Diyarname
Muzeya Fûtbolê ya Almanyayê ji nav dîroka fûtbola Almanyayê lîsteya 11 lîstikvanên fûtbolê yên herî serketî hilbijart.
Muzeyê ji bo hilbijartina 11 lîstikvanên herî serketî 26 rojnameyên sporê yên alman wekî jurî diyar kir û ji wan xwest ku ji nav dîroka fûtbola Almanyayê ew 11 lîstikvanên herî serketî diyar bikin. Di encamê de lîste û yek jî teknîk dîrektor derket holê. Wekî teknîk dîrektorê herî serketî Sepp Herberger hilbijartin û xistin lîsteyê.
Lîsteya 11 lîstîkvanên herî serketî jî bi vî awayî çêbû:
Maier
Brehme
Beckenbauer
Breitner
Walter
Sammer
Mathaus
Netzer
Seeler
Muller
Rahn


