Diyarname
Helbestvan Abdulkadir Musa li Berlinê di şevekê de wê helbestên xwe bixwîne.
AG interkulturelles, Alice- Salomon Hochschule Berlin, roja 29.05.2010, saet 17:00’an de şeveke helbestê bi sernavê “Çengê te ez bi firê...xistim!!” li Berlinê li dar dixe. Di şeva helbestxwendinê de helbestvanê kurd Abdulkadir Musa wê helbestên xwe bixwîne.
Helbest wê bi kurdî ji hêla Abdulkadir Musa li gel awazên muzîkjena alman Frauke Sonnenburg, û bi almanî ji hêla Shkurte Smajlaj li gel awazên muzîkjenê kurd Bengî Agirî bêne Pêşkêşkirin.
Navnîşan:
ZFM- Pavillion ( nêzîkî Haus K )
Turmstr. 21
10559 Berlin