logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Kurd-Akad xelatê dide

Tora Akademisyenên Kurd Kurd-Akad bi rêya daxuyaniya komîteya xelatdayînê da zanîn ku ji bo xelata rûmetê ya zanistî û j

  • Dîrok: 24/08/2018
  • Beş: Nûçe

Tora Akademisyenên Kurd Kurd-Akad bi rêya daxuyaniya komîteya xelatdayînê da zanîn ku ji bo xelata rûmetê ya zanistî û ji bo xelata zanyarên ciwan ew miracaetên namzetiyê qebûl dikin. Seroka Kurd-Akadê, Dersim Dagdeviren jî got, heta niha bêhtir ji beşên tibê elaqe ji bo namzetiyê diyar e.

Kurd-Akadê, par ji bo cara yekem xelatên rûmetê dan ji bo tevkariya zanistî ya taybet û angajmana di ser xwe re ya civaka sivîl. Profesor Celîlê Celîl û Profesor Noam Chomsky, par ev xelata rûmetê wergirtin. Celîlê Celîl ji ber xebata xwe ya di ser xwe re ya li ser Kurdolojiyê û Noam Chomsky jî ji bo angajmana xwe ya civaka sivîl, nexasim jî parastina mafên hindikahiyan û li ber rabûna rejîmên zordest hêjayî xelatê hatibûn dîtin.

Dixwazin bidin zanyarekî ciwan

Kurd-Akad îsal dixwaze vê xelata rûmetê temam bike bi xelata zanistê ya ji bo zanyarên ciwan. Xelatdayîn jî wê di qebûla salane ya Kurd-Akadê de pêk were.

Çawa ku ji navê wê jî diyar e, ev xelata dawî, nexasim wê ji bo zanyarên ciwan ên Kurd be ku bi xebata xwe ya di ser xwe re ya zanistî derdikevin pêş.

Zanyarên namzet tên nîşandan dikarin ji her neteweyê bin. Şertê herî pêş jî hene ji bo herdu xelatan; ji bo xelata zanyarên ciwan, di vê kesa namzet lîsansa (Bachelor) xwe temam kiribe. Herçî ji bo xelata rûmetê ya zanistê namzet hatibe nîşandan, divê piştî bi dawî kirina doktoraya xwe, herî kêm du salan xebitîbe.

Îsal tib li pêş xuya ye

Li ser mijarê Seroka Kurd-Akadê, Dersim Dagdeviren got, wan banga namzet nîşandanê kiriye, heta niha ji bo namzet nîşandanê gelek pirs li wan hatine kirin. Dosyayeke bê kêmasî ya namzetiyê jî ji Swêdê hatiye ber destê wan. Dagdeviren got, wekî din ji bo xelata rûmetê ya zanistê, gelekî muhtemel e ku ji bajarê Elmanyayê Wurzburgê, ji beşa anatomiyê, komeke li ser dermankirina nexweşiyên giran dixebite, xwe bike namzet, yan jî ji aliyê hinan ve namzet bê nîşandan. Di nava vê komê de zanyarên Kurd jî hene.

Dersim Dagdeviren a ku bi xwe jî bijîşka zarokan e, nexwest navan zêde ji niha ve eşkere bike, lê got, zanyarekî Kurd ku di warê lêkolînên dermankirina nexweşiya AIDS´ê de jî jêhatiye, wê gelekî muhtemelen namzet bê nîşandan.

Heta 15´ê Îlonê dem heye

Weke ya dilê xwe jî, Dagdeviren got, wê baş bûya ku di nava xelatgiran de jinek û keseke/kesekî ciwan jî hebe. Dagdeviren, wekî din ji bo namzetnîşandanê bang kir û got, heger keseke/î bi xebata xwe ya harîqulade hebe, dikare miracaet bike yan jî li ser navê wê/wî miracaet dikare bê kirin heta 15´ê Îlona 2018´an. Miracaet divê ji e-maila “[email protected]” bê şandin. Bi her miracaetê re divê jînenîgeriyeke kurt û nameya sedema namzetnîşandanê jî hebe.


 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Şaşiyên zimên, Mem û Zîn û nîqaşa beradayî

ad

HTŞ û komên Tirkiye piştgirê wan e ketin Helebê

ad

Demirtaş: Baş li vê fotoyê binêrin û ji bîr nekin!

ad

Me Xezala Xwe Azad Kir

ad

Menuya Tîtanîkê derdixin mezatê

ad

Klîba Hefteyê: Ez şehîdek bênav im

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname