Necati Tosuner*
Çi ye çîrok?..
Rewşa ku rasterast an nerasterast bi mirovî re têkildar e û awayê wê ya jiyînê dide, navika wê rewşê, diyarkirina kîtekîteyên wê û vezelana rasteqîniyê û kirpandina barê hestê kiriye mebest, bi tena serê xwe girêdayî, cureyeke paxşanî, navgîneke veguhêzanê ye çîrok.
***
Dema zarok bûm, cêreke min î ji axê hebû. Ku min pif dikire lûlika wê, dikire tîtî. Gava min piyale tije av dikir, dengê çivîlkan derdixist. Hîna min neizanî ku ew giroveriya cêrê dişibe pişta min. Min gelek tiştan nedizanî. Dûre, ku mecbur mam her tiştî zûka fêr bibim, bû sedema nivîskariya min.
Bi vî awayî ku mirov xwe binivîsîne, ligel ku êşê bide jî, mirov pênûsê di cane xwe re bibe, ew jidilî, bi rik mirov bi ser rastiyê ve bigre, van gelekî alîkariya min kirin.
Di warê jiyanê de jî...
***
Ji ber vê, ji bo min –bi piranî- weke karekî gazin kirinê ye nivîsîna çîrokê.
Hilgirtina tiştekî gotinê, ku mirov nekarî nebêje, gotin… dûre jî, hînbûna gotinê ye. Li hemberî min kesek heye, -xwendevan. Êdî pirsgirêk ne ew e ku ez ê çi jê re bibêjim, yan jî ez ê bibêjim an nebêjim e. Ez ê çawa bibêjim? Gelo ku çawa bibêjim ez ê karibim tiştê ku bixwazim vebêjim, veguhêzim?
Daxwaza min ew e ku qet nebe di warê rewşa ku tê vegotin de agahiyan bidim kesê ku dê bixwîne. Ku pê bigre, ji ceyrana rastîn bihêztir e. Bihestbûn jî helwesteke pir mirovî ye. Ku di kesê xwendevan de ez vê yekê bi dest bixim, çima ew jî “malava”niyekê nede min?.. ma ev jî çima têra min neke?..
***
Weke encameke teqez a vê daxwaza vegotinê, di hin çîrokên min de, bûyereke diyarkirî û helwesta li hember wê heye. Ji ber ku hatiye jiyîn û teqez divê bête vegotin.
Û hin çîrok hene, ji hestbûneke piçûk dest pê dikin, bi te digrin û te bi xwe re dibin. Giraniyeke bûyerî nîne bi wan re. “Dema çîrokê” gişt hatiye radeya “kêliyekê”.
Şeqamekê li stû dixe û direve.
Teqez e ku nivîskariya min deyndarê cureya yekem e. Lê ku ez çîrokên cureyê duyem dinivîsînim, ez bêtir şad dibim.
Belê, tu kes navê kesekî dî li ser bahola xwe nanivîsîne.
Nivîskarî jî rêwîtiyeke dirêj e ku kes nizane dê çi bi xwe re bîne.
Nexwe, em gelek deyndarê wê ne ku dinya hinekî xwehr e...
Hêvî dikim ku çîrokên hûn dijîn, xweş bi dawî bibin!
Werger: İsmail Dindar
* Li Tirkiyeyê her sal kesek "Danezane 14 Reşemî Roja Çîroka Cîhanê" dinivîse. Danezana îsal ji aliyê çîroknivis Necati Tosuner ve hat nivîsandin û em jî di vê rojê de bi wergera nivîskarê xew Îsmaîl Dîndar vê danezanê pêşkêşî we dikin.
***
Nûçeya eleqedar:
- Komeleya Nivîskaran ji bo 'Roja Çîrokê ya Cîhanê' çalakiyek li dar dixe


