logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Şeh û Eynik / Zemariya Îdê

Di zarokiya me de, ji bo zarokan, hilbet ên kurik, rewşa eydê, balkêş bû.

  • Dîrok: 21/01/2019
  • Beş: Serbest

Feratê DENGIZÎ


Di zarokiya me de, ji bo zarokan, hilbet ên kurik, rewşa eydê, balkêş bû. 

Berî eydan bi çendakî me zarokan amadehiya xwe dikir. 

Ji pênc-şeş salî heta deh-duwazdeh saliyên kurik, di vê komê de ne. Çi bûn ev amadehî; çêkirina kefkanîkan ji bo şerê eydê. Û bi ser de xebitîna ji bo wê rojê û rewşa şer. Wê rojê rê û rêbaza ku em Bereşê bi dest bixin çi ne, çawa ne, bi komî em li ser difikirîn û li gorî biryara encam em tevdigeriyan, roja weqfê jî me karbeşî dikir. Her kesî peywira xwe dizanibû. Serkêşên me jî yên herî mezin û bikêrhatî bûn. Armanc bidestxistina Bereşê û yên hember ku radest nebin heta nava gund êrîşa li ser wan bû.

Çêkirina kefkanîkan bêdem, yanî her dem kar bû, lê hilbet taybetiya eydê cuda…

Li gundê me du taxên dijber hebûn; Mehla Jêrî(n) û Mehla Jorî(n). Em ji Mehla Jêrî bûn.

Li rojhilatê gund, aliyê Stewrê Bereşek hebû, me jêre digot Bereşê*; keleha me bû. Roja eydê berî ku mezin ji camiyê derkevin kî wir bi dest bixe serkeftî ye. Asasê şer, şerê bi kevir û daran e lê taybetî bi şerê kefkanîkan e**. Zarok dikarin hevdu hêsîr bigirin û heta malê jî bera hev din. Di şer de birîndarî, serşikestin serbest bû, lê kuştin û birîndariyên giran qedexe bû.

Lê ku xelk ji camiyê derketin şer disekine, tundî namîne, rêgezên kî bi ser ketibe, yên wan di meriyetê de ne, lê tê de lêdan û biçûkxistin û eziyet tune ye. Têkiliya mezinan bi vî şerî re tune ye, lê ku ji adetê derkevê dest tê werdidan ku nayê bîra min rewş gihaşt wê astê. Em baldarê rêgezan bûn. Asas, bikêrhatina di şer de bû; behreya şer, jêhatin û jîrker, jîrî, jîrê şer.

Dixwazim qala hin taybetiyên wan şerên, roja eydê bikim.

Ji çêkirina kefkanîkan dest pê bikim. Du cure kefkanîk hebûn; ên ji rêzê û yên tevnî. Yên qenc ên tevnî bûn, yanî bi rêbaza çekirina tevnan (tevnên merş, palas, ferdik, tûr û şalan…) dihatin çêkirin. Wekî tê zanîn du mil û kefikek kevkanîkan hebû. Girîngî ya kefikan bû. Me zarokan bi rojan kefkanîkên xwe xweşik, ji benên cuda cuda û xurt çêdikirin, lê peydekirina benan pirsgirêk bû. Kalekî me yê navsere hebû; Apê Heseno, me zarokan jêre digot, Hesen Kus, pir cixare dikişand. Me bi awayekî ew qanih dikir û ji me re kefkanîkên tevnê çêdikir. Pîrika min tevn danîbû û benên wê yên xweşik, reng cuda û xurt hebûn, renge sor, şîn zer…  Pir sebra min li wan dihat, lê nedida min. Êvarekê odeya me tije zilam in, ji ber fediya Apê Heseno ku dengbêjekî heja bû jî, mîna kalikê min, ji min re çêkirina kefkanîkê tevnî erê kir, ev fersendek heja bû, eyd jî nêzîk e, lê ben tune ne, niha ez nîn im, divê kefkanîk ji bîra bikim. Min pîrika xwe şopand, ben tim di dewa wê de bûn, dirist, çawa ket ser limêja eşayê, ben li pişt man û min êrîş kir, têr û ser têra kefkanîkekî ji benên reng rengo yên tevnî li ber Apê Heseno bûn. Ew kefkanîkê xweşik û serkeftina şerê wê eydê hê jî min dixe kelecanê. Bi rastî min jî kefkanîk pir xweş bikartanî, eybe mirov beje…

Min go asasê şerê me bidestxistina Bereşê bû.

