Selahattin Demîrtaş*
Vê gotarê ji Girtîgeha Bi Ewlehiya Mezin a Edîrneyê ku li ber sînorê Bulgaristanê ye dinivîsim. Girtîgeha Edîrne 7 kîlometre dûrî navenda bajêr e û li nêzî wê tu gund û navçe nîn in. Dora wê bi gulberojkan hatiye pêçan. Dema her meha gelawêjê tê coşa rengên zer û kesk li dora girtîgeha bêreng dipêçe. Hûn gulberojkan dizanin. Di nav çend mehan de mezin dibin û serê wan ku pêşî berxwe ye hêdî hêdî mezin dibe û ber bi rojê ve berê xwe bilind dike.
Hevdîtina çeman
Ji ciwaniya xwe ve heta niha ez kengê erdekî gulberojkan bibînim nizanim çima ciwanên li kuçeyan mil bi mil û bi serbilindî ber xwe didin tên bîra min. Hema li ber girtîgehê Çemê Tunca ku ji kûrahiya Bulgaristanê tê diçe. Li van deran bi kîlometreyan dirêj xeteke kesk çêdike û li cihek nêzî navendê ligel Çemê Merîçê digihîje hev. Çemên gihîjin hev bi salên dirêj e coş û dirustiya mirovên ji nû ve tên ba hev nîşan dide. Ger ez rastiyê bibêjim nêzî 20 salan e ez li nava dîmena ku min jor qal kir im; lê tu derfetê min çênebû ez van bibînim. Mirov li girtîgehê be tiştek wisa ye. Ji bo cihê ez lê me hinek din baş fêm bikim tiştên malbata min qal dike û tiştên parêzerên min jî tînin ziman ê dikim, hinek jî hêza xeyalên xwe lê zêde dikim û vedibêjim. Rastiya meseleyê ew e ku ez li girtîgeheke ji serî heta binî ji bo bêreng be hewlda ne me û ez li ser kursiyeke plastîkî ku zêde ne xweş e rûniştime û van rêzikan dinivîsim. Min bêriya gera li nav erdê gulberojkan jî, li gera li cihê çem digihîjin hev jî kiriye.
Paytexta herêma kurdan
Salek û 8 meh berê, şevekê Amedê ku paytexta herêma kurdan a Tirkiyeyê û malbata min lê dijî ez hatim girtin û wan ez anîm vê derê. Di navbera min û malbata min û hevalên min de cihek bi qasî 1700 kîlometre heye. Wekî parêzerekî mafên mirovan ez li hemû girtîgehên il herêma kurdan ê Tirkiyeyê geriya me û min binpêkirinên mafên mirovan diyar kirine û li ser rapor nivîsîne. Lê tu demê ez mecbûr nehatime hiştin ku ew qas dirêj li girtîgehê bimînim. Li aliyê din ji bilî ez wekî girtîyekî naskirî me, ez tiştek ku li vir min û girtiyên din ji hev venaqetîne nabînim. Îro li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran mirov hene ku ji ber mafên xwe yên azadiya ramanê û azadiya rêxistinkirinê bikaranîne wekî 'terorîst' hatine bi nav kirin û hatine girtin.
Yên li hundir û yên li derve
Ez tam nizanim lê ev heye, îro li Tirkiyeyê dijberên Erdogan yên ne li girtîgehê, rewşa wan ji aliyek ve ji me baştir ji aliyek ve ji me xirabtir e. Aliyê baş ew e ku azadiya wan heye ku li nav welat bigerin, ew ne dûrê mirovên ji wan hezdikin in û bi azadî dikarin li nav erdê gulberojkan bigerin. Aliyê xirab jî bi qasî me ne azad in. Şirovek li nav tora civakî bikin, çend gotinên dijî Erdogan an AKP'ê bibêjin, polîtîkayên dewletê yên li ser pirsgirêka kurd rexne bikin, her wiha li ser mafên mirovan civînek çêbikin û ji bilî van, tiştek nekiribin jî bi gotinên derew ên şahidên veşarî dibe ku di cih de wan biavêjin girtîgehê. Ji vê nivîsê jî wekî ku hûn dibînin li girtîgeha ewlehiya xurt rih jî aqilê me jî hê azadtir e. Tu tirsa me ji hikumetê nîn e. Yên li derve li girtîgeheke servekirî ya mezin de ne.
Dikarin demek dirêj darizandina min bidomînin
Di hilbijartina 24'ê Pûşpera 2018'an de ez yek ji 6 kesan im ku berendamê Serokomariyê me. A rast di nav dîroka siyasî ya dinyayê de min nedixwest bibim yek ji hin kesên wekî 'Berendamê Serokomariyê yê li Girtîgehê'. Lê ev yek ne terciha min, ya Erdogan e. Piştî hatim girtim heta salekî wan qet ez dernexistim pêşberî dadger. Paşê tenê du caran ez derxistim pêş dadger. Tu nîşaneyek ku ez bibînim bi awayekî adilane tême darizandin nîn e. Niha jî li ser daxwaza hikumetê çiqas bixwazin dikarin darizandina min dirêj bikin an jî bi sedan salan cezayê hepsê bidin min.
Bersiva çima nayêm berdan
Ji her kesî zêdetir ji hakim û dozgerên ku ji Erdogan ditirsin ez ne li benda edaletê me. Çiqas hêviya min a ji daraza li Tirkiyeyê hindik be, ew qas jî hêviya min bi gelên Tirkiyeyê ku dê darazê azad bikin xurt e. Ji bilî Erdogan, çar berendamên din gotin divê daraza wî bê girtinê bidome. Li nav gel serê mirovan tevlihev e. Erdogan her roj di mîtîngên xwe de min wekî sûcdar nîşan dide, gel jî serê wan tevlihev bûye ku ger ev sûcdar e çawa dikare bibe berendamê Serokomariyê. Ger ne sûcdar e çima nayê berdan, gel li bersiva vê digere. A rast bersiveke gelek hêsan a vê pirsê heye: Hikumet dizane ger îro bêm berdan wekî hilbijartina 7'ê Pûşpera 2015'an ezê muxalefetek bibandor bikim, ligel hemû zordarî û mercên newekhev jî ezê xeyalên Erdogan ên otorîter veguherinim jêre bikim kabûs.
Encamên 24'ê mehê
Li girtîgehê li nav mercên hindik be jî ez ji nêz ve siyaseta Ewropayê dişopînim. Mixabin bi têra xwe alîkariya hemwelatiyên Tirkiyeyê yên li girtîgeha ser vekirîne nakin. Hilbijartina ku nêzîk de dê çêbe ji bo Tirkiyeyê dê demokrasî bîne yan dîktatorî bîne, di van waran de ye. Em pêvajoya Yekîtiya Ewropayê deynin aliyek jî, her pêşketina li Tirkiyeyê, bi taybetî ewlehî, aborî û meseleya penaberan raste rast Ewropayê eleqedar dike. Loma ez fêm dikim ku welatên Ewropayê Tirkiyeyek bi îstîkrara siyasî û aborî dixwazin. Lê tiştek zor e ku ez fêm bikim çawa hûn nabînin ku rêveberiya otorîter a Erdogan dibe sedema bêîstîkrariya siyasî û aborî. Hikumetên Ewropayê çavên xwe ji bo kirinên antîdemokratîk ên Erdogon girtine û beramberî vê yekê ji bo demek kin di mijarên aborî û penaberan de bersiv girtine. Lê tu domandina vê yekê nîn e. Erdogan her polîtîkayên neteweperest û îslamperest gur dike ku ev yek dibe sedema duparkirina civakê ku ev bûye sedema qeyrana siyasî û pêre jî qeyrana aborî jî derxistiye holê. Erdogan di 24'ê pûşperê de bi zordarî û hîleyê ragihîne ku ev hilbijartin bi dest xistiye jî, ev yek ji bilî gurkirina qeyranên li Tirkiyeyê dê encamek din bi xwe re neyne.
Banga ji bo rêberên Ewropayê
Desthilatdariya Erdogan hemû derfetên dewletê ji bo kampanyaya xwe seferber kirine, sedî 90 çapemenî girtiye bin qontrolê xwe, ligel vê yekê jî ji bo desthilatdariyê bimîne bêçare ye; yên kesên bixwazin dikarin ji polemîkên ku ew ligel min dike vê yekê baş fêm bike. Di dawiyê de anketên hilbijartinê nîşan dide ku Erdogan di rewşek xirab de ye. Erdogan di mîtînga ku 10'ê mehê çêkir de ji bo hilbijartinên xwe wahd kir ku ew dê min îdam bike. Rêberên Ewropayê ku li ser navê Tirkiyeyê xeman dixwin divê vê bipirsin: Em çawa ligel rêberekî ku îdamkirina reqîbekî xwe ji bo hilbijêrên xwe wehd dike rûdinin û diaxivin? Gelo me dest ji rêgezên Ewropayê berdaye?
Domandina têkoşîna wekhevî û azadiyê
Ez dikarim bibêjim berdêla wê çi dibe bila bibe, ji bo gelê xwe ezê dest ji muxalîfbûna xwe bernedim. Ez dizanim ku ligel min bi deh mîlyonan mirovên li Tirkiyeyê jî dê dest ji têkoşîna aştî û demokrasiyê bernedin û ligel pêvajoya ber bi otîrîterbûnê ve lihev nekin. Ji ber vê yekê encamên hilbijartinê çi dibin bila bibin em dê têkoşîna wekhevî, edalet û azadiyê bidomînin.
*Ev nivîs bi navê "Selahattin Demirtas: Je continuerai à m’opposer sans reculer d’un pas, quel qu’en soit le prix à payer" di Le Monde de hatiye weşandin (16.06.2018)
Wergera ji bo kurdî: Diyarname


