Diyarname
Li Baglara Amedê li dikaneke tekstîlê piştî teqînê şewat derket. Zirar dor 15 mîlyon TL'yî ye.
Vê sibê saet dor 04'an li dikaneke tekstîlê ku li ser Kolana Cengizler a Taxa Şeyh Şamilê teqîn çêbû û agir bi dikan ket. Hat gotin ku ji ber gazê teqîn çêbûye. Agir ku gur bû bi malên bi ser dikarê jî ket. Li avahiyê dûmanê bandor li 25 kesî kir.
Îtfaiyeyê destwerda û agir temirand. Ji aliyê can ve tu xirabî çênebû lê ji aliyê aborî ve 15 mîlyon zirar heye.


