Diyarname
Nivîskar û helbestvan Selîm Temo li Amedê qeyrana dil derbas kir. Niha rewşa wî baş e.
Temo duh saet li dor 17'an li Amedê qeyrana dil derbas kiriye û piştî mudexeleyê niha rewşa wî baş e.
Li gor malpera Fersude, gerînendeyê wan ê weşanê Ekrem Ergul 24'ê meha borî li Batmanê qeyrana dil derbas kiribû û paşê ew rakiribûn nexweşxaneyeke taybet a li Amedê. Selîm Temo jî li vir dema mazûvanî li mêvanan dikir ji nişke ve jixwe çûye û piştî destwerdana pêşî ew emeliyet kirine. Li gor malpeerê rewşa Temo niha baş e.
Doktoran ragihandiye ku rewşa Temo ber bi başî ve diçe.


