Diyarname
Berhema Mela Mehmûdê Beyazîdî ya bi nav û deng “Adat û Rusûmatnameê Ekradiye” ji Weşanên Nûbiharê derket. Pirtûk ji hêla romanivîs Jan Dost ve hatiye amadekirin.
Berhema ku bi awayekî du bergî hatiye çapkirin, hem bi kurmanciya roja me, hem jî bi zimanê xwe yê orjînal hatiye çapkirin. Ligel vê yekê, destxeteke kevn a bi tîpên erebî jî di berhemê de hatiye dayîn.
Nivîskar Jan Dost ku demek berî niha Mem û Zîna Ehmedê Xanî li kurmanciya îro anîbû, vê carê jî berhema Meha Mehmûdê Beyazîdî “Adat û Rusûmatnameê Ekradiye” (Urf û adetên kurdî) li gor kurmanciya roja me amade kir.Di pirtûka navborî de,pêşgotineke dirêj li ser destpêka kurdnasiyê û rola ekola rojhilatnasiya rûsî di danasîna civak û berhemên kurdî de jî heye. Her wiha gelek perawêzên ku wateyaên peyvê tekstê şirove dike jî hene. Piştî pêşgotinê, berhema Beyazidî bi awayekî orjînal bi tîpên latînî hatiye dayîn. Piştî vê beşê jî berhema Beyazidî bi kurmanciya îro hatiye dayîn. Di dawiya kitêbê de jî hin wêne û pêvek ji nivîsên derbarî xebata Mele Mehmûdê Bayezîdî jî cih digirin..
Pirtûka ku ji 392 rûpelan pêk tê niha li piyaseyê ye.Dîroka pirtûkê
Pirtûka ku berê bala rojhilatnasan kişandibû û bi xwesteka diplomatê rûsî August Jaba di sala 1857’an de ji aliyê Mela Mehmûdê Bayezîdî ve hatibû nivîsîn, yekemîn car lêkolînera rûs Margerêta Rodenko di sala 1963’yan de li Moskoyê bi deqa orîginal û wergera rûsî çapkiribû.Her wiha Dr. Şukriye Resûl li Bexdayê di sala 1982’yan de wergera wê ya bi zaravayê kurmanciya jorîn çap kiribû.
Wekî notek: Yên bixwazin hem dikarin ji Weşanxaneya Nûbiharê pirtûkê bixwazin, hem jî di Fûara Pirtûkan a Amedê de ku heta 23’yê mehê li dar e dikarin pirtûk peyda bikin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


