Diyarname
Hejmara adarê ya kovara çand, huner û wêjeyî ya Sanat ve Hayatê derket. Kovarê di vê hejmarê de li ser lozan dosyayeke amade kiriye. Di dosyayê de ji muzîk heta destan, ji sînema heta wêje, dîrok, folklor û çanda lazan agahî hatine pêşkêş kirin.
Ji nivîsan İsmail Avci Bucaklişi nivîsa "Di çanda lazan de dawet û rîtuel" rewşa çanda rengîn a lazan pêşkêş dike. Nivîskar Sait Çetinoglu jî li ser yekem rojnameya lazan a ku li Gurcistan bi navê "Stêrka Sor" (Mç’ita Murunxi ) derket û di sala 1932'yan de li Tirkiyeyê hat qedexekirin sekiriye. Her wiha Kâmil Aksoylu, Ozge Ç. Denizci jî di dosyayê de bi nivîsên xwe, Semra Çelebî jî bi hevpevyîna ku bi derhêner Elif Ergezan re kiriye di dosyayê de cih girtiye.
Her wiha Cezmi Ersöz, Hatice Eroglu Akdogan, Ece Dogan, Ragip Zarakolu, Hacı Orman, Orsola Casagrande bi nivîs û hevpeyvînên xwe di kovarê de cih girtine.
Ji bo kesên eleqedar:
Sanat ve Hayat dergisi
Navnîşan: Şehit Muhtar Mah. Zambak Sk, no:11/2 Beyoğlu-İSTANBUL
sanatvehayat@gmail.com
Tel: (0212) 245 99 64


