Diyarname
Fîlmê bi navê "Lizzie" ji çîroka rastîn hatiye girtin. Fîlm ji aliyê derhêner Craig William Macneil ve hatiye kişandin.
Senaryoya fîlm ji aliyê Bryce Kass ve hatiye nivîsandin û çîroka malbata Borden pêşkêş dike. Razên malbata Borden hê çareser nebûne û kuştinên ku çêbûn hê zelal nebûne.
Fîlm yekem car dê li Festîvala Fîlman a Sundance bên nîşandayîn û 14'ê meha pêşiya me jî bikeve vîzyonê.
Di fîlm de Kristen Stewart, Shloe Sevigny, Denis O'Hare, Fiona Shaw, Kim Dickens dilîzin.


