logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Helbest, mîzah û şandelîk

Gava mirov li kurmanciyê dinihêre, herçî helbest e, bi xemê, bi êşê, bi wan derdên ku bi çavê şairî dermanê wan nîn e ha

  • Dîrok: 17/09/2018
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman Guldivê

Gava mirov li kurmanciyê dinihêre, herçî helbest e, bi xemê, bi êşê, bi wan derdên ku bi çavê şairî dermanê wan nîn e hatiye hunandin. Ji bo girantirkirina vê jî peyvên bi xemê şûştî, li xemê raxistî yên kurmanciyê jî ji xwe re bi kar anîne. Ango bi rengekî ji rengan xem û êş ji bo gelek nivîskarên kurmanciyê deriyê nivîsandinê li wan vekiriye. Helbet dema ez van dibêjim ez tenê behsa Nalî nakim ku ji xeman ji bo xwe gotiye, “Hemû ec´zayî nalînim denalê / Serapam mîslî mosîqar e bê to“, behsa Cegerxwîn jî dikim ku di helbestên evîndarî û heta carinan xweşî û serhildêriyê de jî zaniye yan jî xwestiye vê kulê raxe ber çavan, çawa ku di gulfiroş de dibêje, “Min can û dil da, dil kêriye qêrîn / Go ho Cegerxwîn dil bi gul didî, dil bi gul didî”. Şairên roja me ya îro yên mîna Fatma Savci jî dibêjin, ji xwe êşa wan ew kiriye şair. Kawa Nemir dema ku di helbesteke xwe de “velerizîneke” hîç xwe jê venade ku bibêje, “Sêwîtî çi be, dinya bi xwe nebe?” Pirsek yan jî danadereke halê rihê resma şi´ra Kkurmanciyê. Şêx Riza Talabaniyê ku bi mîzah, erotîzm û dijûnan karî helbestan binivîse di destpêka sedsala 20'an de, xwe bernedaye nava şi´ra kurmanciyê. Hêrsê, hêviyê, şoreşê hinekî jî ji rik û serhişkiya hebûn û tunebûna kurdan û têkoşîna wan, nizilî nava helbestên vê dawiyê. Ez eşkere bibêjim vê dawiya min, ji emrê min dirêjtir e, lê her vê dawiyê ye dema ku mirov li temenê helbesta kurmanciyê binihêre. Hasil di kurmanciyê de meydaneke bi rastî jî xaliye mîzaha (bi) helbestê. Ji ber wê jî ez ê mînakeke ji almaniyê ya ku baş serketiye bidim.

Li van deveran (Frankfurt), cîranê me, li bajarê Aschaffenburgê, helbestvanek û mîzahkerekî têra xwe jêhatî heye. Navê wî Thomas Gsella ye. Wê rojê, gava ku min helbesta wî ya bi navê Şandelîk (mozên zerereş ên piçûk) xwend, min destûra wergerandin û weşana wê ji wî xwest. Wî jî camêrî kir û got, wê jî û 8 helbestên min ên li ser Erdoganî jî tu dikarî wergerînî û biweşînî. Îro dora Şandelîkê ye û ez ê wê di dawiya vê nivîsê de biweşînim. Herçî helbestên li ser Erdoganî ne, belkî ew paşê bibin dosyayek ji bo xwînerên me.

Gsella sala 1958'an hatiye dinê û heta niha bi dehan pirtûk, muzîkal, şanoyên radyoyê nivîsîne/çêkirine û bi sedan meqaleyên wî yên mîzahî derçûne. Ew serredaktorê yek ji serketîtirîn kovarên mîzaha bi almanî “Titanic”ê bû ji 2005´an heta bi 2008´an. Niha li gelek deveran derdikeve ser dikê hem helbestên xwe yên mîzahî dixwîne û hem bi giştî mîzahê dike. Tevî hevjîna xwe û du zarokên xwe dijî û hîna jî helbest û pexşana mîzahî dinivîse ji kanalên televîzyonê WDR, SWR, ji rojname û kovarên FAZ, Die Zeit, Titanic, Spiegel Online, taz, SZ-Magazin.

Şandelîka xwe jî diyar e, vê havîna germ û dirêj nivîsiye, ji ber ku ji gotin û îmajên wî ev eşkere diyar e:

Mirovên çê destûrê
didin ku deynin
li ser berfeşîr, qehwe û pasteyê.
Yên xirab ji wan nefret dikin
û li wan dixin û dikin nifirê.
Mirovên çê aram dimînin
û li ber çaydankan
demê dibihurînin.
Yên xirab ji kursiyên xwe direvin
û mad zerbûyî bi lez ji wir bi dûr dikevin.
Halo, ew ji me re
heywaneke baş e:
Ew bi ya gotina Xwedê dike.
Ew mirovên çê li vir dihêle
û yên xirab ji vir der dike.

17.09.2018, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li ser obezîteyê pêşbaziya kurtefîlman

ad

Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan li nav mayinan rûnişt!

ad

Serokerkanê Artêşa Iraqê li Kerkûkê ye

ad

Malpera Zimanperwerê vebû

ad

Demîrtaş li Hewselê ye: Gelê me dê hesabê bipirse

ad

'Di Belgeyên Osmanî de Dêrsim û Derdora Wê' derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname