Diyarname
Li gor lêkolîneke ku li Îsraîlê hate kirin yên ku cixare dikişînin li gor yên nakişînin bêaqiltir in.
Navenda Tenduristiyê ya Sheba li ser nêzî 20 hezar kesî lêkolîneke kir, di encamê de rewşa IQ’ya kesên ku cixare dikişînin û yên ku nakişînin derxist holê. Di encamê de derket holê ku yên ku cixare nakişînin IQ’ya wan ji yên ku dikişînin zêdetir e.
Encam wisa derket:
- IQ’ya kesên ku qet cixare nakişînin, bi giştî: 101
- IQ’ya kesên ku cixareyê dikişînin bi giştî: 94
- Yên ku rojê pakêtek an ji pakêtek zêdetir cixare dikişînin IQ’ya wan bi giştî: 90
- Yên ku piştî temenê 18’an dest bi kişandina cixareyê kirine bi giştî IQ’ya wan: 97.


