Diyarname
Bi xebata Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê nivîskarên kurd ên ku li Stenbolê dijîn li hev civiyan. Di civînê de li ser xebata ku wê li ser wêjeyê bê kirîn hate axivîn.
Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê ji bo ku li 10-15 bajarên Tirkiye û yên kurdan çalakiyên li ser wêjeyê li dar bixe xebateke da dest pê kirin. Di çarçoveya vê xebatê de li ser navê komeleyê Arjen Arî, Azad Zal, Lal Laleş û nûnerê komeleyê yê Stenbolê Hasan Ozguneş li Bexçeya Cezayîrê ya li Stenbolê civîneke bi nivîskarên kurd ên li Stenbolê dijîn re pêk anî û bernameya ku wê li dar bixin da nîqaşkirin.
Di civînê de li dor 50-60 nivîskar amade bûn û piraniya nivîskaran li ser mijarê dîtinên xwe anî ziman. Amadekarên civînê pêşî dan zanîn ku par fikra projeya "Wêje dîroka xwe dinivîse" bi wan re çêbûye û bi vê yekê wê bikin ku wêjeya kurdî geş bikin, û wêjeya kurdî bigihînin ciwanan, bi taybetî jî ciwanên li zanîngehan.
Ew dixwazin saziyên kurd, nivîskarên kurd bikişînin nav vê xebatê, dîsa bi saziyên tirk re jî bêne ba hev, xebata xwe bi wan re jî par ve bikin. Ew wekî gava yekemîn dixwazin li Stenbolê çalakiyan di meha avrêlê de lidar bixin û bi vê yekê dixwazin "deriyeke nû vekin."
Li gor nîqaş û axaftinên ku hatin kirin dixwazin li Stenbol û bajarên din herî hindik sê çar çalakiyên wekî çalakiya li ser helbestê, li ser romanê, li ser çîrokê û herî dawî jî wekî şahiyekê çalakî li dar bixin. Ew di wê baweriyê de ne ku dema li Stenbolê xebateke serketî pêk bînîn ev yek dê tesîr li xebat û çalakiyên wan ên li bajarên din jî bike.
Di civînê de piraniya nivîskaran li ser çalakiyên ku wê bêne li dar xistin fikrên xwe anîn ziman. Digel ku hin nivîskaran li ser tiştên derveyî mijarê axivîn jî piranî pêşniyarên erênî û gotinên ji bo serketina çalakiyê anîn ziman.
Bi kurtahî ji civînê hin notên ji axaftinan:
Sami Tan: Piştî salên dirêj yekem car li Stenbolê xebateke wisa bi nivîskaran re hate kirin. Ev xebat divê ji bo rêxistinkirina Komeleya Nivîskaran jî bibe gavek, komele rêxistinkirina xwe xurt bike.
Berê naenda xebatên çandî Stenbol bû, ev navend çû Amedê û bi vê yekê re ev der hinek vala hate hiştin. Ger
em dixwazin dengê wêjeya kurdî bê bihîstin divê Stenbolê vala neyê hiştin. Nivîskar divê bibin hêz û tesîrê li wêjeya tirkî jî bikin.
Divê komîsyoneke bê avakirin ku xebata li Stenbolê bi rê ve bibe.
Kerem Soylu: Pêşniyara min ew e ku li gel bajarên ku we diyar kirine, li Bazîd, Cizîr û Axtepeyê jî li ser wêjeya klasîk xebat bê kirin. Ji ber ku li van deran kedeke daye wêjeya klasîk.
Remzi Çakan: Bila konferanseke nivîskaran bê li dar xistin û bila nivîskarên kurd û tirk têde bêne ba hev. Li Kolikê Parka Osman Sebrî hate vekirin. Ez dixwazim li wê derê, li Parka Osman Sebrî çalakiyeke bê li dar xistin û li wê parkê helbestên wî bêne xwendin.
Zana Farqînî: Di nav çalakiyan de divê ziman jî hebe. Bila çalakî li zanîngehan bêne li dar xistin û zimanê çalakiyan divê bi tirkî be jî ku raya giştî ya derveyî kurdan jî hay jê hebe.
Cemil Oguz: Dema çalakî wê li ser helbest, çîrok, roman be, di hefteya ku ev çalakî bêne li dar xistin de pêşangeheke jî bê vekirin wê baş be. Pêşangeh li ser wêneyê romana yekem, çîroka yekem, helbesta yekem be. Dîsa di pêşangehê de em bibêjin wêneyê Erebê Şemo, Eliyê Evdirehman û kesên wisa hebe wê gelek bi bandor be.
Kawa Nemir: Van demên dawî de qîmeta kurdên Rusyayê zêdetir derketiye pêş. Paneleke li ser Qonaxa Kurdên Kafkasyayê bê li dar xistin dê ev qonaş baştir bê fêmkirin.
Li gor hinekan pêşengê nûjenkirina edebiya kurdî Cegerxwîn e, li gor min Evdile Goran e. Pêşgengê nûjenkirina edebiyata kurdî kî ye? Paneleke li ser vê yekê bê lidarxistin wê baş be.
Îbrahîm Xort: Divê xwerî bi kurdî bername li dar bikevin. Divê rêxistinên siyasî jî bêne beşdarkirin.
Şanoger Aydin Orak, Berfin Zenderlioglu, Onur Cebe xwestin di nav çalakiyê de xebatên şano jî hebe ku şano û wêje ne dûrî hev in.
Wekî nota dawî: Nivîskarên ku axivîn hema her kesî daxwaza piştgiriya xwe ya ji bo xebatê anî ziman.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


