Diyarname
Bob Marley muzîkarekî efsanewî ye ku di sala 1945'an de hatibû dinê û i sala 1981'ê de miribû. "One Love", "No Woman No Cry" ji stranên wî yên navdar didu ne. Niha jiyana wî dibe fîlm. Paramount Pictures û Ziggy Marley bi hev re fîlm dikişînin. Kurê Bob Marley ê herî mezin Ziggy Marley ji bo jiyana bavê xwe bike fîlm dest bi xebatê kir. Di fîlm de li ser jiyana wî ya muzîkê û jiyana wî ya taybet dê agahî hebin. Salên borî bi navê "Marley" belgefîlmekî li ser jiyana wî hatibû kişandin, niha jiyana wî dibe fîlmê metrajdirêj.
Ziggy Marley jî wekî bavê xwe muzîkar e. Di heft salên dawî de wî bi sê belgefîlm û konserek kir ku mîrateya bavê wî bigihê nifşê nû. Niha jî xebata fîlmê metrajdirêj daye dest pê kirin. Tê texmînkirin ku dê Ziggy Marley di nav koma senaryoyê dinivîse de cih bigire.


