Diyarname
Heyeta BDP’yê ku ji Hevserokê BDP’yê Selahedîn Demirtaş, Hevserokê DTP’ya hate gritin Ahmet Turk, parlemena BDP'ê Emine Ayna pêk tê ji bo beşdariya vekirina nûnergeha xwe ya Washingtonê bibe îro diçe DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê).
Heyeta BDP'ê wê 3'yê gulanê dest bi hevdîtinên xwe bike û heta 10'ê gulanê wê hevdîtina wan bi dawî bibe.
Heyet wê beşdarî resepsiyona li Otêla Holiday Inn Washingtonê bibe. Li gor bernameya heyetê wê heyet bi rayedarên Wezareta Karên Dereke ya DYA’yê û rayedarên Wezareta Parastinê re hevdîtinan pêk bîne.
Heyet di çarçoveya bernameya xwe de beşdarî semînerên li Zanîngeha San Francisco û New Yorkê bibe.


