Diyarname
Li Stenbolê bi navê "Festîvala Fîlmên Kurd a Stenbolê" yekem car festîvalek tê li dar xistin. Festîvala ku dê di navbera 6-10'ê adare de li dar bikeve, dê bike ku wekî kevneşopî her sal bê amadekirin.
"Festîvala Fîlmên Kurd a Stenbolê" ji aliyê Mezopotamya Sînema û Navenda Canda Mezopotamyayê ve tê organîzekirin. Li gor agahiyên ku me ji derhêner û yek ji amadekarên festîvalê Veysi Altay girtin li gor 30 fîlmên derhênerên kurd di nav bernameyê de cih digirin. Ji van 7 jê fîlmên metrajdirêj, 7 belgefîlm û yên din jî kurtefîlm in.
Altay dibêje ku li Stenbolê pêdivî bi xebateke wisa hebû ku ev du sal in em li ser dixebikin.
Belgefîlmê Huseyin Tabak "Çirkin Kral Efsanesi", fîlmê metrajdirêj ê Sehîm Omer Kalîfa "Zagros", ê Huseyin Hasan "Reşeba", ê Ender Ozkahraman "Biryareke Zor", dîsa belgefîlmê Veysi Altay "Bîr" hin berhemên ku di vê çarçoveyê de dê bêne nîşandayîn.
Yek ji xala girîng jî di vê çarçoveyê de hin berhemên ji Rojava hatine jî dê bêne nîşandayîn. Fîlm û belgefîlmên ku Komuna Fîlman a Rojava heta niha kişandibûn hin ji van di çarçoveya festîvalê de dê bêne nîşandayîn.


