logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  3. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  4. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

TZPKurdî 3 mîtîngên ziman li dar dixe

TZPKurdî di Roja Zimanê Kurdî de wê li Amedê resepsiyoneke û li sê cihan jî mîtînga li ser zimanê kurdî li dar bixe.

  • Dîrok: 30/03/2010
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Desteya Ahengîsaz a TZPKurdî roja 28’ê adara 2010’an civîna xwe ya asayî pêk anî. Desteyê ji bo roja ziman li Amedê biryara resepsiyonekê û biryara li darxistina 3 mîtîngan da.

Desteya Ahengîsaz a TZP kurdî di civîna xwe de li ser rewşa giştî ya siyasî, rewşa xebatên zimên bi berfirehî nirxandin kir û ji bo dema pêşiya xwe jî bernameya xwe ya xebatê amade kir.

Piştî civînê desteyê di daxuyaniya nivîskî ku weşand de girtina rojnameya Azadiya Welat bi tundî şermezar kir û piştevaniya xwe ji bo tekane rojnameya xwerû bi kurdî Azadiya Welat diyar kir. Desteya Ahengîsaz biryar girt ku bi vê armancê kampanyayekê bide destpêkirin. Her wiha desteyê êrîşa li ser saziyên kurd ên li Brukselê jî şermezar kir.

Girîngiya TZPKurdî nehatiye fêmkirin

Daxuyanî dide zanîn ku di van çend salan de TZPKurdî bi têkoşîn û xebatên xwe bingeheke rêxistinî û hişmendiyê ya zimanê kurdî ava kiriye, her wiha xebatên hîndekariyê bingeha perwerdehiya kurdî jî hêdî hêdî kiriye. Di daxuyaniyê de wisa hate gotin: "Xebatên TZPKurdî her çiqas heta radeyekê di nava civakê de bi cih bûbin jî, ew xebat nikarin bandoreke baş li civakê bikin. Piraniya kurdan hê ji xebateke wiha ne agahdar in, kesên ku agahdar in jî bi tenê ji hin çalakiyên wê agahdar in, bi girîngiya wê û têkoşîna zimên nehesiyane. Her wiha di nava qada siyasî de jî cih û girîngiya TZPKurdî nehatiye fêmkirin û pejirandin."

3 hezar kes beşdarî qursan dibin

Daxuyanî dibêje ku TZPKurdî bi xebatên xwe yên hîndekariyê hêdî hêdî bala civakê dikişîne ser xwe, lê xebatên hişmendiyê hê jî pir qels in û van yekan lê zêde dike: "Çalakiyên hişmendiyê ne li gorî bernameyeke birêkûpêk, bi piranî di hin rojên taybet de têne kirin. Di warê rêxistinî de her çiqas ne li gorî daxwazê be jî xebat her ku diçe berfireh dibe, bi vê armancê li gelek cihan komîsyon û komele hatine vekirin. Di warê hişmendiyê de jî hê tam xebateke birêkûpêk û li gorî bernameyekê pêk nehatibe jî nemaze di rojên taybet de gelek çalakî hatine lidarxistin. Xebata perwerdehiyê ji aliyê çawanî û çendaniyê her ku diçe bi pêş dikeve. Li gorî raporên ku herêman li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê niha zêdetirî 3 hezar kesî beşdarî kursên TZPKurdî dibin, hejmareke nêzî vê jî kurs bi dawî kirine û sertîfîka wergirtine."

Resepsiyonek û 3 mîtîng

Desteya Ahengîsaz di civîna xwe de li ser Cejna Zimanê Kurdî jî hin biryar girt. Li gor van biryaran wê roja 14'ê gulanê li Amedê resepsiyoneke bê dayîn, roja 15'ê gulanê li Kop û Cizîrê, roja 16'ê gulanê jî li Qoserê wê mîtîngeke ziman li dar bixe.

Her wiha hate gotin ku malpera TZPKurdî jî hatiye nûkirin û dê xebatên wan di vê malperê de bi berfirehî bêne weşandin.

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji Meclisa Roja biryara yekemîn

ad

Amed spor dê ji vê komê derkeve

ad

Kutumê ku ji ber peyva 'Kurdistan'ê hatibû girtin, hat berdan

ad

Dawiya vê hefteyê li 6 bajaran çalakiyên çandî

ad

Pêşniyarên ji bo guhranîkirina stran û klaman

ad

Berendamên Wanê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname