Diyarname
Hunermenda îngilîz Amy Winehouse li Londona Îngilistanê ji ber tilyakê hate girtin.
Amy Winehouse heta niha 5 xelatên muzîkê Grammy girt. Ew berê ji ber tilyakê hatibû girtin, vê girtinê duh xwe dubare kir. Polîsan ragihand ku Winehouse ji ber ku tilyak pêre hatiye girtin, ew duh qufilandine.
Pop stara 24 salî dawiya meha borîde jî bi îdîaya ku sîle li du kesan daye hatibû girtin û bi "cezaya hişyarkirinê" hatibû berdan.
Winehouse ku carinan ji ber tilyakê navdarbûna wê tê nîqaşkirin di nav dewlemendan de cih digire. Li gor nûçeya Sunday Times ew bi karkirina 20 mîlyon dolarî ya salane di nav lîsteya zengînan de ye.


