Çorê ARDA
“Mirov wehşekî kedîkirî ye”
“Di hemû mirovan de wehşê-n kedîkirî, wehşê-n bejî û wehşê-n hov hene”
Romanivîskar, di vê romana xwe yê dîmenên surreal de, tirsê, wehşetiya mirovan, mêtingehiyê, desthilatdariyê û xewnereşkên groteskî car caran li dar xistiye. Di destpêka romanê de behsa wehşekî mîtolojîk tê kirin, esil ne mîtolojîk e, di nav civakê de tê qalkirin, civak tirseke nediyar li ser gel ava dikin, feqet ev wehş wehşekî desthilatdar e, peykerên wî li navenda bajêr çikandine. Galegala vî wehşê ji guhekî diçe guhekî din, bi vî awayî di nava gel de bela dibe. Di romanê de serlehengê me Salar e, heman demê şagirtê Mamoste Alan e, keçek mamoste Alan heye û navê wê jî Meryem e. Salar ji keça mamosteyê xwe Alan hez dike. Vê hezkirina xwe jî li ser mezel eşkere dike, ji xwe a trajîk jî ev e, hezkirin û mezel (goristan)… li vî welatê ku Salar û mamosteyê xwe lê dijîn hema hema her tişt qedexe ye, cihên herî ewledar jî goristan in, bê serok tu kes nikare xwe tev bilivîne, bêserok wehş jî nikare xwe tevbilivînin, serok bixwe wehş e, wehş jî desthilatdarekî dev xwediyê xwe, dev her kesî dike. Pergalek wiha ye ku kes newêre serê xwe rake, tirs ezman nixumandiye, mirov bûye ji siya xwe ditirse. Loma jî carinan wehş di xew de ye, carinan şiyar e, carinan difilite, carinan jî azad e… Çi çaxa ku Salar diçe dibistanê, lingên Salar wî ber bi peykerê serok ve vedikişîne, pir û pir ji vî peykerî jî ditirse, a trajîk jî Salar li ber vî peykerî ji diya xwe diwelide, jixwe mîtosa Salar û Wehş jî ji vir dizê. Îcar ewledarê vî peykerî jî heye, nahêle kûçikek jî li ber peykerî wî bimîze, feqet timî kûçikek tê li ber lingên peyker dimîze, heta ku carekê ewladar bera wî didê û wî dikuje. Îcar çima kûçik diçe di ber lingên peykerê serok de dimîze? Dibe ku kûçik jî wehşê-n desthilatdar dinasin? Çîroka me wisa dest pê dike û didome, heta ku Salar diçe dibistanê û Mamosteyê xwe Alan dinase. Li dibistanê jî her tişt li gorî desthilatdariyê dimeşe, rêgez û zagonên desthilatdariyê li dibistanê jî derbasdar in, mamoste Alan nikare derveyî van rêgez û zagonan tevbilive li dibistanê. Em werin ser serleheng Salar, Salar bi awayekî derasayî ji diya xwe diwelide, ji xwe çi çaxa ji diya xwe diwelide şûnde ji hêla rihî û mejî ve guhertibû. Salar yekî pir û pir pirsyarkêr bû, loma jî diya wî ji vê rewşa wî ditirsiya, Salar serokan mîna Xwedayan didît. Feqet rojekê Salar, bavî wî, hevalê wî yê dibistanê Hemîdo û peykersaz Aram tên binçavkirin, haya tu kesî jî jê çênabe. Salar ji ber ku tevlî meşa ji bo serok nebûbû, hatibû binçavkirin. Feqet berê berê Mamosteyê Salar, Alan hatibû binçavkirin, heta demek dirêj jî windayî dimîne, paşê giş tên berdan tenê mamoste Alan nayê berdan, Salar jî dide dû şopa mamosteyê xwe… Welhasil dîsa Salar tê girtin û roman li ser girtina Salar, derûniya Salar, desthilardariyê û wehşên ku di hundirê mirov de razane de didome.
1) Roman du sehneyên wê hene: Ya yekemîn, binçavkirina Salar û mamosteyê xwe ye.
2) Ya duyemîn jî sehneya atolyeya peykerçêker Aram e, carinan Salar, hevalê Salar yê polê Hemîdo li vê atolyê dicivin û nîqaş dikin.
