Diyarname
Hunermend Xelîl Xemgîn li ser hunermendê mezin Mihemed Şêxo dibêje ku ew wekî kesayet û wekî hunermend, ne sînorên li ser sînga dayika xwe, ne jî, di afirandina hunerê de sînor nas kiriye. Vane gotinên Xelîl Xemgîn:
- Rola Mihemed Şêxo di nav muzîka kurdî de çi ye?
Xelîl Xemgîn; Bêgumane, da ku mirov rola M. Şêxo binase, pêwîste mirov merc û astên wê demê jî, bizanibe. M. Şêxo, di kîjan şert û mercan de, bi çi şêwaz û kîjan kesayet û çi helwestê, cihê xwe di dilê civaka xwe de afirand û bû xwedî rolek wisa? Ez jî bi bawerim ku M. Şêxo, di hunera muzîka netewî de, xwedî rolekî teybet û dibîstanek muzîka kurdi ya resen e! Bê guman, ev mijar hêjayî lêkolînek sosyolojîk e, ev jî delametek lêkolîner, hunermend û rewşenbîra ye!
Berî her tiştî, pêwîst e neyê ji bîr kirin ku huner û hunermendîtî, tiştekî seranser bi dînamîka civakê ve têklîdar e, bûyerên civakî, hejandin û serbin kirina civakê, bi her çi awayî dibe bila bibe, ji sedî sed, wê bi rengekî xwe di afirandina şêwaza hunerê û derxistina kesayeta hunrmedan de, eşkere bike! Ev koralek xwezayî ye, te hêz nikare vê rastiyê biguhêze!!!
Di sedsala bihurî de, dîroka gelê me, bi komkujî û tirajediyên mezin hatiye nivîsandin! Gelê kurd, ji bo parastina xwe û nirxên xwe, li berxweda ye, di baweriya min de, di nava wê sedsalê de, ji bo vejîna hunera muzîka kurdî, du qonaxên girîng û bi wate, bûne telesma vejîn û nûjenkirina muzîka kudî ku heya niha jî, em bi saya wan her du qonaxan dikarin xwe îfade bikin! Daku şaş neyê fêmkirin, em dikarin mînaka birandina şaxê darê bidin! Wekî ku di jiyana rênçberiyê de tê zanîn, ji bo vejîn û hilberdayîna darê, hin şaxên wê bi zanebûn têne birîn. Piştre, bi demsala buharê re, şaxên nûjen vedijîn!!!! Ji bo wê, em behsa wan her du qonaxan dikin!
Qonaxa Yekem, piştî salên 1930 û pêda ye, her wiha, mînakên vê qonaxê, yên mîna Hesen û M. Arif Cizîrî, Kawîs axa, Meyrem Xan, Hesen Zîrek, Elî Medan, Taha Tewfîq, Nesrîn Şîrwan, Mehemdê Mamilî, Seîdaxayê Silopî û hwd. Bi sedan nûnerên wê demê hene!
Her wiha, teybetiyek cuda ya wê nifşê, ji ya dengbêjiya kilasîk hebûye, ku kilasîka kurdî û dengbêjiya resen, ji xwe re bingeh danîne û bi gaveke pêş de, nuhkirin û bi demê re, tepkî û reksiyonên xwe îfade kirine! Heger mirov berhemên wê qonaxê bicivîne gel hev û guhdar bike, bi awayekî seranser, mirov dîroka serpêhati û trajediya civakê dixwîne û dibîne!!!
Qonaxa duyemîn, ji destpêka salên 1960-70’yan de rû dide, ên mîna Eyşeşan, Tehsîn Taha, Îsa Berwarî, Mehmûd Ezîz, M. Elî Şakir, Seîd Yosuf û her wiha Mihemed Şêxo... hwd, nûnerê vê qonaxê ne!
Îca, M. Şêxo, di baweriya min de, hem kesayet û hem jî hunermend, wekî ku kevirê koşeya vê qonaxê ye! Heger em şert û hoyên qonaxa ku Mihemed Şêxo têde berz bû ye, bînin ber çavan û bi awayekî zanistî binirxînin, ji dûrî
helwestên hestewar! Hem di warê kesayetê de, hem jî di warê hunera vî camêrî de, cudabûna wî, aso armancên wî qasîdkar... mirov dikare bibîne!!! Ez bawerim, heger hunermendekî her kes dixwaze xwe wekî ku wî, bi rêk û pêk bike, her kes dixwaze xwe bigihîne dereceya wî, her kes wî ji xwe û afirandêriya xwe re çavkanî dipejirîne.... wê gavê, mirov dikare ji wî/wê re bêje, di çand û hunera civaka xwe de, xwedî rol e. Îro, mêze bike, her kes, her cureyê ku bi hunera muzîkê ve mujûl dibin, dixwezin sûd ji hunera M. Şêxo bigrin.
M. Şêxo, wekî kesayet û wekî hunermend, ne sînorên li ser sînga dayika xwe Kurdistan pejirand, ne jî, di afirandina hunera xwe de, sînor naskiriye.
- Giraniya stranên wî (ji aliyê naverok/gotin û muzîkê ve) çi ye?
X. Xemgîn: Destpêka salên 1970’an de, hewldanên wî ku stranan bi xwe biafirîne ye. Di wê demê de, “Ez bû me pîrê xemcivîn” çêkir! Hîn wê demê, M. Şêxo firehiya asoya xwe deşîfre kir.
Di wê demê de, hunermendên wê nifşê ku Mihemed ew ji xwe re wekî mamosteyan dipejirandin... şêwaza afirandina Mihemed Şêxo, hilbijartina gotin, awaz û mijarên netewî, an mijarên watedar, rê li ber nirxandinan vekiribû, her wiha, Mihemed Şêxo ji wê demê de, di dilê civakê de, ji xwe re cihekî cuda afirindibû! Bê guman, piştre, seranserî meşa xwe, jiyana xwe, hunera xwe, afirandêriya xwe û hwd. Li gora vê yekê bi rêk û pêk dikir...
Rewşenbîrî û hunermendiya M. Şêxo, di hilbijartin û afirandina gotin û awazên wî de, eşkere ye. Mihemed Şêxo, cêwîtiya hunera muzîkê û wêjeya kurdî,
baş dizanî û baş têgihîştî bû! Li gora baweriya min, ew evînperestekî wêjeya netewî bû, wî ji sedî sed bawer dikir ku muzîka bê wêje, tenê qelabelixî ye! Di afirandina hunera xwe de, cîh daye helbestên helbestvan û wêjevanên herî pispor û mezin, her demê bi nazikî û balkêşî, li gotina bedew û watedar geriya ye! Di naveroka stranên M. Şêxo de, estetîka wêje û xemla edebiyata gelêrî, bi hesanî mirov dikare bibîne... Her wiha, tim geriyaye ku awaza nava gotinê, gotina ji bo awazê xwe îfade bike, bibîne û ji xwe re birêse!!!
Ez bawer dikim ku ji aliyê lêkirina muzîkê, arenje û bingehên lêkirinê de, stranên M. Şêxo, hêjayî nirxandin û ji nuh de nîqaşkirinê ne! Bê guman, mîna her kesî, jixwe di wan şertên wê demê de, her wiha bê derfetî û xizantiya Mihemed Şêxo de, bandorên cur bi cur li ser hunera wî çêbûne, lê belê, ne bandorên teqlîd û kopîkirinê ne! Di heman demê de, mîna îro, di hunera Mihemed Şêxo de, biyanîbûn û ji xwe dûrketin nîn e! Lê belê di warê şêwaz û lêkirina berhemê de, hem bandora rîtma ereban, hem jî, bandora awaza fersan, mirov dikare bibîne! Lê bi baweriya min, ev yek jî, tiştekî sirûşt e, ji ber ku, meger civakên mijara gotinê cîran in, bê guman wê bandora wan jî, li gel hevdu hebe!
- Stranên wî bersiva îro jî didin yan na?
X. Xemgîn: Heger mirov guhê xwe baş bide hunera M. Şêxo, mirov wê bibîne ku kalîte û resentiya di hunera wî de, mîna ku bi zimanê gelêrî dibêjin “barana nîsanê ye, zêr a xeresanê ye!” bi gotinek din, heger berhem û afirandinên wî, heya îroj, bi awayekî herî zêde tên bi kar anîn, wê gavê, ev hinekî jî, tê wateya ku civak xwe û rewşa xwe, di wan berhemande dibîne!
Yanê Mihemed, bi hostetî û têgihîştina xwe, mirov dikare bêje ku wî berhem û stranên mayînde ji civaka xwe re hêştine û kirine nirxên civakê!
- Mihemed Şêxo li rojavayê Kurdistanê li gundekî Qamişloyê hatiye dinê. Li parçeyeke din a kurdan bihata dinê dê çi biguheriya? Tesîra wê parçeyê çiqas li ser hebû? Yan jî em di vî warî de dikarin çi bibêjin?
X. Xemgîn: Mîna li jorê min aniye ziman, wî ne sînorên li ser sînga dayika xwe pejirandî, ne jî, ji hunera xwe re sînor pejirandine! Ji xwe, di wê temenê xwe kurt de, afirandin û meşandina jiyanê têra temena wî nekiriye! Hîn di wan astên reş û tarî de, çû ye Misûlê berhemek gelekî enteresan tomar kiriye. Îca wê demê sînemaya Hindistanê gelekî popîler bû, divê ku ji ber wê bandorê be, di wê berhemê de, M. Şêxo hin stranên bi zimanê hindî jî gotiye. Di ciwaniya xwe de, ji bo hunera xwe, li giyanê xwe yê azad digere, di destpêka salên 1970’an de, nefesa xwe ya azad, li başûrê welêt, di nava şoreşa Berzaniyê nemir de, distîne!
Di 1975’an de, bi têkçûna şoreşê re, dibe penaber û girtiyê SEVAK’a Şahê Îranê... Heya destpêka salên 80’yan, vedigere Qamûşloyê, tevî hemû astengî, zext û zordariya van dewletên dagirkar, çawa ku M. Şêxo, berê jî, di stran û awazên xwe de, bakurê Kurdistan dayika netew didît û pê distira, bi geşbûna pêta berxwedana Zindana Amedê û şehadeta Mazlum Dogan re, vê carê jî, ji bo Mazlum strand... Yanê dixwazim bêjim ku M. Şêxo bêhtirî ji beşekî welêt, mirovekî Kurdistanî bû!
- Ji bo xwedîlêderketina navê wî divê çi bê kirin? (Mînak wekî abîde, peyker yan tiştên din) Kurd bi têra xwe wî bibîr tînin yan na?
X. Xemgîn: Belkî gotinek kilasîk e, lê di baweriya min de, xwedî lêderketina herî baş ew e, ku mirov helwesta wî nêzîkahiyên wî û karektera wî, ji bo hunera gelê xwe bişopîne ye!Kî dizane! M. Şêxo heger heya niha jiyan bikira, belkî bandora vê rewşa ku ez navê Eurovîzyonê lêdikim, li wî jî bikira! Min êş û azarên jiyana M. Şêxo, bi xwe ji devê wî nemirî guhdar kirine, her wiha, wekî wî jî, em bi xwe, wan êş û azaran dikişînin! Belkî reng û şêwaz, şert û cîh û mekan ji hev cuda ne, lê ez bawerim heman tişt in!
Bi dîtina min, heya niha, ên ku ji xwe re dibêjin “em hunermend in” ji bo repertuara xwe dagirin M. Şêxo dinasin, ên ku dixwazin rûpelê rojname û kovarên xwe dagirin jî, bi heman nêzîkahiyê jî gelek in!! Sazî û dezgehên kurdan, bi teybetî, li bakur û başûrê Kurdistanê, ji bilî hin kanalên TV, bi mantiqê bazirganî û jêsûdgirtinê, xwedî li vî nirxê me derdikevin.... û hwd. Gelek mînak mirov dikane rêz bike.... Ez di wê baweriyê de me, ku mirov çi bike jî, ji bo xizmeta wî camêrî hîn jî kêm e.
Nemir Aramê Tîgran, qet nebe, bi saxiya xwe, hin tiştên ku heq kiribûn dît û jiyand, me wekî civata hunermendan, bi tiştekî bi çûk be jî, di saxiya wî de, me rêz û qedra wî nîşana wî da!
Hê ku hatî bîra min, ez hema bêjim, her wiha mîna rexnedanekê jî diyar dikim, gelek caran, ji bo bîranîn û qedirgirtina M. Şêxo jî, hewildanên min bi xwe jî, çêbûne, lê gelekî mixabin, her carê min li pişt xwe mêze kir, ne dezgehek, ne jî saziyek hevkar, xwe bide ber xebate wisa nîn e!!!
Li dawiyê, li ser pirsa we ya ku kurd bi têra xwe wî bibîr tînin yan na? Dixwazim gotine kurt bînim ziman.
Bi vê nîzîkahiyê, bi vê hesabên biçûk, di nava vê Eurovîzyona gerdûnî de, xwezî ji bo amadekariya berbanga sibê, li nirxên îroj xwedî derkevin, ji xwe ên mirî çûne!!!!


