Helbestvan Selwa Gulî û Fatma Savci li Kitêbxaneya Kurdî di şeveke helbestê de helbestên xwe pêşkêş kirin.
Şeva helbestxwendinê ya ku roja 16'ê vê mehê li Kitêbxaneya Kurdî ya li Stockholma Swêdê de nivîskar, helbestvan wekî guhdar amade bûn. Di şevê de ji Başûr helbestvan Selwa Gulî û ji Bakur helbestvan Fatma Savci amade bûn. Her du helbestvanan helbestên xwe xwendin û qala helbesta xwa kirin.
Parçeyeke ji helbestên wan:
Koça min ne belasebeb e,
Ne pey gotina xalxalokê ketim,
Ne Qesîdeyekê ez li ber xwe birim.
Çuyin,
Di destê min de
Xeydek ji kulîlka sedefê ye…
Şev,
Nahwirîneke dur li valahiya malên Heskîfê,
giriyekî hûrik hûrik,
nalîneke xunav xunav
li payiza helbesta min,
û li ser kêlên destanên bêxwedî ye… (Fatma Savci)
Ez li welatekî sor ji dayîk bûm.
piştî rokê çengêt xwe bask kirîn,
bûm egîdek û min şev şopand
mam di qedera spêdê de?
çi zengila li bin guh min nehajot.
Li ser birînêt zox-girtî min lorand,
û kendala li min vedigêra.
Xewn li xemêt min bûn heval.
Erê keça bakur.
Min ne ji mirinê kar kir..!
Çar gezêt cangê spî.
Ew jî ji ber kifnê,
mêrxasêt gûndê me mabû.
Erê, ji ber egîda mabû..! (Selwa Gulî)