Wê eydê me xwe, xweş amade kiribû. Koma ku ew ê Bereşê biparasta ya me bû.

Bi berbanga sibehê re me çar kesan, hê ku kes şiyar nebûbû xwe li çarhawêrê Bereşê bi cih kiribû. Ku zeriya rojê çartiliyên xwe di çavên me de çikand û me çavên xwe kutkutandin û bi pişta destên xwe xurand, çend qertelan xwe di ser me re ber bi Devê Gur*** û Gêra Aşan**** de fir dan xwe. Gur û kûçik ji hev dihatin nasîn. 

Nîzamê li kêleka min bi devlikenî ew şopandin, zikê xwe yê tazî da ber şepikan û di ber xwe de mirmirand;

Teyro teyro tilûrî

Girara bavê te fûrî

Tiştek neket wî hûrî

Ji xeynî nanê tenûrî

Hînê em bi wî dikeniyan, Liftîko bang kir, go wa hatin.

Bi rastî jî zarokên Mihle Jorî bi xwe bawer, bi garankî di Peyarêka Mala Beko re derketin, bi bazdan ketin Besta Şikeftan û bi ser ketin, nêzîkî lî Bena Rezê Mala Mistê kirin ku werin Bereşê. Binya me yanê binya Bereşê rêya Stewrê bû, ji wir jî rez dest pê dikir û bena(benda) rez bilind bû.

Dem dema êrîşê bû. Kevir li heva firiyan û şeqîn bi kefkanîkan ket, yê min nû û yê tevnê bû, de ji vê rojê û xweştir… Me ew di pişt benê de sekinandin. Nikaribûn serê xwe derxin, kevir mîna baranê bi ser wan de diçûn, ciyê me bilind û em di ser wan re bûn, bandora me zêdetir…Tiştekî wiha hêvî nekiribûn. 

Me Kele neda dest, ew xweş parast, zûhatin û cîgirtin, xurtkirina kozikan encam diyar kiribû, ji niha de.

Demek kin bihurî, yên me jî hatin, êdî em jî ne kêmî wan bûn. Xwe li ber me negirtin, berî dan revê û lê nav rez belav bûn. Me jî xwe ji kaş berda û da pey wan. Bê moletan kevirên me dibariyan ku xwe nedin ser hev. Bera wan belav bûbû. 

Di xelasiya rez, pişt bena dawîn de sekinin û lihevdan ket pêsir bi pêsir, de… de… wele ben berdan û ketin kaşê peyarêkê, îja jî ew serdest in. Sekinîn, li me vegeriyan û bû barana keviran, em jî ji nav rez derketine û du ber li hemberî hev. Di barana keviran de serî dişkên, ay-oy, of-ax, xeber û carisî û herikîna xwînê, na wile şikiyan û revê dest pê kir, em li pey wan. Di Besta Şikeftan de me ew eciqandin, çend kes hêsîr girtin. Serê çendikan şikestibûn. Nîzam kevir di guhê Qirdiko de şikandibû, ew êşandibû, ê me jî çend derbên sivik me xwaribûn. 

Koma me Hiznîkê Xalo hêsîr girtibûn, me ew dikişkişand, bêyî êşandin. Me ew anî ser çalên Hemiya Şemdîn ê raserî mala me. Xortekî gir bû. Me go, “çî te hebe derxe!” xwe ingirand, lê nêrî nabe… şeh û eynika xwe derxist, me go “bes e” zêdekirin eyb e. Şehekî xweşik û eyneyek biçûk ê girover, xelata serkeftinê, lê ji wî re pir zor bû. Xort e, tiştên xwe yên herî bi qîmet dane dest, pir pê zor dihat. Lê wê çi bikira. Wisa bû, rewşa şer ev e, wê demê wisa bû.

Komên din dabûn ser pişta yên li hemberî xwe, di peyarêkê re wan biribûn heta nav Mihla wan. Em serkeftî bûn, me xwe qure dikir.

Komeke me yê dinê jî li Guherka Miho Zeynîkê Hecî Silo dîl girtibû. Ew di aloziya şer de bi aliyekî din ve, tam dijberî şer reviyabû, lê nefilitî bû.

Hê wisa, xeber hat, gotin limêja eydê qediyaye, zilam ji camiyê derketine. 

Dema agirbestê bû. 

Her kes çû mala xwe û rewşa asayî dest pê kir. 

Her kes bi koma xwe li eydê geriya, mal bi mal…

Paşê mezin ketin navberê. Me şeh û eynika wî jê re bi mezinan re şand.

Lewra divê şerefa wî neşikesta, xirûra xortaniyê girîng bû. Civak di van rewşan de hestiyar bû. 

Her tişt dema wê hebû. 

Şer şer, aştî jî aştî bû.

-----

*Bereş: nîvşikeft, an jî berkefên mezin. Ji ber ku zêde ne kûr bûn, ku agir di hundir an jî li ber devê wan dihat kirin, pêşiya wê reş dibû. Nav ji wir tê; Ber+reş=Ber reş= Bereş.

** Li du gundên cîranê me (Dêrîş û Kunzêrîb/Quzêrîb) ev şer carina vediguherî şerê xenceran.

***: Devê Gur: Sikureke(girekî) serî tûj, li hemberî Bereşê. Bi rastî jî dişibe ‘devê guran.’

****: Gêra Aşan: Sikura herî gir ê bilind a derdorê ya li milê rastê ya Bereşê. Rojhilatê gund. Li lûtkeya wê dengê avê(yan jî bayê) gelekî ji binê erdê tê. Xelk dibêjin “Aşê Cinan.” Ji ber wê gotine “Gêra Aşan.” Wekî ku warê Aşê Cinan e. Gêr jî, girê bi serê xwe û bilind e, ne bes e, gir û qalind e, ne tûj û zirav e. Sere gir fireh e.


Jêrenot:


Nivîs bi zarê zarokîn hatiye ziman, kêmasî hewceyî lêborînê ne.

Çand, an jî tiştên jiyînî, jiyanî… Ên ku jiya me, hêjayê nirxandinê ne.

Divê binivîsim, nirxandin bila ji we re bimîne. Çand, jiyana civakî ya demî, girêdayî rabirdûyê ye. Tiştek bê kok û bê reh nîn e. Li ser hewceyiyekê dirûv digire. 

Divê em binivîsin, binirxînin, wate û qîmet bidinê. 

Fêmkirin, watedayîn û jê sûd wergirtin azadî ye.

 

***

 Nivîsên Feratê Dengizî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- BIXALETÎ
- 
Tov û Berxwedan
- QADIRO
- Hecî Şerîfa
- Ji Dengiza, Mirin
- Ez kî me!

- 

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news
  • 29 03 2026

Strana Avê: Di Navbera Hişkesaliya Zêhnî û Vejîna Rihî de

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Amedsporî: Îsheq Baba bêmirin e

ad

Bi kayumê dest danîn ser Şaredariya Wanê

ad

Pirtûkek nû ya ‘Gotinên Pêşiyan’ derket

ad

Aramê Dîkran tê Amedê

ad

Fotoyê rojê: Dor li Alîpaşa girtin

ad

Zarokên kurdan dibistan boykot kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname