Diyarname
MHP (Partiya Tevgera Neteweperest) ku di hilbijartina herêmî ya 31'ê adara 2019'an de ligel AKP'ê tevdigere li hin bajaran berendaman nÎşan nade, li hinan dide. Li bajarên ku MHP berendaman nîşan dide gav bi gav eşkere dike. Niha ji bo 152 bajar û navçeyan MHP'ê berendamên xwe eşkere kirin ku di nav van de çend bajarên kurdan jî hene. Di nav van bajaran de MHP herî zêde li Îdirê xurt e. MHP'ê ji bo Îdirê Îsa Yaşar Tezel wekî berendam nîşan da. Li Îdirê şaredarî di destê HDP'ê de ye û di hilbijartina vir de HDP û MHP bi hev re dikevin pêşbaziyê. Partiyên din hema bibêje di asta nînbûnê de ne.
Her wiha MHP'ê ji bo hin bajarên kurdan ên din jî ev kes wekî berendamên şaredariyê nîşan dan:
- Çewlig: Mehmet Ziya BUYANKARA
- Bedlîs: Mehmet YILMAZ
- Îdir navend: Îsa Yaşar Tezel:
- Îdir Karakoyunlu: Bayram Ali BALLI
- Îdir Bajaroka Melekli: Eray ÇOŞAR
Di hilibjartina herêmî ya sala 2014'an de li Îdirê HDP'ê bi sedî 44,2 şaredarî bi dest xistibû. MHP bi 42,4'an bûbû duyemîn. Piştî van AKP tê ku wê 10,9 deng girtibûn.


