Diyarname
Sazkar û mebûsê Ak Partî yê Stenbolê Osman Yagmurdereli li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Hunermend, sazkar û mebûsê Ak Partî yê Stenbolê Osman Yagmurdereli ji 11'ê tîrmehê ve li nexweşxaneyê ji rêyên kîsikê xwe dihat dermankirin.
Yagmurderelî ji ber ku piçekî rewşa wî baş bûbû çarşemê bi îzna dixtoran jî çûbû mala xwe lê ji ber ku rewşa wî giran bûbû dîsa rakiribûn nexweşxaneyê. Yagmurderelî îşev di saet 02.25'an de jiyana xwe ji dest da.
Bi bihîstina xeberê de dostê wî û hunermendên hevalên wî çûn nexweşxaneyê.
Yagmurderelî kî ye?
Osman Yagmurdereli di 6'ê reşemiya 1953'yan de li Trabzonê hatiye dinê. Beşa Muzîkê ya Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Gazî xwendiye. Yagmurderelî ku demekî mamostetî jî kiriye heta niha gelek rêzefîlm kişandibû.


