Culemêrg
Cenazeya Fahrettîn Şendal (37) ku di bûyerên Newrozê yên li Geverê birîndar bûbû û jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin.
Di êrîşa polîsan a di çalakiyên Newrozê de Fahrettîn Şendal (37) birîndar bûbû û rakiribûn nexweşxaneyê. Şendal ku li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê dihat dermankirin duh êvarê jiyana xwe ji dest dabû.
Îro cenazeya Şendal ji Wanê anîn Geverê. Kovaneyeke ji li dor 600 erebeyî pêk hatî li ser pira Şakitan a Geverê cenaze pêşwazî kir.
Di merasima definkirina cenazeyê de li dor 50 hezar kesî amade bû. Gel bi diruşman cenaze defin kir û dûre meşek pêk anî. Li Geverê îro dikan nehatin vekirin.
Piştî kuştina Îkbal Yaşar, bi mirina Fahrettîn Şendal re hejmara kesên di pîrozbahiyên Newrozê de bi guleyan hatin kuştin derket 2 kesan. Her wiha di encam bûyerên li Sêrt, Wan, Colemêrg û Geverê derketin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn derket 5 kesan. Li Qamişloyê jî di encama gulebarana hêzên Suriyiyê de 3 kurd hatibûn qetilkirin. Bi mirina Şengal bîlançoya Newrozê derket 8 kesan.


