logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  3. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Rewşen û tarî

  • Dîrok: 19/01/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Yeko Ardil 

Wekî du hêmanên bingehîn ên gerdûnî têkoşîna di nav ronî û tariyê de dewam dike. Binêrin li aliyekî me tîrêjên rojê xwe berdidin ser çiyayên bilind, newalên kûr, deştên bêserûber, dehl û daristanên fireh û dirêj.

Di mîtolojiyê de ‘Şamaş’ digotin, çavkaniya jiyanê, sedemê hebûna cihanê jî ew tîrêjên wê ne. Roj gava hiltê, ronahî li ser rûyê erdî serdest dibe. Rojhilat jî ji wir tê, li hind deverên welêt Xor jî dibêjin, Xorhelat, xorava û xoresan.

Gava Şamaş an jî roj karê xwe diqedîne û ji nav me bar dike, vêca desthilata tariyê bi cih dibe. Tarî dijberê ronahiyê ji nedîtin, nebihîstin û netepitînê re guncan e. Tarî ji bo xerabî û nepakiyan guncan e, lewra ji avabûna dinê heta niha mirovahî tim li hemberî tariyê, li hemberî desthilata tariyê û li dijî felsefeya tarîtiyê têkoşiyaye.

Di van serdem û demên teng de ku tarî car bi car zora roniyê dibe, çavên mirov li girestêrkên ronahiyê digerin. Carinan findek dikare bajarekî ronî bike, carinan lampeyek dikare welatekî ronî bike.

Ne tenê ji bo erdnîgarî her wisa ji bo mirov û civakê jî heman rastî lê ye.

Pêdivî bi find û lampeyan heye. Ew alavên ronahiyê jî rewşenbîr û çavkaniyên ji keda wan derketî ne.

Li cem kurdan di gelek waran de rewş cuda û cihê ye. Di gelek babetan de hîna jî rêgezên nivîskî nîn in. Têgihên wekî welatparêzî û hevkariya bi dijminan re, lehengî û xayîntî, fedekarî û nokerî jî hîna bi awayekî zelalî ji hev cuda nebûne. Kiryara ji bo hemû dinê wekî xayîntî dihête dîtin, ji aliyê gelek kurdan ve dikare wekî mijareke asayî bê nirxandin. Babeta rewşenbîrî jî yek ji wan e ku hîna jî li ser lihevkirinek nîn e. Kî rewşenbîr e, kî nîn e? Pîvanên wê çi ne? Mamoste Feqî Huseyn digot: Rewşenbîr û tarîbîr du têgihên ji hev cuda ne.

Gava em dêhna xwe didin vê pirs û girêkê, em dibînin ku ji bo gelek kesan mirov dikare bêje rewşenbûyî ne. Wekî nimûne; kesên wekî bijîşk, parêzer, mamoste, endezyar û hunermend jî dikarin di nav wê komê de cih bigirin. Lewra li gorî beş û branşa xwe perwedebûne, di babetekê de pisporiya wan heye û ji destpêk û rewşa niha ya dinê jî xwedî agahî ne. Gelo mirov dikare bi hêsanî ji bo wan kesên ku salên dirêj li dibistan û zanîngehan xwedî ked in, bibêje, ew ne rewşenbîr in? Ev bi serê xwe pirsek e. Lê bersiva ku mirovahî li bendê ye û heta niha jî di hind aliyan de nîqaşa li ser jî berdewam e, mirazê ji pirsa rewşenbîr kî ye, ne pirsa kî dizane ye, kî zana ye, yan jî kî nezan e? Li vir pirs ew e ka kesê rewşenbîr wê zanîna xwe çawa bi kar tîne û di riya çi de diserifîne.

Ew pîşeyên me li jor hejmartin, helbet di astekê de agahdar in û zana ne jî. Lê ji ber ku ew bi piranî wekî karmend û xizmetkarên dewletê bi heqdestî kar dikin, ji koma rewşenbîrî nikarin bi hêsanî bêne hesibandin.

Helbet ne kêmasî û tawan e ku mirov ji dewletekê alîkariya diravî bigire û kar bike, lê bi sedan carî hatiye îsbatkirin ku heger mirov ji der û deverekê pere bigire gava dem hat, ‘bû cil û kete mil’ mirov nikare bi hêsanî li dijî kiryarên wan yên şaş derkeve. Rewşebîrî ya ku ji bo mirovahiyê wekî pîvan hatiye qebûlkirin li hemberî xwe bendekê wisa qebûl nake. Gelek ji wan kesan di encama pevçûnên hevrengî de ji karê xwe yên li cem dewlet û saziyên fermî îstîfa kirine. Gelek mamoste ji dibistan û zanîngehên xwe îstîfa kirine. Yên bi xwe îstîfa nekirine jî jixwe ji aliyê desthelatdaran ve hatine derkirin. Ji vir, mirov dikare encama, rewşenbîr nikare di bin nîr û desthelatdariyê de bijî, derxe. Rewşenbîr rewşen e, ronî ye. Wê rewşeniyê belav dike, li dijî tarîtiyê têdikoşe, cengê dike. Gelek kesên di asteke bilind de rewşen û zana di rewşên dijwar ên mirovahiyê de nekarîne helwesta rewşenbîrî deynin û li hemberê wê îmtîhanê têk çûne. Helbet her çiqas nenivîsandî jî be, babeta rewşenbîrî ya giştiyane jî heye. Çima navên wekî: J.P.Sartre,  Frantz Fanon, Edward Said, Che Guevara hinde li ber dilê mirovan şîrîn û bi qedr in?

Xwe berdin dîroka dûr, binêrin navên wekî: Nesîmî, Mensûrê Helac, Manî, Şêx Bedreddîn û Giordono Bruno jî wê destê xwe ji me re bihejînin.

Mirov dikare pirsyar bike ka gelo, Galileo ne rewşenbîr bû? Helbet rewşenbîr bû, zanayekî ser xwe re jî bû, lê ya em behsa wê dikin rewşenbîrî û helwest e. Ew jî di kesayetî û helwesta Bruno de xwe dide der.

Babet kûr, fireh û giran e, lê hêja ye mirov xwe pê biêşîne.

19.01.2019, Yenî Ozgur PolîtÎka


Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji 2011'an sê çîrok

ad

Ji du baskan êrîşên Kobanî kirine

ad

Tîma Cizîra Rojava beşdarî Lîga Mozopotamya dibe

ad

Der barê Lemanê de lêpirsînê dest pê kir

ad

Va ne rûyên herî xweşik ên dinyayê

ad

Bursayê vê carê êrîşê Diyarbekir Sporê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname