Diyarname
Di Lîga 2'yemîn a TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) bi maçên yekemîn serdema 2023-2024'an dest pê kir. Tîmên kurdan hefteya yekemîn bi ser ketin û 3 pûanên xwe girtin
KOMA SOR
Ji tîmên kurdan Amed Spor ku di Koma Sor de ye îro Denîzlî Spor kir mêvan. Amed Spor bi 2-0 bi ser ket.
Maç li Stada Tahir Elçî ya Amedê bû. Bi hezaran temaşevan bi heyecan li benda serdema nû bûn. Di nîveka yekemîn a maçê de deng ji golê nehat. Di nîveka duyemîn de Amed Spor di deqîqeya 76'an de bi Gokhan Aslanî bi 1-0 derket pêş. Dûre Mehmet Ozdirazî di deqîqeya 87'an de encam diyar kir: 2-0. Bi vê yekê Amed Sporê di maça yekemîn de 3 pûanên xwe girtin.
Di Koma Sor de ji tîmên din ên bajarên kurdan Igdirê tîma Arnavutkoy bi 1-0 têk bir. Erzincanê jî li mala xwe Înegol Spor bi heman skorê têk bir û her du tîman jî bi 3 pûanên xwe dest bi lîgê kirin.
Hefteya pêşiya me Amed Sporê tê Stenbolê û ligel Sariyerê dê bilîze. Maç saet 17.00'an de ye. Igdir dê Etimesgut BLD bike mêvan, Erzincan jî dê here Kastamonuyê.
KOMA SPÎ
Di koma sipî de ji tîmên kurdan Adiyaman û Diyarbekir li Semsûrê hatin hemberî hev. Diyarbekir Spor bi 2-1 bi ser ket û bi 3 pûanan dest bi lîgê kir. Van Spor ku çûbû Bûcaya Îzmîrê ji wir bi 1-0 bi ser ket û bi sê pûanên xwe vegeriya Wanê.
Hefteya pêşiya me Diyarbekir Sporê dê Serik Bld., Van jî dê Adiyamanê bike mêvan.


