Diyarname
Ji Zanîngeha London School of Economics Stashi Kanazawa di meha adarê de lêkolîneke balkêş wê pêşkêş bike ku ev yek wê bibe sedema nîqaşan.
Lêkolîna ku wê di kovara Social Psychology Quarterly de bê weşandin li gor ol û fikrê mirovan jîrekiya mirovan a fikir û ramanî nîşan dide. Li gor lêkolînê yên ku xwe wekî lîberal û ateîst dihesibînin biaqiltir (jîrtir) in. Di heman demê de jiyana wan a seksê jî rengîntir e.
Li gor lêkolîna Kanazawa IQ’ya ateîstan li dor 103, IQ’ya oldaran li dor 97’an e...
Yên ku xwe muhafezekar dihesibînin IQ’ya wan li dor 95 derketiye, ya kesên xwe wekî lîberal dihesibînin IQ’ya wan li dor 106’an e.
Dîsa yên ku IQ’ya wan zêdetir e dixwazin hindiktir zarokan bînin dinê.
Ji Zanîngeha George Washington Profesor James Bailey ku lêkolîn nirxandiye dibêje: “Hemû ol li dijî nûbûn û guherînê ne. Guherînê wekî tehdîdek dibînin. Neguherîn di hemû olan de heye.”
(CNN-Gazeteport)


