logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Nameyek ji Sultan Sulêman re

Dîkekî çargurçik, her du baskên xwe li hev xist û heta Xwedê hinir dayê di guhê berbangê de qîriya: “rabiiin rabin! Xew

  • Dîrok: 07/03/2010
  • Beş: Serbest

Egît Yar

 

Dîkekî çargurçik, her du baskên xwe li hev xist û heta Xwedê hinir dayê di guhê berbangê de qîriya: “rabiiin rabin! Xew mirinê bi bi xwe re tîne!” û xilbexilb ket nava mirovên ku di tevizîna mirinê de bûn. Ewil, kalekî hezhezî; temen hezar-sal, yê dem-û-dewranan, hişyar dibe. Nola entiqeyekî toksîn-girtî, bîrova sedê-salan, ji ser xwe dawişîne. Riha xwe ya ku li erdê pel-û-pahn bûye, dide ser hev, di ber pişta xwe re dike, zend-û-bendê xwe yê li hev badayê, vedimale û derdikeve ser tilmekî. Bayê felekê dike guve guv û rîha kalokê dem-û-dewranan, li ber qursik qursikî dibe û di bin çengan re, di ser milan re derbas dibe û li pişt wî direqise. Kalo, çavê xwe li ser kêbêsên mirovan digerîne. Nola ku mîrov, mîlyonek kewarên mêşê hinguv, deyne binê newaleke kûr û tarî, hîbhîb ji nav kibêsên mirovan dihat. Kalo, çend halanên serdemên kevnar, di kibêsên mîrovan hilda. Kibêsa mîrovan rabû ser tapanê. Pêl li stûyê hev kirin, pêl li zikê hev kirin; nola mahşotê biharê di bin konik de, bû xilexila wan, xwe di ser hev û di bin hev re kirin. Awirê Kalo û Xortekî, tev-dixuruce. Xortê bi qilafet û bi dar-û-ber, nola hogeçekî çav-reş, ku dema dimeşiya erd dihejand, hat li ber Kalo çong veda, destê xwe da ser dilê xwe û ji Kalo re qam veda. Paşê jî rabû ser xwe, destê Kalo ji nav rîha wî derxist, maçî kir û da eniya xwe. Kalo, destê xwe li pişta xortê nola hogeçekî çav reş xist, nistiya xwe di gel mohreke dem-û-dewranan dayê û xatirê xwe ji xort xwest. Xortê nola hogeçekî çav-reş, cardin ji Kalo re qam veda. Kalo, sê gav avêt, di gava çara de cit sekinî, destê xwe di paxila xwe de peland û pîrtûkek ku rûpelê wê ji çermên xezalan bû derxist. Li ser hustê xwe re fitilî, hîn jî Xort di daqûlbûna qam-vedanê de bû. Kalo, ew pîrtûk jî da Xort û nola gersitêrkekê ji wir xuricî, çû....

Kibêsên mirovan, di pêşengiya Xortê çar-gurçik de, ajot ser kelehên zaliman û yeko yeko ruxand, di şûna wan de konên azadiyê yên hezar sitûn vegirt. Heftê û du milet vehewand binî. Sufra bi xêr û bêr raxist, heta şîrê xezalan jî li ser. Nedixwest xumûm were li ser merdiya keç û lawê Kurd. Çil roj û çil şev govenda eşqê gerandin, her kes bi meya wê ser xweş. Eşq û reqsa Kurdo bi nav û deng e, ji vir heta Çîn-û-maçîn û heta welatê Hindê....

Hogeçê çav-reş, êdî bûbû Beran; bûbû rêberê gelê xwe. Her ku diçû, artêşa wî mezin dibû; nola werma mêhr pêre dihat. Welatê wî bûbû dayikek çil-pêsîr û di her pêsîrek wê re, durrekî xwedayî jê diherikî. Serok û rêberê gebgebe, di qesr û qonaxên ku ji perê teyran hatibû avakirin de, dadinîşt…

Dem diçe dewran tê û geleeek baçermok xwe dirûçikînin, da ku rengekî bide qesra beranê çav-reş, kilê çavan, Rêberê gebgebe…

Şevekê ji şevan, Rêberê welatê li ser pişta gê-û-masî, di qesra xwe ya ji perê teyran, di nav nivînê ji hevîrşêm, yên nola perr-û-pîşo nerm de, xewnekê dibîne. Xewna bi xof û hêbet, nivînê ji perr-û-pîşo, nola qalikê kîso, lê dicivi-hev; enî xwîdan dide û di eyarê xwe de diqerpiçe. Piştî vegewixandineke bîhn-fetisok, bi borîn, çingî ser xwe dibe. Eniya xwe ya ku zipikzîpikî xwêdan dabû, bi kefa destê xwe vemalt. Hîn jî qîrîna Kalokê dem-û-dewranan, di pîstika mejûyê wî de deng-vedida: “Kanî mohr û pîrtûka min bide min. Êdî destê min ne li pişta te ye û nistiya min jî ne bi tere ye. Rojekê ji rojan, te ev pîrtûk venekir û te nîşeyên zer-zêrînî nexwend. Aha vaye ji qirnê Feqî, Evdal, M. Arîf, Girabêt, Meyremê, Şakiro, Eyşanê û yên din, tenê Gulbihar mabû û tu li wê jî xwedî derneketî! Êdî Feqî, bi zimanê teyran nalorîne û Evdal, sitrana qulingê bask-şikestî nabêje!…..”

Qulingên bi meya eşqê şerxweş, hew direqisin û nema govenda dilan digerînin. Lewra Gul(ên)bihar(an) çilmisî……

egityaro@hotmail.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Hest, kela can û ziman di aşê asîmîlasyonê de

ad

Kurd jî beşdarî Konferansa Walticê dibin

ad

Vê hefteyê, 'Çar Xwişk', 'Bob Marley'

ad

TFF'ê ji bo sala bê salnameya fûtbolê eşkere kir

ad

“Evdalê Zeynikê” diçe Sri Lankayê

ad

'Şano carek dikare bê jiyîn'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname