Diyarname
Hunermend Serhat Kural ji bo strana "Leylo" klîbeke kişandiye û bi vê klîbê vê hefteyê ew dibe mêvanê vê beşê.
"Leylo" straneke gelêrî ye û aranjeya wê Nurhak Kilagoz kiriye. Hunermend Serhat Kural danskarekî serketî ye, di heman demê de bi salan e karê muzîkê jî dike. Kural niha strana "Leylo" xwend û jêre klîbek jî kişand: Derhêneriya klîbê jî wî û Ronî Ekîncî kiriye.
Em vê hefteyê vê klîbê wekî klîba hefteyê hildibijêrin û pêşkêş dikin.
Kerem bikin:


