Şirnex
Festîvala Çand û Hunerê ya Cûdiyê ya ku ji aliyê Şaredariya Silopiyê ve tê lidarxistin dest pê kir.
3'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Cûdiyê ya ku ji aliyê Şaredariya Silopiyê ve îsal bi diruşma “Wê aştî bi hêza hunerê bê Cûdiyê” tê lidarxistin, bi meşê dest pê kir. Şaredarê Silopiyê Emîn Togûrlû, Şaredarê Silopiyê yê berê Muhsîn Konûr, Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, Şaredarê Şirnexê Remezan Ûysal, Şaredarê Bajaroka Gundikê Melê Evdilrezaq Yildiz, Şaredarê Hezexê Resûl Sadak, BDP’yî û gelek hemwelatî beşdarî meşa ku ji ber avahiya şaredariyê heta Kuçeya Hunerê hate li dar xistin bûn.
Meşa ku li ber dengê erbane û kilaman hate kirin, li Kuçeya Hunerê bi dawî bû. Piştî meşê, pêşangeha bi navê “zarokên lêqewimiyê TMK’yê” ya fotografkêş Veysî Altay hate vekirin. Şaredaran û hemwelatiyan eleqeyeke mezin nîşanî pêşangehê da. Di pey re jî, Kargeha Kilîmraçandinê hate vekirin.
Şaredarê Silopiyê Emîn Togûrlûyê li vir axaftina vekirinê kir, diyar kir ew li herêmeke ku şer lê diqewime têkoşîna anîna aştiyê bi hunerê dikin.
Togûrlû got, “Em ê teqez rojekê hunerê li ser xaka Mezopotamyayê di nava şert û mercên aştiyane de bidin jiyandin. Em îro têkoşîna vê yekê dikin”. Togûrlûyê got ku ji bo huner bikaribe seqaya jiyînê peyda bike, pêwîst e operasyonên leşkerî rawestin û diyar kir ku ew ji bo rojên ku êdî li şûna şer aştî bê jiyî têkoşînê dikin.
Şaredar Togûrlû wiha berdewam kir: “Van rojên ku em festîvalê li dar dixin, li çiyayên me operasyonên leşkerî têne gerandin. Ji bo ku aştiyeke mayînde bê dabînkirin, pêwîst e operasyonên ku berdewam in bisekinin. Êdî li vê herêmê li şûna ku di destên zarokan de kevir hebin, pêwîst e pênûs hebin. Bi bawerî û hêviya hatina rojên ku zarokên me azad bin, li şûna şer, huner û aştî bê jiyandin, em mihrîcana xwe didin destpêkirin. Ji bo pêkanîna aştiyê jî huner navgînek e”.
Piştî axaftinan, pêşangeha fotoyan a Ferhat Aslanê nûçegihanê DİHA’yê ya bi navê “Rengên Mezopotamyayê” ya li Navenda Çandê ya Laleşê hate vekirin.


