku têde daxwazên gelê kurd ên ji bo maf û azadî û perwerdehiya bi zimanê zikmakî nivîsîbûn hilgirtin. Di pankarta ku vekirin de bi kurmancî, dimilkî û tirkî 'Asîmîlasyon sûcê mirovahiyê ye' û 'Em perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin' nivîsîn û meşa xwe pêk anîn.

Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Dr. Remzî Azîzoglu li ber parka Koşuyoluyê daxuyaniyek de çapemeniyê û got: "Têkoşîna me ji bo ziman e û heta ku em van mafên xwe yên rewa û demokratîk bi dest bixin dê bidome. Bi van bîr û baweriyan em Roja Zimanê Dayikê û Sala Wekheviya Çand û Zimanan li hemû mirovên azadîxwaz pîroz dikin."

Her wiha piştî daxuyaniyê li parkê dersa metamatîkê ya bi kurdî hate dayîn.

 

Batman

Li Mala Gel a Musa Anter a li Taxa Yavuz Selîm jî ji bo Roja Zimanê Zikmakî şahiyek pêk hat. Di haşiyê de Serokê BDP'a Batmanê Mehmet Şah Kaygusuz û nûnerên rêxistinên civakî jî heyî gelek kes beşdar bûn. Di salonê de pankartên "21'ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz be" û "Em zarokên kurd in perwerdehiya bi kurdî dixwazin" hatin daliqandin û diruşmên wekî "Zimanê kurdî zimanê me ye" û "Zimanê me hebûna me ye" hatin qîrandin.
Seroka Şaxa KURDÎ-DER'a Batmanê Evîn Bîlge, axaftinek kir û daxwazên xwe anîn ziman.

 

Mexmûr

Tevgera Hîndekariya Ziman û Perwerdeya Wargeha Peneberan a Mexmûrê, jî bi daxuyaniyeke li ser Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê sekinî. Li ser navê Tevgêrê Dîcle Dag daxuyanî xwend. Dag, bêdengiya li dijî bişaftina ziman jî rexne kir û wiha got: "Ji bo berjewendiyên xwe yên bazirganî pir caran van dagirkeran tengav dikin, lê li hemberî hoviya li ser vî zimanê herî kevnar nerazîbûnek herî biçûk jî nadin diyarkirin. Dag, destnîşan kir ku di roja zimanê zikmakî de li gelek cîhanê ev roj tê pîrozkirin û welatê cîhanê li hemberî binpêkirina mafên ziman bê deng dimîne. Dag, ji gelê kurd xwest vê rojê bikin roja têkoşîna li dijî bişaftina ziman û xwest her kes li zimanê xwe xwedî derkeve. Dag, bang li rayedaran kir û wiha got: "Em bangî dagirkerên Kurdistanê yên digotin; 'Zimanê kurdî nikare bibe zimanê perwerde û wêjeyê' bila werin Mexmûr zimanê kurdî çawan bûye zimanê perwerde û wêjeyê bibînin. Bila dev ji mandêlkirina zimanê kurdî berdin. Bila bizanin ku gelê xwediyê wê hêzêye ku di bin hemû mercan de zimanê xwe bi parêze." Dag, bang li kurdan jî kir û ji hemû gelê kurd xwest li zimanê xwe xwedî derkevin û hemû malên xwe bikin dibistan û qada perwerdehiya ziman.

 

Wan

Li Wanê di bin pêşengiya Kurdî-Dera Wanê de meşeke hate li dar xistin. Piştî meşê Serokê Kurdî-Dera Wanê Levent Urun xwest ku kurd ji bo ziman û çanda xwe pejinkar bin. Urun got ku kurd ji bo ziman û çanda xwe têdikoşin û ev yek lê zêde kir: "Em dixwazin zimanê xwe ji asîmîlasyonê diparêzin. Ji ber vê yekê divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bigihîje statuyeke fermî. Têkoşîna me ji bo vê yekê. Em ji gelê xwe re dibêjin bila pejinkar bin û zimanê xwe biparêzin."

Di meşê de diruşma “Bê ziman jîyan nabe" qîriyan û dovîzên wekî “Welat bê kurdî nabe”, “Ez kurd im bi kurdî serfirazim”, “Welat bi kurdî xweş e” vekirin.

 

Culemêng

Li Culemêrgê, Şaredarê Culemêrgê Fadil Bedirhanoglu, Serokê BDP'a Culemêrgê Mehmet Sidik Akiş, Serokê Navçeya Navendî ya BDP'a Culemêrgê Seyhan Şahin, nûnerên ÎHD, KESK û Dayikên Aştiyê bi sedan kes beşdarî meşa ji bo ziman bûn. Piştî meşê Nûnerê Kurdî-Dera Culemêrgê Eyup Bor daxuyaniyeke xwend û xwest zimanê kurdî bikeve bin ewlehiya zagonî.

KCK'ê jî li ser Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniyeke weşand got ku hê asîmîlasyona 'yek ziman'î didome û wisa got: "Jinên kurd li nav welat û li derveyî welat divê zarokên xwe bi kurdî mezin bikin, bi lorikan rihê wan saz bikin. Yên ku gelekî ji nû ve saz dikin jin in. Divê jin di vê têkoşînê de roleke çalak bilîzin. Em careke din roja ziman a gelê xwe pîroz dikin û dixwazin gelê me xwedî li zimanê xwe derê.

 

Stenbol

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo Roja Zimanê Zikmakî bi beşdariya rêveber û endamen xwe li Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê daxuyaniyeke da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Enstîtuyê Samî Tan ve hate xwendin de hate gotin ku digel Sekreterê Giştî yê UNESCO'yê bi boneya Roja Ziman bang li dewletên endam kiribû da ku derfeta perwerdehiya zimanê dayikê bidin komên zimanî lê mixabin li Tirkiyeyê di warê parastina zimanên ji bilî tirkî de tu xebat nehat kirin, bi vepêçan ji bo pişaftina mirovan gelek tişt hatin kirin.

Tan bal kişand ser biryara Neteweyên Yekbûyî ya ku îsal kirine "Sala Lihevkirina Çandan" û wisa got: "Werin em destên xwe bidin hev û vê salê wekî 'Sala wekheviya çand û zimanan' bi hev re pîroz bikin. Heke em karibin li dijî zîhniyeta şovenîst û a asîmîleker destê xwe bidin hev, em ê bikaribin sala 2010'an bikin sala têkoşîna azadî û wekheviya çand û zimanan, Tirkiyeyê bikin welatê baxçeyekî rengîn ê çand û zimanan. Ligel hemû zordestî û astengiyan jî em ne bêhêvî ne."

Serokê Enstîtuyê Tan got ku em bawer dikin dê doza azadî û wekheviya çand û zimanan bi ser bikeve û ev yek lê zêde kir: "Em bi vê bîr û baweriyê têdikoşin. Em dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe xwedî statuyeke fermî."

Her wiha li Semsûr, Qers, Gimgim, Elbakê jî bi daxuyaniyan Roja Zimanê Zikmakî hate pîrozkirin.

 

 

TEVKURD'ê belavok belav kir


Endamên Tevgera Neteweyî ya Kurd (TEVKURD) li ber AZC Plazayê hatin ba hev, ji bo ziman daxuyaniya xwe xwendin û dûre belavokên ku bi kurmancî û zazakî amade kiribûn belav kirin.

Daxuyanî ji aliyê Berdevk û Birêvebirê TEVKURDê parêzer Sebahatîn Korkmaz ve hat xewndin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kurd jî dixwazin wekî her miletekî medenî li welatê xwe; bi zimanê xwe, bi nasnama xwe, bi aîdiyeta xwe azad, serbixwe û serfiraz bijîn.

 

 

BDP ji bo zimanê zikmakî ji meclisê lêkolîneke xwest

Mebûsa BDP'ê ya Wanê Fatma Kurtalan ji bo lêkolîneke li ser qedexeya zimanê zikmakî bê kirin pêşniyarnameyeke da Serokatiya meclisê.

Mebûs Kurtalan di pêşniyarnameya ku da Serokatiya Meclisê de wisa got: "Ji bo tesîra qedexeya zimanê zikmakî ya li ser zarokan, ya li ser pêşketiya bîra wan, li ser rewşa wan a di ders û ezmûnan de, ya li ser têkiliya wan de bê kirin, ez li gor Xala 98'an a Zagona Bingehîn, xalên 104 û 105'an ên Rêziknameya Navîn daxwaz dikim ku Lêkolîneke Meclisê bê kirin."

***

Nûçeyên eleqedar:

- Di Roja Ziman de ji Komeleya Nivîskarên Kurd bangek

- Hevserokên BDP’ê ji bo Roja Ziman bang li hikumetê kir

- Li Amed, Batman û Stenbolê çalakiya Roja Ziman

- Li Sêrtê ji bo Roja Zimanê Zikmakî panelek li dar dikeve

- Di roja Zimamê Zikmakî de çalakiyên li ser ziman

- Ji Kurdî Derê gaveke din: Afîşên alfabeya kurdî 

-

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Brezîlya ji bo Tirkiyeyê gelek dûr e!

ad

Stada Amedê xira kirin, ji dêvla wê AVM çêdikin!

ad

Civîna Yekîtiya Bajarên Dîrokî li dar ket

ad

Wêneyên wê yên nehatine weşandin têne firotin

ad

Xwendekarên Perperike û Xalxalokê Karneyên Xwe Wergirtin

ad

Ji Demirtaş romaneke din "Jamal"

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname