Diyarname
38’emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê sala sê dê di navbera 5-16’ê avrêlê de li dar bikeve. Ji bo şandina fîlman dema serîlêdanê dest pê kir.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê di sala 1982’yan de ji aliyê IKSV’ê (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) wekî hefteya fîlman dest pê kir û ji wê rojê ve heta niha ji aliyê heman saziyê ve tê organîzekirin. Ji bo sala bê festîval dê 5-16’ê avrêlê de li dar bikeve. Kesên bixwazin fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlmên xwe bişînin divê heta 25’ê rêbendana 2019’an wan bigihînin ber destên amadekarên festîvalê.
Di çarçoveya festîvalê de di beşa Pêşbaziya Neteweyî, Derveyî Pêşbaziyê, Pêşbaziya Neteweyî ya Belgefîlman, Pêşbaziya Neteweyî ya Kurtefîlman de dê berhemên ji Tirkiyeyê bêne nîşandayîn.
Xelata Laleya Zêrîn ku didin fîlmê serketî, Xelata Derhênerê Serketî, Lîstikvana/ê Serketî jî di nav de di dehan waran de xelat têde dayîn.
Di nav lijneya şêwrê ya Sînemaya Tirkiyeyê ya Festîvala 38’emîn de rexnegirên sînemayê Engin Ertan, Nil Kural, Kaan Karsan û Esin Kuçuktepepinar hene. Di nav lijneya şêwrê ya Kurtefîlmên Neteweyî de jî Melis Balci, Levent Çetin û Serdar Kokçeoglu hene.
Ji bo serîlêdanê û agahiyên din:
http://film.iksv.org