Dema ku mirov vê romanê dixwîne, serdema 90-93’yan a Tirkiyeyê bi mirovî bibîrdixîne, ji ber ku hemû şertên aniha di vê romanê de diqewime û tê şayesandin wan rojan dide bîrkirin, wê çaxê kî bihata binçavkirin dawiya wan ne diyar bû, desthilatdariyeke wilo aniha di vê romanê de dibore.
Serlehengê me Salar berî ku biçe Beyrûdê ji bo zanîngehê peyamekê dinivîse ji bo Meryemê, feqet vê nameya xwe jî li ser mezel dide wê, jixwe bi vê peyama xwe hezkirina xwe eşkere dike, piştî Salar diçe Beyrûdê û zanîngehê dixwîne bi şûn de dîsa vedigere welêt, feqet dibîne ku her kesî xwe reş girêdayî, dibîne seranserê welêt reşgirêdayî, paşê dibihîse ku serok miriye, feqet diya Salar dizanîbû bi mirina serok re desthilatdarî naqede, dizanîbû dê desthilatdarên hîna tundtir û jidyayîtir werin, helbet dema ku Salar vedigere welêt dixwaze hemû hevalên xwe û Meryema xwe bibîne. Salar bi kêfxweşiyekê diçe Atolya Peykerçêker Aram û li derî dixîne, tu kes derî venake, paşê xwe di ser dîwêr re bera hewşê dide, çaxa dikeve hewşê dinêre ku Hemîdo di ser jinekê de ye, matmayî dimîne, piştî bîskekê bi şûn de bi hev re diaxivin. Bi bihîstina xwedaliqandina Aram re pir û pir xemgîn dibe. Aramê peykerçêker ji ber bêedaletiyê û bindestiyê û serdestiya serok benê xwe bi peykerê serok yê ku wî bi destê xwe çêkiribû girê dide û xwe dadiliqîne, hew xwe radigire û xwe dadiliqîne, bifikirin ku hûn bi zordestiya desthilatdarê xwe peykerên desthilatdarên xwe çêdikin, çiqas dijwar e, çiqas derûniyeke fetîşîst e, derûniyeke patolojîk e, derûniyeke paradoksal e, gelo mirov bi destê xwe peykerê neyarên xwe, dijminê xwe, desthilatdarê xwe, dijminê welatê xwe û xwe çêbike, ma ew ê çawa ne patolojîk be, paradoksal be, fetîşîst be? Dema ku mirov hevdilîniyê pêk tîne çiqas dijwar tê? Daliqandin qelsbûneke gelo an jî rizgarkirina rihê-hişê bindestiyê ye? Divê di vir de mirov rewşa derûniya gelên bindest, rewşa desthilatdariyê bidahûrîne. Piştî mirina Aramê pêykerçêker, Hemîdoyê ku li ber destên wî fêrî peykerçêkirinê bûbû bi awayekî hestwarî û bi hêrs li atolyeyê nêrî, bawer nedikir nedixwest bawer bike, hema ji kerba rahişt çakûçê xwe dest bi şikandina peykerê serok kir, ji ber ku ji ber zordariyê û zilmê peykerê serok çêkiribû Aram, loma jî wehşê di hundirê Hemîdo de tefiyayîbû, ji nişke ve çirisî bû, bixwe hesiyabû, hema di wê kêliyê de dest bi şikandina peykeran gişan kir, desthilatdariya hundirê mejiyê xwe û rihê xwe dişikand, desthilatdarî ji holê radikir. Yanê desthilatdarî, bi hest û mejiyê mirov ve girêdayî ye, tirsa ku xwe li hemû giyanê wî rapêçabû ji holê radikir, tirs û desthilatdarî binpê dikir. Îcar çiqas wehş di hundirê mirovî de heye? Wehşê-n veketî, wehşê-n ditirs in, wehşê-n şiyar, wehşê-n hov û hwd… Wehşên di hundirê mirovan de xedar in, tirsnak in, esil ji ber ku ditirse desthilatdariyê dikin. Îcar mirov kompleksek e, loma jî her tişt jê tê, çavkaniya romanê jî hinekî ev e. Wehşên ku di hundirê mirovan de razaye derdixe holê. Esil wehş jî mirov bi xwe ye. Taliya talî her desthilatdarî paşê jixwe dixwe, dest bi xwarina bixwe xwe dikin û xwe ji holê radikin. Desthilatdar pir tirsonek in, loma jî bi awayekî tund êrîşan dikin, tirsê li derdoran xwe diafirîne, feqet ew bixwe tirsonekên herî tirsnak in. Hemîdo vê tirsê dişkênîne talî…
Salar pirtûkek bi navê “Bav û Kûr” nivîsiye feqet navê xwe yê resen bikar neaniye, li gor desthilatdaran. Îcar di naveroka pirtûkê de qala wênesaz Dalî, J. Paul Sartre û Ehmedê Xanî tê kirin. Desthilatdar jî li van kesan digerin, wan wekî kesên zindî û dijminê xwe dibînin. Îcar we dî bê çiqas desthilatdar bi tirs in û hov in, ji ber ku ditirsin bi hovî tevdilivin. Tirs û hovbûna xwe çawa eşkere dike. Ji kesên tune ditirsin, ji pirtûkekê ditirsin, esil ji zanyariyê, ji xwendinê ditirsin, ma desthilatdar ji çi natirsin gelo? Dema ku Salar tê binçavkirin, ango girtin hesabên van kesan jê tê xwestin, jê dipirsin, te ev pirtûk nivîsandiye, tu van kesan jî nasdikî , ev kes dijberî pergala me ne, dijberî serokê me ne… loma desthilatdar bêtir ditirsin, ji bo ku tirsa xwe eşkere nekin, bi awayekî hovane pergala xwe bi rê ve dibin. Tirs hestek wisa ye her tiştî bi mirov dide kirin, tirs hesta gumanê di xwe de dihebîne, loma jî desthilatdar bi awayekî gumanî li her tiştî dinêre. Talî Salar tê berdan, li dû şopa Meryema xwe dikeve, fêr dibe ku zewicî ye û bar kiriye. Paşê mamosteyê xwe dibîne…. Dawiya romanê de jî Salar êdî bi xwe re dikeve diyalogên cur bi cur, bi xwe re dikeve têkiliyên hundirînî, têkiliyên groteskî, paradoksal û hwd. Salar dikeve xewn û xeyalên cihêreng, xwe wekî wehşekî dibîne, jixwe êdî şik bi Salar re avabûye, jixwe şik bi mirov re ava bibe êdî her tişt li ber çavên wî gumanbar e, şik jî dînbûnê û paranoyakê bixwe re dizeyîne… li dijber neynikê Salar êdî groteskan dibîne, nexweşiyeke derûnî dikeve, ji eza xwe derdikeve vediguhere yekî dinê, di vê duhêliyê de eza wî û eza wî ya dinê pevre têkoşîneke dijwar dikin, talî rewşek paranoyak berbiçav dibe. Wexta mirov li rewşa Salar dinêre tabloya wênesazê spanyol Goya a bi navê “Saturnus” tê bîra mirov, ev tablo tabloyeke derhişî û Ekspresyonîst e, halbûkî şêwaz û naveroka wêneyên Goya ne Ekspresyonîst in, feqet ev hinekî şibiyaye vê şêwazê, çimkî serdema Goya, berî serdema Ekspresyonîzmê ye. Di tabloyê de bavek lawê xwe dixwe, serê wî hilkitandiye dixwe, encax mirov di derûniyeke paradoksal de be, encax mirov xwe windakiribe, dîn bûbe karibe tiştekî wisa bike, bûyerek der-êqil e, dij-rih e, dij-hiş e… mekanê wêneyê me bi rengên tarî hatiye boyaxkirin, bav û kur jî bi rengekî zer hatine boyaxkirin, ango ji mekan bêtirîn xwestiye fîgur û bûyerê berbiçav bike, di rûyê fîgurê me yê bavî de wehşbûna mirovî û di çavên wî de jî hem wehşetî, hem jî piçekî matmayîn û tirs heye. Destên wî yên ku bi nava lawê xwe hişk jidandiye, xwe eşkere dike ku desthilatdar e, xwe windakiriye. Feqet di tabloya wênesaz Rubens de bêtirîn desthilatdar bûn dixuye ji ber ku di awirên vî bavî de desthilatdarî xwe tam eşkere dike. Lê Rubens heman tablo bi şêwaz û teknîkeke dinê afirandiye. Di tabloya Rubens de, di zarok de êş û tirs heye, feqet mîna ku zarok ji Xwedê re alikariyê bixwaze wilo li jor dinêre, fîgurê Rubens yê bav Paranoyok welew derûniyeke nexweş de naxuye, di tabloya Goya de bêtirîn derûniyeke nexweş, paranoyak heye. Heger wêne bê şîrovekirin mirov dikare hezar tiştî jê derîne. Taliya talî wehşbûna mirov derxistine holê, wehşên di hundir de razaye eşkere bûye. Mirov encax ew qas xweşik dikare wehşbûna hundirînî derxe holê… loma jî di wehşê hundirê min de wehşbûna mirovî, tirsa mirovî, desthilatdarbûna mirovî nîşanî me kiriye. Pirtir jî tirs û desthilatdarî û têkiliya wan destnîşan kirine. Helbet di bingeha romanê de mêtingehî jî mijara sereke ye. Ji ber ku mêtingehî, desthilatdarî û tirs bi hev re têkil in… Frantz Fanon dibêje ku “Gelên kolonî di kûrahiya rihên xwe de tu desthilatdariyê qebûl nakin, li ser wan desthilatdarî ava bûye feqet nehatiye kedîkirin, biçûkxistine feqet biçûkxistana xwe tu carî bawer nake”* Eşkere dibe ku tu çiqas bindest be jî, talî di cihekî, rihê te bindestiyê, mêtingehiyê, qebûl nake, çawa Hemîdo bixwe dihese û radihêje çakûçê xwe û hemû peykeran dişkîne, ev nîşaneye serîrakirina li hember desthilatdariyê ye, serîrakirina dijber mêtingehiyê ye. Talî di cihekî de cêfîn avê qebûl nake, cêfîna me îcar ya qul dibe, ya jî di ser de diherike, ya ku qul dibe welew di ser de diherike, serî rakirina rihî ye, serî rakirina li dijber desthilatdariyê ye, serîrakirina dijber tirsê ye, dijber mêtingehiyê ye. Çiqas gelên kolonî bindest be jî, çi çaxa derfetê pêxîne, agirê xwe yê azadiyê dadin, timî di qoziyeke hişê wan de, qoziyeke rihê wan de, rizkarkirin, serîrakirin û netewe heye. Hemîdo bûye sembol û karekterê serîrakirina dijberî tirsê, jixwe divê hedî hêdî tirs bê binpêkirin. Îcar em werin ser têgeha tirsê . J. Krishnamurtî wiha dibêje: “Tirs jê yek di jiyanê de pirsgirêka herî mezin e. Hişekî ketibe bin bandora tirsê û xwe bi dest ve berdan dê di hundirê tevliheviyê û hevnegirtiyê de bijî loma jî ew hiş jî ew ê tijî tundî, çelexwarî û êrîşkar be.”** Dixuye ku Salar jî heman rewşê dijî di hişê xwe de, hişê Salar tevlihev bûye, ditirse loma jî tirsê konê xwe li ser hişê Salar raxistiye, tirsê xwe li hişê wî rapêçaye, ji ber sedema tirsê rewşên çelexwarî, patolojîk, paranoyak dijî, dema ku tirsê desthilatî li hiş û rihê mirov kire, a wê çaxê mirov dibe hêsîrên xwe, ne yên din, ew dibe hêsîrên eza hişê xwe, ji ber tirsê êdî ew kesan dadigerin êrîşkaran, di bingeha xwe de êdî tundiyê ava dikin, ji ber ku ditirse êdî vediguhere kesên êrîşkar û tundwarî, heçî desthilatdar jî wilo ne. Ên ku ditirsin bêtirîn tundwar û êrîşkar dilivin. Mînak; dema ku mirovpisîkekê di quncikekê de asê dike, pisîk heman deqê de ji ber tirsê bi nahperûkên xwe êrîş dike. Tirs û desthilatdarî û mêtingehî pev girêdayîne, bingeha hev ava dikin…
07.01.2019
*Nahletên Li Ser Rûzemînê, Frantz Fanon, Weşan Versus, rp, 58
** Li ser tirsê, J. Krisnamûrtî, weş, Neynik(Ayna), rp,16, wergêr Anita Tatlıer
- Wehşê di hundirê min de / Helîm Yûsiv / Weşanên Peywend / 2018 / 144 rûpel
Nivîsên Çorê Arda yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- LI XWEGERÎNEK
- Êl, Feodalîzm û Leqat
- Kûçikistana Mirovan
- BÎREK MONOLOGWARÎ
- ŞEVÊN NIXUMANDÎ
- SINDOQA HANDA’YÊ
- RIHEKÎ PERDEKIRÎ
- BÊDENGIYEKE QELS


