Cemil Oguz
Amed Çeko Jiyan nivîskarekî kurd e. Lê niha ne bi nivîsê, bi cezayê ku lê barandine dibe mijara me.
Amed Çeko Jiyan (Ji niha û pêde emê "AÇJ" binivîsin) nivîskarekî kurd e. Her çiqas aliyê wî yê rojnamegerî hebe jî herî zêde bi nivîskariya xwe tê nasîn; helbet bi pirtûkên xwe.
Di sala 1980'yî de Kenan Evren û hevalên wî li Tirkiyeyê û li Bakur derbe dikin û hakimbûna xwe nîşan didin. Sala bêdengiyê dest pê dike. Ji bo kurdan sala bêyom, sala qedexe, sala îşkenceyê... Di saleke wisa bêyom de Amed Çeko Jiyan tê dinê, bi dengê xwe yê giriyê wê bêdengiyê xira dike, dijî vê bêdengî, dijî vê qedexeyê derdikeve bi dengê xwe yê yekemîn û dilê dê û bavê xwe şa dike.
Ne haya AÇJ ji Kenan Evren heye, ne jî haya Kenan Evren ji wî. Lê zagonên ku Kenan Evrenê cuntakar çêkiribûn dê her bandor li jiyana AÇJ bikira ku di sedsala 21'ê de, di sala 2015'an de bandor lê kir jî. Lewra bi van zagonan, Dadgeha Cezayê ya Giran ya Elezîzê 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li AÇJ birî. Sedem? Hema wisa...
AÇJ, dibistana seretayî li Misircê, dibistana navîn li Sêrtê li Îmam hatîbê, lîseyê li Misircê, dibistana bilind beşa elektrîkê li Zanîngeha Amedê û li Zanîngeha Elezîzê li Beşa Mamostetiya Karên Metalî xwendiye. AÇJ ji ber sedemên cuda zanîngeh kuta nekirine. Ma kuta bike dê çi be?
Dema di sala 2002-2004'an de li Elezîzê xwendekar e ew û hin hevalên xwe kovareke fanzînê bi navê "Çirûsk" derdixin. Tenê 4 hejmar diweşe.
AÇJ di damezrandina Koma PCKurdê de cih digire; di serî de Mozilla Firefox, gelek bernameyên komputerê wî (ligel hevalên xwe) wergerandine kurmancî.
Ew, demek di Azadiya Welat de edîtorî dike, nivîs û çîrokên wî di kovarên kurdî de cih digirin.
AÇJ hê jî li Amedê dijî û heta niha sê pirtûkên wî çapbûne: "Varjabed" (kurteçîrok, Weşanên Lîs, 2010), "Welcome to Amed, Rêbera Axaftinê" ( Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 2010), "Berbang jî Şahid e" (kurteçîrok, Weşanên J&J, 2014).
Em niha bên ser sedema ku niha AÇJ bûye mijara me: Kesek bi navê Recep Sade îftîra û tiştên nebûyî li ser AÇJ dibêje; li ser vê yekê di sala 2008'an de li Elezîzê der barê wî de doz tê vekirin. Di belgeyên dadgehê de tê gotin ku ew kes wekî "kadro" bûye, loma tiştên ku wî gotine dadgehê rast qebûl kirine û di encamê de xwestiye ceza li AÇJ bê birîn.
AÇJ ne wî kesî nas dike, ne jî heta niha pêre kar kiriye; lê dadgeh vê napirse... Dixwazin cezayekî giran li AÇJ bibirin lê wê çaxê li Elezîzê bi têra xwe Dadgeha Cezayên Giran tune ye, loma dozê dişînin Meletiyê. Dadgeha li Meletî piştî 3 salan biryara betalkirina dozê dide lê dozgerî dijî vê biryarê derdikeve û li cem Dadgeha Bilind nerazîbûna xwe nîşan dide.
Dadgeha Bilind jî demek li ser meseleyê disekine û par, yanê di sala 2014'an de biryara ji nû ve darizandinê dide. Lê vê carê li Elezîzê, cihê dixwazin ceza li AÇJ bibirin, cihê ku AÇJ tenê lê kovareke fanzîmî derxistiye, cihê ku AÇJ'ê qet jê hez nekiriye dadgehan şikil guhartiye û vê carê li wê derê Dadgeha Cezayên Giran vebûye. Û ev Dadgeha Cezayê Giran di sala 2014'an de biryar dide: 6 sal û 3 meh cezayê hepsê...
Dadgeh "gerekçeli karar"ê (biryara sedema biryardayîna vê yekê) heta 9'ê meha 12'yan a sala 2014'an dinivîse û ev biryar 6'ê meha îsal, yanê di 6'ê rêbendana 2015'an de digihîje ber destê AÇJ'ê. AÇJ ligel parêzerê xwe 11'ê vê mehê ji bo îtîraza biryarê û betalkirina wê serî li Yargitayê (Dadgeha Bilind) dide. Parêzer bi xwe jî nizanin dê vê carê çi encam derê, lê vê dizanin ku heta salek dê tu encam derneyê. Bi kurtahî heta salek AÇJ hinek din dê aram be, lê piştî salek ne diyar e; Du rê hene, yan careke din betalbûna dozê, yan jî cezaxwarin û di encamê de girtîgeh...
AÇJ wekî gelek kurdî heta îro tenê ji bo kurdî, zimanê xwe xebat kiriye. Di dema zanîngehê de jî û niha jî. AÇJ kesê îtîraf lê kiriye qet nas nake, sedema derketina meseleyeke wisa jî bi vî awayî dinirxîne: "Ez baş dizanim, ji ber ku min di navbera salên 2002-2004'an de li Elezîzê kovareke xwerû kurdî (kurmancî û zazakî) -bi navê Çirûsk- derdixist, polîsên Elezîzê kiriye ku Recep Sade nebûyan li min bike."
Belê çîroka AÇJ û doza wî wisa ye, dê bi ku ve here, wekî mezinên me gotiye "Xwedê bizane."


