Tabloya bi navê "Nu au plateau de sculpteur" ku wênesazî di sala 1932'yan de çêkiribû li mezatxaneya Christie's a li New Yorkê hat firotin.
Tablo ji salên 1950'yan ve aîdê malbata Frances û Sidney Brody bû ku ew êdî ne li jiyanê ne.
Kesek bi telefonê buhaya 106 mîlyon dolar pere ji bo tablo da û tablo girt. Di meha reşemiyê di berhema Giacometti ya bi navê `L`homme qui marche` (Zilamê dimeşe) bi 104,3 mîlyon dolar hatibû firotin û rekor şikandibû. Tabloya Picassoyê spanyolî bi vê buhayê rekor bi dest xis.
Tabloya Picasso `Garçon à la pipe` (1905) jî bi 104,1 mîlyon dolar hatibû firotin ew jî rekorek bû.
"Nu au plateau de sculpteur" berî ku bikeve li bendê bûn ku bi 70-90 mîlyon dolarî bê firotin.
Piştî vê buhaya nîqaşa, cîhana hunerê ji qeyrana malî rizgar dibe hate kirin.
Serokê mezatxaneya Christie's Conor Jordan i bo ajansa nûçeyan a fransiz AFP'ê axivî û got: "Brody'yan di salên 50'yan de tablo stendiye. Tablo tenê carekê di sala 1961'ê de ketiye pêşangehê. Di meha sermawezê de em çûn mala Brody'yan ku ev yek bi tena serê xwe ji bo me bû zanînek e."
Ji Haberturkê hatiye girtin


